"Cengê hêja, her wisa Theodor Herzl di bîranên xwe da dibêje, ji bo ku li vê cîhanê ew(cihû) rehet bikin dibê ya ew bibin weke her kesî, yanî bibin xwedî dewlet, xwedî welat û xwedî al, ya jî gerek her kesî weke xwe bikin.
Yanî li dinyayê sînoran, dewletan û alên netewî rakin, her kesî weke cihûyên wê demê bikin însanên bêwelat, bêdewlet, bênasname û bê al.
Îdeolojiya komînîzmê, dîktatoriya prloterya û enternasyonalîzma Karl Marx sîstematîzekirina vê fikra Theoder Herzl bû.
Karl Marx, bawer nedikir ku ewê(yanî cihû) bikanibin bibin weke her kesî; yanî bibin xwedî welat, xwedî dewlet û xwedî al. Loma jî Marx xwest dîn, al, sînor û dewletên netewî nemînin, rabin.
Marx, weke dewlet û sînorên netewî li dijî dîn bû jî, çimkî dînê wan bûbû bela serê wan, loma jî got ”dîn afyona gelan” e.
Lê Herzl wek Marx nedifikirî, projeya Marx ya çareseriya problema cihûyan realîst nedît. Herzl ev mesele bi Marx ra û bi gelek cihuyên întellektuel û zengîn ra minaqaşe kir, gişan destpêkê ew xeyalperest didîtin.
Lê bi eksê Marx, Herzl bawer dikir ku di nava 50 salî da ewê bikanibin ”bibin wek her kesî”, yanî bibin xwedî dewlet, xwedî welat û aleke netewî.
Ji bo bigihîje vê armanca xwe çi ji destan hat kir, bi şev û roj ji bo wê xebitî.
Ji bo ku em kurd jî li vê cîhanê rehet bikin, dibê em jî bibin wek her kesî, wek her miletî; yanî bibin xwedî welat û xwedî dewleteke netewî. Hedefa her kurdî dibê ev be. Wekî din tu çareyeke me tuneye.
Rewşa kurdan(kurdên başûr ne tê da)îro ji rewşa cihuyan a Ewrûpayê ya sedsala 20an xerabtir e, ne baştir e. Loma jî weke her miletî dibê kurd jî bibin xwedî al, xwedî welat û xwedî dewlet."
XXX
Kesê ji guhertinê, ji nuhbûnê biterse ji jiyanê jï ditirse. Jiyan di guhertinê da ye. Dibê meriv ji tişht û fikrên nuh ra vekirî be..