Şair û parlamenterê herêma Kurdistanê yê ji Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb, li Cizîrê di panêla li ser ”Ziman û Perwerde” yê da îdîayek pir cidî avêtiye ortê, gotiye ji bo ku başûrê Kurdistanê li herêma Behdînan kurmancî nebe zimanê perwerdeyê Tirkiye mudaxeleyî perwerdê û weşana kurdî dike.
Şairê bi nav û deng û parlamenterê kurd Mueyed Teyib di derbarê mudaxeleya Tirkiyê da wiha gotiye:
”Berê li Herêma Behdînan perwerdeya bi kurmancî hebû lê dewleta Tirkiyê ji bo ev perwerde bandorê li bakûr neke, mudaxale kir û xwest perwerdeya kurmancî ji holê rabe.”Berî her tiştî ev ”îdîa”, îdîayeke pir cidî ye.
Ev yek.
Ya din jî ev îdîa ji alî ronakbîrekî jîr, merivekî pir nêzî PDK-ê û hukûmetê û parlamenterekî kurd ve tê gotin.
Û ev yek jî vê ”îdîayê” cidîtir dike. Ji ber ku xwediyê îdîayê ne merivekî laletayin e û ji ezbere napeyive.
Heta nuha çend carên din jî di derbarê mudaxeleyên Tirkiyê da di çapemeniya kurd da hin tiştên wiha hatin gotin.
Yanî ev ”îdîa” ne nuh e, heta nuha gelek carên din jî hatiye rojevê.
Li gor tê gotin, Tirkiye zixtê dide ser hukûmeta Îraqê ya merkezî û ya herêma Kurdistanê ji bo ku kurd elîfbeya latînî bikar neynin û li herêma Behdînan jî kurmancî nebe zimanê perwerdeyê.
Û îdîa ew e ku gele soran jî li ser navê ”yekîtiya zimên û zimanekî yekgirtî” di bin ra piştgiriyê didin vê daxwaza Tirkiyê.
PDK jî ji bo ku bi ”soranan” ra nabêna xwe xera neke ya bêdeng dimîne ya jî zêde îtîrazî nake.
Herçî mudaxeleyên Tirkiyê ne bêguman qet şika min tuneye, Tirkiye sedî sed mudaxela dike, ji bo ku li başûr zarokên kurdan bi kurmancî perwerdeyê nebînin û tîpên latînî jî fêr nebin.
Esas Tirkiye dixwaze kurdên Tirkiyê qet ji kurdên Îraqê û Îranê fêm nekin, jihevfêmkirina kurdên başûr û bakur, soran û kurmancan hinavê tirkan diqetîne, xewa şevan li wan heram dike.
Loma jî pir normal e ku Tirkiye tiştekî wiha ji hukûmeta herêma Kurdistanê dixwaze.
Wek Muyed Teyib jî di axaftina xwe da gotiye, baweriya Tirkiyê ew e ku heger li başûr li gel soranî kurmancî jî bibe zimanê perwerdeyê û bi tîpên erebî ra, tîpên latînî jî were bikaranîn, ev yek di pêşerojê da ewê bandoreke mezin li kurdên bakur(kurdên Tirkiyê)bike.
Tirkiye ne îro tenê wiha difikire, ji roja Komara Tirkiyê ava bûye û virda ye kemalîstan li hember miletê kurd ev siyaseta panturkîst û nîjadperest meşandine û hîn jî dimeşînin.
Piştî şerê Cîhanê yê Yekem, dema Îraq di bin destê Îngilîzan da bû kurdan li Kurdistanê demakê tîpên latînî bikar anîn û hin weşan jî kirin. Armanc ew bû ku kurd tîpên latînî jî bikar bînin û îngilizan jî jî piştgirî didan vê daxwaza kurmancan.
Lê Titkiyê mudaxele kir, îngilîz bi bertîlan îqna kirin û perwerdeya bi tîpên latînê rakirin.
Dîsa di dema Sovyetê da , di dawiya salên 1930-î da demakê kurdên Ermenîstanê elîfbeya kurdî ya latînî bikar anîn û pê weşan jî kirin.
Lê kemalîstan dîsa midaxele kir û Stalîn ew elîfba li kurdan qedexe kir, kurd mecbûrî elîfbeya krilî kirin.
Ji bo ku tirştên kurdên Sovyetê dinivîsin kurdên Tirkiyê nikanibin bixwînin.
Heger ne mudaxeleya kemalîstan bûya nuha bi hezaran berhemên kurdên Sovyetê bi tîpên latînîbûn û kurdên bakur ewê jê feydeyek mezin bigirtana.
Yanî di vî warî da sicîla Tirkiyê pir xerab e, gelek sabiqeyên wê yên bi delîl û îspat hene.
Loma jî tiştê Mueyed Teyib gotiye muheqeq rast e, dibê em jê nekivin dudiliyê…
Netîce di vir da ji bo me tiştê surprîz û girîng ne mudaxeleya Tirkiyê ye, ji wê bêtir şêl û bersîva kurdên başûr e.
Gelo li hember vê daxwaza tirkan ew çi difirkirin, ew dixwazin siyaseteke çawa bimeşînin?
Tirk naxwazin kurd yek elîfbayê bikar bînin, naxwazin kurd ji hev fêm bikin ji bo ku tesîrê li hev nekin, ji bo ku nebin yek milet.
Ê heger kurdên başûr jî bi qasî tirkan jîr, zana û neteweperwer bin, dibê ew jî sedîsed eksê daxwaza tirkan bikin, kurmancî bikin zimanê perwerdê û li gel elîfbeya kurdî ya erebî, ya latînî jî fêrî hemû zarokên kurdan bikin.
Mefê meriv tuneye ku meriv ji dijmin gazinan bike, çimkî dijmin xêra meriv naxwaaze û xerabiyê bi meriv dike.
Ev ne tiştekî pir xerîb û ecê be…
Lê dibê kurdên me bi ya dijmin nekin, daxwazên wan bicî neynin….
Ez hêvî dikim ku daxwaza tirkan tenê di daxwazê da mame, nebûbe dîtineke kurdan jî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar