Hin nivîskar li zimanê hin nivîskarên din rexne digrin,
zimanê berhemên wan dixin binê erdê, pê henekê xwe dikin, dibêjin
zimanê filan kesî gelkî xerab e û hin numûneyan ji şaşiyên li dû hev rêz dikin.
Ev ne tu rê ye, metodeke şaş e, şewq û cesareta însanan dişkîne.
Ji şaşiyên tên nîşandan hinek bi rastî jî şaşiyên mezin in û hinek jî qabilî minaqeşeyê ne, hîn nebûne standart, li hin herêman nêr û li hin herêman jî mê tên bikaranîn.
Hin numûneyên rexnegir wek kurdiya rast pêşniyar kirine bi xwe jî hewqasî ne rast in, heta ew jî bi qasî wan şaşiyan şaş in.
Lê ez vê meselê zêde tevranakim û didim aliyekî. Ji ber ku mjiara ez dixwazim firkê xwe li ser bibêjim ne ev e ne şaşiyên zimên e.
Bi dîtina min jî zimanê piraniya nivîskarên kurd xerab e, di piraniya roman û çîrokên kurdî da çewtiyên zimên, gramerê û rastnivîsê yên pir fahş û beloq hene. Ev ne mexsûsî nivîskarekî, du nivîskaran tenê ye, hema hema di hemû berheman da meriv dikane kêm zêde şaşiyên zimên bibîne.
Lê di hin berhamn da şaşî pirin û di hinan da jî kêm in. Ev rast e.
Tesîra tirkî li ser nivîskaran û zimanê wan gelkî beloq xuya dike. Çimkî gelekên wan ji ber sebebên em dizanin bi tirkî difikirin û rasterast tercumeyî kurdî dikin. Û ji ber ku bi kurdî jî baş nizanin, ji tercumeyê jî rindikî nayê fêmkirin.
Ev hemû rast in.
Lê hin sebebên vê rastiyê hene, kes ji kêfî, ji ber ku ji çewtiyan hez dike şaşomaşo nanivîse. Hewqasî zane, hewqas ji destran tê. Herkes dixwaze di berhema wî da şaşiyeke zimên tunebe. Lê ev yek bi daxwazê nabe, zanîn lazim e. Û ev jî ne hêsa ye, bi herkesî ra tuneye.
Li Kurdistana bakur kurdî(zazakî û kurmancî)wek tirkî, almanî, îngilîzî standardîze nebûye. Wek zimanên miletên din qanûn û qaîdeyên dezgeheke zimên ya netewî danîbin tuneye. Lê yên xelkê hene.
Hin şexsan li gorî îmkan û zanînên xwe hin tişt gotine, hin pêşniyar kirine, gotine meriv wiha binivîse rasttir e.
Hin kes ji sedîsed bi ya wan san dikin, hin kes ji sedî pêncî dikin, hin kes ji sedî nodî wek wan dikin. Hin kes hin tiştan li pêşniyarên heyî zêde dikin, hin kes li dij wan dertên...
Welhasil hemû kurd li ser pêşniyarên Celadet Bedirxan ne li hev in, ne hemfikir in.
Hinek bi zanetî, hinek bi nezanî wek Celadet Bedirxan nanivîsin.
Ev aliyekî meselê ye. Bi gotineke din herkes bi qasî zanîna xwe li gorî rêzimana Celadet Bedirxan dinivîse.
Aliyê din jî ji ber ku li Kurdistana bakur ziman li mekteb û zanîngehan bi salan nayê xwendin, li wir bi rêk û pêk nayê fêrbûn, loma jî însan wek tirkekî, almanekî zimên baş û tekûz fêr nabin. Herkes li gorî îmkanên xwe, bi destopelkê, ji vir û ji wir piçekî fêr dibe.
Hinek jîr in, ji zimên hez dikin, baş û zû fêr dibin, lê hinek jî çi dikin jî baş û tekûz fê nabin. Ev tiştekî însanî ye, herkes ziman zû baş fêr nabe.
Ya din zimanê zikmakî yên hinekan kurdî ye, yanî bi kurdî mezin bûne, lê yên hinekan ne kurdî ye.
Hinek li gundan mezin bûne û kurdiya wan baş e, xezîneya wan ya gotinan dewlemend e, lê hinek jî li bajaran mezin bûne û kurdiya wan bi sînor e, gelkî di bin tesîra tirkî da ye.
Bi kurtî dixwazim bibêjim heger zimanê hin nivîskaran pir û yê hin nivîskaran hindik xerab e ev ne tiştekî ji kêfê ye, ne ji ber ku ew dixwazin zimanê wan xerab û tije çewtî bin.
Hewqasî zanin, hewqas ji destê wan tê. Dibê meriv vê rastiyê bibîne.
Kes bi zanetî, bi qestî şaşomaşo nanivîse. Dixwaze herkes bi heyranê zimanê wî be, dixwaze stîlîstê edebiyata kurdî yê herî mezin be, lê nikane. Nikane ji ber ku hew ji destan tê.
Baş e li hemberî vê realîteteya ne xweş gelo meriv nikane tiştekî bike?
Geleo meriv nikane zimanê berhemên tên weşandin xweştir û tekûztir bike?
Bêguman meriv dikane bike û dibê were kirin jî. Bi kêmanî meriv dikane ji nuha gelkî baştir bike.
Ev kar û berpirsiyarî jî berî nivîskaran dikeve ser milê weşanxaneyan.
Bi dîtina min ji nivîskar bêtir, weşanxane mesûlê zimanekî paqij û rast yê berhemekê ye. Dibê weşanxane zimanê berhemê bi yekî erbab miheqeq bide rastkirin.
Çimkî wek min li jor jî got, nivîskar hewqasî bi kurdî zane û îmkana wî ya nivîsîna bi zimanekî hîn paqijtir, hîn rasttir tuneye, çi ji destan hatiye ew kiriye.
Dibê weşanxane berhemê bi redkatorekî bi rastî zimanzan bide rastkirin.
Dibê weşanxane tu berhemekê bêyî kontrol û redektekrineke cidî neweşîne.
Hema kî bibêje ez bi kurdî zanim û navê zimanzan û redaktiriyê bi xwe ve dibê meriv qebûl neke û berhemeke û berhemekê pê nede redektekirin.
Yek dikane mesûliyeta xwe nizanibe û tiştê bi rastî ji heq nayê der bike karê xwe, dibê wesanxane qebûl neke, dibê pîvanek, standartek vî karî jî hebe.
Ez dizanim karekî zor e, wek ferdên miletên din di destê kesî da dîplomaya zimanzaniyê tuneye. Lê li gel vê jî meriv dikane hin kesên zana û erbabê vî karî bibîne. Li piyasê kesên wiha hindik bin jî hene.
Di medyaya sosyal da carnan bi ber çavên min dikve, filan berhem ji alî filan kesî û filan kesî ve hatiye redektekirin. Lê dîsa jî tije çewtî ji çewtiyan dibê wê da here…
Ev ne tiştekî xerîb û anormal e. Gava meriv di medya sosyal da bala xwe dide nivîs û şiroveyên wan hevalan, wan “redaktoran”, meriv bi rehetî dibîne ku kurdiya wan xerab e, nivîsên wan bi xwe muhtacî rastkirinê ne. Gelekên wan hîn nizanin herfên biçûk û mezin rast bikar bînin, hîn nizanin navan rast binivîsin.
Berhema ji alî van “redaktoran” ve were rastkirin helbet ewê ne tekûz be, helbet ewê miş şaşiyên ecêb bin.
Kesê bixwaze wek radaktor bixebite dibê bi rastî vî îşî ji xwe ra bike kar û zimên baş fêr bibe. Yanî dibê zimanê wê ji yê min û ji nivîskarê berhemê gelkî tekûztir be. Heger zanîna wan têr nake, dibê biçin qursan û li gorî şertên kurdan xwe pêşda bibin.
Loma jî dibê wesanxaneyên kurdî vê meselê pir cidî bigrin û berhemên diweşînin bi redaktorekî bi rastî haya wî/wê ji zimên heye bi bidin rastkirin.
Û gava li gel vê jî di berhemê da şaşiyên pir fahş hatin dîtin, dibê ji redaktor hesab were pirsîn.
Li alî din, dibê xwendevan û rexnegirên edebî jî ji nivîskar bêtir ya jî bi qasî nivîskêr weşanxaneyê jî rexne bikin.
Ji ber ku realîteya me ev e, em ne miletekî xwedî dewlet, mektep û perwerde ne. Nivîsakrên me bi kurdî nexwendine, di bin tesîra asîmîlasyonê da mane, zimanê dayika gelekan ne kurdî ye, yanî jî tiştê ji wan tê ev e û viya dikin.
Lê heger weşanxane bixwazin û hinekî lê mesref bikin, dikanin mista zimanê berhemên bi kurdî baştir û bi rêk û pêktir bikin. Lê bêguman ev yek belaş nabe, dibê heqê kesê redaktor were dayin. Berhem belaş e, lê redektekirin jî belaş nabe, dibê ew jî destên xwe bavêjin ji bêrîka xwe da…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar