Di Facebookê da kurdekî wer bawer kiriye ”pencere” bi tirkî
ye û gotiye ”pencere bi kurdî çi ye?”
Nezanîyê em qudûmşikestî kirine, ji nezanî em gotinên xwe jî
dikin malê tirkî.
”Pencere” ya jî ”pace”, hin kurd dibêjin pencere û hin jî
dibêjin pace. Mesela em li Wêranşarê dibêjin pace.
”Pencere” bi farisî-kurdî ye, tu têkiliya pencerê bi tirkî
tuneye.
Penc, penç, pençe, pace hemû jî bi kurdî-farisî ne.
Penc, penç, pençe, pace hemû jî bi kurdî-farisî ne.
Li gorî ferhenga Îsmet Zekî Eyuboglu ”Turk Dîlînin Etîmîlojî
Sozlugu/Ferhenega Etîmîlojîk ya Zimanê Tirkî” jî pencere bi farisî ye.
Ji xwe
ne hewce ye ferheng bibêjin, tu maneyeke ”pencereyê, paceyê” di tirkî da tuneye.
Lê di kurdî û farisî da heye.
Nezaniyê manewîyata me çikandiye, bûye sebebê em tirkî ji zimanê xwe dewlemendtir bibînin.
Dibê viya jî ji bibêjim, Îsmet Zekî Eyuboglu jî bi eslê xwe
kurd e, ji malbata Eyûbiyan e, lê wek Babanan ew jî hemû bûne tirk û xwe kirine
quranan tirkên faşîst û neyarên qewmê kurdan.
Orhan Hançerlîoglu, di ferhenga xwe ya bi navê Türk Dili
Sözlüğü, Remzi Kitabevi/Ferhenga Zimanê Tirkî.
Weşanxaneya Remzî da dibêje:
Tu bêjeyek/gotinek tirkî bi tîpên «C», «F», «H», «I», «J»,
«L», «M», «N», «P», «R», «Ş», «V», «Z» dest pê nake.
Dîsa li gorî zimanzanan ji 29 herfên alfabeya tirkî 13 bi koka xwe ve ne tirkî ne, dimîne 16 herfên tirkî.
Yanî tirkî wek hin kurd bawer dikim hewqasî ne ne zengîn e, ji sedî belkî 60-80î gotinên ferhenga tirkî ne bi tirkî ne, gotinên ji zimanên din in. Hin gotin modîfe kirine, xistine qalibê tirkî, lê bi koka xwe ne bi tirkî ne.
Di tirkî da navê rojan jî tuneye, "tesî" ya xwe bi şemiyê ve kirine, kirine "cumartesî" yanî roja piştî îniyê û ji bo roja duşemiyê jî eynî tişt kirine. Û çarşem û pêncşem û înî jî ji xwe wek xwe girtine.
Nuha li ruyê dinyayê tiştê herî bêtir jê nefret dikim û
naxwzim bibihîzim erebî û tirkî ye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar