Dema hiş kêm be meriv wiha xwe perîşan dike. Îro tam 2 saetan zûtir çûm bîranîna Helebçeyê. Min digot belkî merasim saet di yekê da dest pê dike, lê saet ne di yekê da, di sisiya da bû.
Wek min got, ez 2 saetan zûtir çûm dêrê, lê min bala xwe dayê kurdek jî tuneye, hemû swêdî bûn.
Piştî telefonekê min fêm kir ku min wext tevlihev kiriye.
Lê bi vê şaşiyê min ne tenê xwe westand, min bihîst hin dost û heval jî bi nivîsa min xapiyabûn û ew jî weke min zû hatibûn.
Ji ber ku ez 2 saetan zûtir çûbûm, wexta min hebû ku ez li hin cî û meskenên xwe yên salên 1980-î bigerim û wan deman, wan demên ku ez nuh hatibûm Swêd xeyal bikim û bînim ber çavên xwe.
Merasimeke pir baş bû, gelek kurd û swêdiyên dostên kurdan hatibûn merasimê. Nûnerên her çar partiyên Swêd jî peyivîn û piştgiriya xwe nîşanî kurdan dan.
Qetlîama Helebçe yek ji qetlîama herî mezin e ku hatiye serê miletê kurd. Rejîma Seddam bi enfalên berî qetlîamê dû ra jî bi qetlîama Helebçeyê dixwest miletê kurd ji kok da ji ortê rake.
Û dinyayê jî li van qetlîaman temaşe dikir. Her tişt li ber çavên cîhanê dibû.
Ji xwe heger ne piştgirî û bêdengiya cîhanê bûya Seddam nikanîbû dest bi jenosîda kurdan bikira. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û hemû welatên mezin yên cîhanê çavên xwe ji kirinên Seddam ra digirtin loma Qetlîama Helebçeyê hat kirin.
Herçiqas îro li başûrê Kurdistanê statuyeke kurdan hebe jî lê dîsa jî îhtîmalên Helepçeyan ji bin da ji ortê ranebûye.
Û heta ku kurd li her çar perçeyên Kurdistanê azad nebin û nebin hukumdarên welatên xwe, tehlûkeyên Helepçeyên nuh ewê û tim û tim hebin.
Ji bo ku Helebçeyên din nebin, dibê li her çar perçeyên Kurdistanê jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Dibê Komkujiya Helebçeyê ji alî Neteweyên Yekbûyî ve wek jonosîda li hemberî miletê kurd were qebûl kirin û roja 16-ê adarê bibbe rojeke navnetewî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar