Hejarê Şamil, çar pênc roj berê ji nivîskar, rojnamevan,
siyasetmedar yanî kurdên bi kurdî zanin, lê bi kurdî nanivîsin gazinek kir,
navên çend kurdan da û got vana hemû jî bi kurdî zanin, kanin bi kurdî
binivîsin, lê nanivîsin, ya jî pir kêm bi kurdî dinivîsin, xemasariyê dikin.
Û di dawiya nivîsa xwe da jî got, ”Ez jî tirkaxêv im lê,
tenê tiştekî dizanim: Bê kurdî Kurdistan nabe!"
Rast e, bêyî kurdî ne Kurdistan çê dibe û ne jî zimanê kurdî
ji mirinê difilite. Vê rastiyê her kurd baş zane.
Şêst(60)kesî ev gazin û rexneya kekê Hejarê Şamil
ecibandiye, di cî da dîtiye û 18 kesan jî bi nivîskî gotine tu rast dibêjî, ji
erd heta bi asîman tu bi heq î, gazineke di cî da ye, pêşniyareke rast û maqûl
e, filan û bîvan…
Erê kes nabêje ev gotnên te şaş in, kes nabêje tu neheq î,
her kes dibêje weleh tu rast dibêjî, dibê meriv bi zimanê xwe binivîse.
Û ya herî rast jî ev e.
Erê her kes dibêje rexneyeke rast e, di cî da ye, lê belê
her kes li gorî vê rastiya, vê heqiya qebûl dike hereket nake.Yanî gotin û kirin hevûdu nagre.
Her kes dibêje rast e, dibê meriv bi zimanê xwe bipeyive û
binivîse, lê belê dîsa jî her kes bi kurdî napeyive û nanivîse û dev ji tirkî
bernade.
Yanî rastiyê qebûl dikin, lê belê li gorî wê rastiya qebûl
dikin tevnagerin.
Yanî dev ji tirkî bernadin.
Ji salên 1980î da ye ez li ser vê meselê dinivîsim û dibêjim
gerek kurd bi kurdî binivîsin û bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Heger kurd bi rengekî cidî li zimanê xwe xwedî dernekevin,
bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin, bi kurdî nenivîsin taliya me kurdan bi
Xwedê pir û pir xerab e, asîmîlasyon e.Helandina kurda ye.
Û para kurdên bi tirkî dinivîsin û bi van nivîsên xwe kurdan
dihewisînin tirkî pir e. Çimkî kurdên bi tirkî li ser kurdan dinivîsin, ji
tirkan bêtir kurdan teşwîqî tirkî dikin, ji tirkan bêtir kurdan fêrî tirkî
dikin.
Yanî kurdayetiya wan ji bo kurdan bûye wek kemîneke
asîmîlasyonê, kurd bi rehet dikevin vê kemîna wan.
Helbet nêt û armanca kurdên bi tirkî dinivîsin ne eve, lê ew
nexwazin jî netîceya nivîsîna bi tirkî ji bo kurdan ev e.
Tirk viya baş dibînin û lema jî zimanê kurdî nakin zimanê
perwerdê, nahêlin zarokên kurd bi zimanê xwe bixwînin.
Çimkî ew baş zanin riya helandina kurdan girêdayî
asîmîlasyonê ye, kînga piraniya kurdan asîmîle bikin, mesela kurd û Kurdistanê
diqede.
Bi kêmanî piştî mirina zimên mesela kurd û Kurdistanê ewê
reng biguhere û azadbûna kurdan, serxwebûna Kurdistanê ewê sed qatî zortir
bibe.
Bi gotineke fin gava kurd bi piranî asîmîle bibin gelo ewê
kanibe wek milet bimînin û dîsa jî serxwebûna Kurdistanê bixwazin, ew jî hêjayî
minaqeşeyê ye.
Lê ez bi xwe bawer nakim. Ez dibêjim mirin û mayina kurdên
bakur girêdayî zimanê wan e, ziman here kurd jî ewê bibin tirk.
Lemjî heta ji tirkan tê giraniyê didin asîmîlasyonê.
Hemû kurd tahlûkeya asîmîlasyon ewê bi xwe ra bîne dibînin,
lê dîsa jî dev ji tirkî bernadin.
Argumentê kesên bi tirkî dinivîsin ya herî mezin, dibêjin
efendim tirkî bêtir tê xwendin, kurd nikanin bi kurdî bixwînin, heger ew bi
kurdî binivîsin kesê nexwîne û lema jî ew bi kurdî nanivîsin.
Armanca wan ya nivîsîna bi tirkî şiyarkirina kurda ye, heger
ew bi kurdî binivîsin kesê nexwîne, lema jî kurdê şiyar nebin, filan û bîvan…
Ji bo siyaseta rojane, ji bo demeke kin, kane hin feydeyên
nivîsîn û axaftina bi tirkî hebe.
Lê berlê ji bo demeke dirêj, ji bo pêşeroja miletê kurd,
nivîsîna bi tirkî malwêranî û xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye, şewitandina mala
kurda ye. Piştgiriya ji siyaseta dewletê ya asîmîlasyonê ra ye.
Nêta kê çi dibe bira bibe, netîceya nivîsîna bi tirkî ev e.
Meriv çi biçîne merivê wê biçine.
Tu bi tirkî binivîse tu yê kurdan asîmîle bikî û gelekan jî
bi bikî tirk.
Kurdê bi tirkî mezin bibe û bi tirkî bixwîne û dunyayê bi
zimanê tirkî bişopîne ew bixwaze nexwaze ewê bi çavê tirkekî li meselan
binêre.
Zimanê tirkî bêyî haya wî ewê hestên tirkî, perspektîv û
refleksên tirkî pê ra xurt bike û yên kurdî jî zeîf bike.
Ji ber ku tirk, dewleta tirk, medyaya tirk di heqê kurdan da
tu carî ne objektîf in, hemû rastiyên di heqê kurdan da belovacî dikin.
Û kurdê tenê bi tirkî zanibe, nikanibe bi kurdî jî bûyeran
taqîp bike ewê di bin tesîra çavkaniyên tirkî da bimîne û pir hindik wek
tirkekî li meselan binêre. Ne her kes be jî bi kêmanî piranî wiha dibe.
Ev aliyekî meselê ye, lê li aliyê din kurd bi asîmîlasyonê
ra hemû unsûr û xusûsiyetên netewî, miletbûnê wenda dikin. Çimkî kultur jî,
folklor û zargotin jî û edebiyat û muzîk jî bi ziman çê dibin, gava zimanê me
bibe tirkî emê bi tirkî afirînin/bixuliqînin.
Yanî muzîka me, edebiyata me, roman, şiir û çîrokên me,
zarogotina me jî ewê ne bi kurdî, hemû bi tirkî bin.
Gava wiha bibe êdî em dibin tirk, tirkên bi eslê xwe kurd
in, lê heliyan, bûn tirk...
Wek li Tirkiyê gelek milet heliyan û bûn tirk, emê jî li van
miletan zêde bibin.
Û ji xwe ji nuha da bi milyonan kurd bûne tirk.
Sibe Kurdistan çê bibe ya jî em mafekî netewî bi dest xin,
dîsa jî emê nikanibin ji sedî dehê van milyonên asîmîle bûne vegerînin ser koka
wan, ew carê bûne tirk û ewê tirk bimînin.
Lê em vegerin ser hinceta kurdên dibêjin ew bi tirkî
dinivîsin ji bo kurd fam bikn, bixwînin, gava ew bi kurdî binivîsin kesê
nikanibe bixwîne, ji ber wê ew bi tirkî dinivîsin.
Ev sebeb û hinceteke pir şaş e, di vê dîtinê da hesabekî
pêşerojê, şiûr û xemeke netewî ya dûr û dirêj tuneye.
Meriv bi kîjan zimanî binivîse ji wî zimanî û ji wî miletî
ra xizmetê dike, meriv edebiyata wî miletî bi pêş dixe û zengîn dike. Meriv li
pey xwe mîratekê ji wî miletî ra dihêle.
Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Melayê Batê,
Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û hemû şair û nivîskarên bi kurdî
nivîsîne em bi wan pir serbilind in, em bi berhemên wan pesnê xwe didin û
dibêjin bala xwe bidinê em kurd jî xwedî ziman, edebiyat û huner in, pêşiyên me
jî bi qasî pêşiyên faris, tirk û ereban nivîsîne. Lema jî em ji kesî ne kêmtir
in.
Lê heger Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizî û Ehmedê
Xanî, Melayê Batê û yên din jî weke van kesan bigotana xwendevanên zimanê kurdî
kêm in, kes nizane bi kurdî bixwîne, lema jî em bi kurdî nanivîsin û di
praktîkê da jî wisa bikrana.
Yanî ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî binivîsandana, nuha wek milet çiyê me hebû, me yê bi kîjan klasîkên xwe pesnê xwe bida û bigota em ji tirk, ereb û farisan ne kêmtir in?
Yanî ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî binivîsandana, nuha wek milet çiyê me hebû, me yê bi kîjan klasîkên xwe pesnê xwe bida û bigota em ji tirk, ereb û farisan ne kêmtir in?
Mileteke bêyî şair û edebiyat ?
Di dema Elî Herîrî, Feqiyê Teyra, Melayê Cizîrî, Melayê Batê
û Ehmedê Xanî da xwendevanên zimanê kurdî sed qatî ji nuha kêmtir bûn, bazara
kurdî ya wê demê hezar qatî ji ya nuha kesattir bû.
Lê wan mirovên mezin dîsa jî ne bi zimanekî biyanî, bi kurdî
nivîsîn. Gelekên wan ji xwe qet belav jî nekirin. Ji ber ku destnivîs bûn
belavkirina wan jî li gorî îro pir zor û zahmet bû.
Lê îsa jî bi kurdî nivîsîn.
Bi kurdî nivîsîn çimkî xwedî zanîn û şiûreke netewî bûn,
zanîbûn yê miletan dike milet û ji hev digerîne ziman e, edebiyat e, zargotin
e, folklor e, muzîk e, kultur e. Berhemên miletan in.
Û ev hemû bi zimanekî netewî dibin.
Bi zimanê xelkê edebiyata kurdî çênabe.
Bi xêra van berhemên kurdî îro em kurd xwedî nivîskar û
edebiyateke klasîk in. Li ser bingeha wan danî zimanê kurdî, edebiyata kurdî û
her wisa neteweperweriya kurdî, xeyala Kurdistaneke serbixwe nemir, di dilê
kurdan da zindî ma û heta roja îro hat.
Lê kurdên îro ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî
dinivîsin ne xwediyê xem û endîşeyeke netewî ya bi vî rengî ne, ew ji pêşeroja
miletê xwe bêtir li zêdebûna çend xwendevan difikirin.
Edebiyata miletekî hêdî hêdî, bi xebat û berhemên bi sedan,
bi hezaran ve çê dibe, bi pêş dikeve û zengîn dibe.
Meriv dara fêkî di bexçeyê kê da biçîne, fêkiyê wê ji
xwediye bexçe ra ye, ewê fêkiyê wê bixwe.
Meriv gulê di hewşa kê da biçîne, gul ya xwediyê hewşê ye,
xwediyê hewşê ewê gulê bîn bike. Gul ewê wê hewşê, wî bexçeyî xweş bike.
Kurdên bi tirkî, erebî û farisî dinivîsin, ji miletê xwe
bêtir xizmetê ji ereb, faris û tirkan ra û ji ziman û edebiyatên wan ra
dikin.
Bi çi nêtê dikin bira bikin, netîceya karê wan li zirara
miletê kurd e û xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye.
Zimanê kurdî bi tirkî bi pêş nakeve, ji mirinê xelas nabe,
edebiyata kurdî bi tirkî çênabe.
Nabiyê Ruhayî (1642-1714)jî kurd e û Melayê Cizîrî jî kurd
e.
Lê Nabî bi qelema xwe ji tirkan û ji edebiyata tirkî ra û
Cizîrî jî kurdan û edebiyata kurdî ra xizmet kiriye.
Lema jî Nabî şair û edîbekî edebiyat tirkî ye û Cizîrî
şairekî kurd û sertacê hemû şairan e.
Yaşar Kemal jî kurd e, Cemal Sureya jî kurd e. Lê herduyan
jî bi tirk nivîsîne, lema jî herdu jî nivîskar û şairên tirk in.
Erebê Şemo, Bêkes, Cegerxwîn, Hêmin, Şêrko Bêkes, Qanatê
Kurdo, Eskerê Boyik jî kurd in lê wan bi kurdî nivîsîne.
Lema jî şair û nivîskarên kurd in û ji ziman û edebiyata
kurdî ra, ji pêşketin û geşbûna nasyonalîzma kurd ra xizmet kirine.
Di vî warî da meriv kane bi sedan numûneyan bide lê ne hewce
ye, mesela hatiye famkirin.
Yanî kî bi kîjan zimanî binivîse xizmetê ji wî zimanî ra, ji
wê edebiyatê ra û ji wî miletî ra dike.