Her cara ku ez dibînim keç û xortên kurd qedir û girîngiyê didin zimanê xwe, li zimanê xwe xwedî derdikevin gelkî kêfa min tê, dinya dibe ya min.
Di facebookê da xortekî bi naznavê ”Jîn Kajîn” ji ber ku hin kurd ji dêlî zimanê xwe bi tirkî dipeyivin xwe gelkî qeherandiye, ji kerba dilê xwe gotiye:
” Parçeyek namûs di pozê mirov de hebe, piçek şeref û heysiyeta mirov hebe, mirov bi zimanê xwe diaxive, naçe bi qûna zimanê serdestê xwe nagire!”
Di şirove û bersîva xwe da min got:
”Ne hewceyî gotinên wiha giran e, hema meriv hinekî ji miletê xwe û zimanê miletê xwe hez bike, xwe ji însan û miletên din kêmtir nebîne meriv bi zimanê xwe dipeyive.
Çawa ku mal û milkê xelkê nabe yê meriv, her wisa ziman û edebiyata xelkê jî nabe ya meriv.
Kurdên ku bi zimanê tirkî siyasetê dikin, berheman didin, di hundurê xwe da ne kurdên temam in, di hestên wan yê netewî da miheqeq jarî û zeîfiyek heye...”Heta 2-3 sal berê jî li Kuridistana bakur di nava kurdan da tu hêz û tevgereke ku têra xwe û bi şiklekî cidî girîngî dida zimên tunebû.
Kurdayetî bi tirkî dihat kirin, zimanê siyasetê bi temamî tirkî bû.
Lê ev heyameke di nava kurdan da hin kes û hêzên ku girîngiya zimên baş fêm kirine û bi rengekî cidî ehemiyetê didin bikaranîn û pêşdabirina zimên peyda bûne û xebatên pir hêja dikin.
Bîstek berê dîsa di facebookê da min li klîpeke çalakiyke li ser zimên temaşe kir.
Klîpeke pir balkêş bû.
Xortekî kurd li kolana bajarekî, di nava bi sedan, belkî jî bi hezaran însan da herfên kurdî bi milet dida fêr kirin.
Ji şiklê çalakiyê ra gelkî kêfa mim hat.
Dibê kurd serê xwe bi vê meselê ra biêşînin, ji bo belavkirin û fêrkirina kurdî li rê û metodên nuh bigerin.
Ji ber ku dibê em baş bizanibin ku dewlet bi rehetî zimanê me serbest nake, dibê kurd dewletê mecbûrî vê yekê bikin.
Ew jî ev e, dewletê bibîne ku kurd dev ji zimanê xwe bernadin, şikandina vê îradeya kurdan ji bin da ne mimkûn e.
Dema dewlet gihîşt vê baweriyê ewê weke berxikan kurdî bikin zimanê perwerdeyê.
Loma jî hebûn û şiyariya cîlên nuh gelkî girîng e, dema dewlet bibîne ku kurdî ne zimanê gundiyan û hin kal û pîran tenê ye, zarok û ciwanên kurd jî bi kurdî dipeyivin, dinivîsin û berheman didin.
Herçî bi rengekî bênabên dubarekirina girîngiya kurdî ye rast e, dibê meriv tim bibêje û nijarê di rojevê da bihêle.
Lê ne bi hêrs û xeber…
Berî her tiştî dibê hin însan û hin hêz di bikaranîna kurdî da israr bikin, xwedî rêxistin, dîtin û program bin û pêşengiya vê tevgerê bikin.
Dûra, bi wextê ra ev tevger ewê roj bi roj mezin û fireh bibe.
Ma têkoşîn, xebat û serîhildana kurdan jî wisa nebû, ew jî di salên 60-70-î da pir zeîf bû, bi çend ronakbîr û xwendevanan dest pê kiribû.
Lê dûra bi xebat û têkoşîna însanan tevger gav bi gav berfireh bû û li seranserê Kurdistanê şax berda, gihîşt hêzeke bi milyonan.
Dibê kurd di warê zimên da jî wiha bifikirin, bi plan û program bixebitin û di daxwaza xwe da bêtawîz û israrkar bin.
Xebateke wiha piştî çend salên din ewê fêkiyên xwe bide...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar