20 februari 2015

Frederike Geerdink: "Li Amedê ne kurdiya min, tirkiya min bi pêş ket"!



Frederika Geerdink, rojnamevaneka hollandî ye, mesela kurd pir ji nêz ve taqaîp dike û ev sê sal in li Diyarbekrê dijî.
Frederike Geerdink, di heqê Diyarbekrê û esnafên diyarbekrî da gotiye:
” Li Amedê ne kurdiya min, tirkiya min bi pêş ket. Tabeleyên li Amedê jî bi zimanê tirkî ne. Ji xwediyên dikanin ra dibêjim, ”Ji kerema xwe ra qenciyekê bikin û tabeleyên li ser dikaninên xwe wergerînin zimanê kurdî. Bila li ser dikanên masîgiran ”masîgir, ”, li ser dikanên nanpêjan ”nanpêj”, li ber sêvan ”sêv”, li ser mirîşkan jî ”mirîşk” bê nivîsîn.”
Ji bo bajarekî di îdîeya paytextiyê da ye, ji bo nişteciyên bajerekî Kurdistanê belkî yê herî mezin û herî polîtîze bûyî, ev gotinên Frederike Geerdink xatûnê pir û pir giran in. Wek kurd meriv dixe binê erdê.
Bi xwe gava min ev rêzên Frederike xatûnên xwend wek kurdekî min ji xwe fedî kir. Ez gelkî pê êşiyam.
Lê ekseriyeta kurdan bi van gotinên Frederike Geerdinkê naêşin û bi qasî serê derziyê jî tesîrê li wan nake.
Jixwe heger bi gotinên wiha biêşiyana, ji ber vê rewşa trajîk şerm bikirana ewê bi hev ra bi tirkî nepeyiviyana û îro rewsa Diyarbekrê jî ewê ne ev malkambaxî bûya.
Frederike Geerdink, rojnamevaneka hollandî ye û ji sala 2012a û virda ye li Diyarbekrê dijî. Geerdînk, him bi tirkî û him jï bi kurmancî dizane û li ser mesela kurd, mafê mirovan û jinan dinivîse. Li ser Qetlîama Roboskê jî kitêbek nivîsîye.
Him nivîsên Geerdînkê û him jî ev kitêba wê, hukûmeta AKPê pir nerehet kir û loma jî çendakî berê pûlisan li Diayrbekrê avêtin ser mala wê û ew girtin bin çavan. Lê dû ra li ser midaxela Hollandayê Geerdînk berdan.
Jineke xerîb, rojnamevaneke hollandî bi kurdî fêr bûye û dixwaze li bajarê kurdan yê ku xwedêgiravî bi kurdiya xwe bajarê herî bi nav û deng e, bi gelê wî bajarî ra, bi esnafên bajêr ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive.
Lê gelê Diyarbekrê, esnafên Diyarbekrê Frederike Geerdinkê xeyalşikestî dikin, pê ra bi kurdî napeyivin, bi tirkî dipeyivin. Jê ra dibêjin, ”madem tu bi tirkî dizanî, çima tu bi me ra bi tirkî napeyive?”
Gava Frederike Geerdinka hollandî, dibîne ku hemû tabelayên Diyarbekrê bi tirkî ne, gava ji devê esnaf û gelê Diyarbekrê van gotinan dibihîze, gava dibîne ku kurd dixwazin ew bi wan ra ne bi kurdî, bi tirkî bipeyive, miheqeq ew pir xemgîn û xeyalşikestî dibe.
Û belkî jî piştî vê realîta dibîne ji kurdan sar dibe.
Belkî jî ev cara pêşî ye ew dibîne miletek ji zimanê xwe hez nake, ji zimanê xwe direve, ji zimanê xwe fedî dike. Naxwaze bi rojnamevaneke biyanî ra bi zimanê xwe bipeyive.
Ev halê kurdan yê trajîk, ev psîkolojiya wan ya têkçûyî miheqeq serê Frederike Geerdink xatûnê tevlihev kiriye û ji xwe ra gotiye, ”ev çawa milet e”?
Siyasetmedar û ronakbîrên kurd, partî û dezgehên kurdan, gelê Diyarbekrê, esnafên Diyarbekrê bîr nabin tabelayên xwe bi kurdî binivîsin, li dikanên xwe etîketan bi kurdî deynin ber fêkî û sebze û tiştên din, jineke biyanî, rojnamevaneke ewrûpî vê yekê bi bîra wan dixe; ji wan ra dibêje, heger vira Kurdistan e, heger ev bajar bajarekî kurda ye û heger hûn kurd in, dibê hûn bi kurdî bipeyivin, dibê tabelayên we bi kurdî bin, dibê hûn ji sêvê ra nebêjin ”elma” û ji mirîşkê ra jî nebêjin ”tavuk”!
Ji bo miletekî, ji bo gelê bajarekî, ji bo siyasetmedar û ronakbîrên wî bajarî ev gorin û şîretên Frederike Geerdinkê, heger meriv fêm bike rûreşiyeke pir mezin e. Lê dibê meriv fêm bike, di wê zanînê û mistewa fêmkirinê da be...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE