Pismam*, em îsal jî hefteyekê dereng bûn mîvanê te.
Her çiqas tu nedî ruyê me jî lê ez bawer dikim nuha çavê te li riya me qerimî...
Û herî bêtir jî li riya zeyiya te, Hêvî xanimê.
Çimkî gotinên te û wê pir diketin serê hev, kêfa te pir ji gotinên wê ra dihat û loma jî te tim ew dida peyivandin.
Dema tu bi wê ra dipeyivî, te gotinên kurdî jê dipirsî, şaş bigota jî te ya wê rast û ya min jî ”çewt” qebûl dikir.
Li hember wê, tu şansekî min ê ”qezenckirinê” tunebû.
Dema mesele dibû ez û ew, mêzîna te tim bi alî wê da giran dikşand.
Li gel ku tu merivekî adil û rastgo bû, lê ji bo ku tu wê biheq û min jî neheq derxî, te dev ji adilbûn û rastgoyiya xwe berdida, te bi wê zanîna xwe ya kûr û bi wê retorîka xwe ya xurt mesele li bin guhê hev dixist û tu dibû berdevkê wê.
Te digot, abla Hêvî baştir zane…
Sohbeta bi jineke gundî ya qerejdaxî ra kêfa te dianî, dilê te geş dikir, te dixwest hema ew bipeyive û em jî lê guhdarî bikin.
Bi alîkariya te, gava yek gotina wê jî bi ser ya min keta, tu pê gelkî rûgeş û bextewar dibû.
Lê ji şansê te ra, ew jî yeka di axaftinê da pir ”çikûs” e, heta meriv dest pê neke gotin ji dev nayê der.
Tê bîra te, carê di sohbeteke me da nizanim çawa bû, te ji min ra got, ”tu wekî gundiyan dipeyivî ya jî tu wekî gundiyan li meselê dinêrî”, axirê tiştekî wiha ji devê te derket.
Normal Hêvî bi qasî pêxemberekî ji te hez dikir, min qet texmîn nedikir ku rojekê li hember te ”rabe” û ”rexne” bike, lê wê rojê kir. Hema ji nişkave got:
-Ma çima gundî ne însan in?
Ji ber ku te jî weke min, tiştekî wiha ji Hêviyê nedipa, loma jî tu şeqizî, ji fediya zimanê te li hev geriya, tu mat bû…
Tertilandina te ya wê bîstikê hîn jî li ber çavê min e.
Te pir fedî kir, te çend caran uzrê xwe xwest û te jê ra got, ”weleh tu rast dibêjî abla, min gotineke beradayî kir...”
Lê di eynî wextê da min dît ku bê kêfa te çuqasî ji vê gotina Hêviyê ra hatibû, tu pir dilşa bûbû ku jineke kurd ya gundî û nexwenda wêrîbû te wiha rexne û ”mat” bike…
Tu dibînî, ez dîsa ji meselê dûr ketim, xwedêgiravî min dikira ji te ra sebebê derengmana xwe bigota…
Tu zanî îsal ya di dawiya adarê ya jî di destpêka nîsanê da bû, şevekê ji nişkave li ber datayê(kompeturê)tu ketî bîra min.
Hêviyê li salonê li telewizyonê temaşe dikir, hema ji nişkave ez ji ciyê xwe hol bûm û çûm salonê, min got, ”xanim, ma roja wefata Aslan kînga ye?”
Aqilê wê weke defterê ye, sal, meh û rojan ji bîr nake, got ”9-ê nîsanê ye.”
Min got, ê 9-ê nîsanê hefta pêş me ye…
Min li teqwîmê mêze kir, 9-ê nîsanê roja îniyê ye.
Me got pir baş e, roja îniyê piştî kar emê bibin mîvanê te.
Roja sêşemiyê(13/4) piştî şîvê li derve min cixare dişand, ji nişka ve hat bîra min ku me soza xwe ji bîr kiriye...
Min cixare avêt û bi hêl ketim hundur, bi dengê hêlî min got:
“Xamin, ma ka roja îniyê em diçûn ser gorra Aslan?”
Feqîrê şeqizî, got ”wîîî, weleh min jî ji bîr kir.”
Axx, off lê êdî dereng bû, tiştekî me bikira tunebû.
Me hîşt îro(16/4).
Min û xanimê saet li dora 17-an li Gullmarsplanê hevûdu dît.
Ez çûm ser eynî gulfiroşa hersal û min pirsa kîjan çîçek di vê demsalê da ewê baş be ji xanima gulfiroş kir.
Berî ku pêşniyara xwe bibêje, pirsa yê em diçin ser gorra wî, gelo mêr e jin e, ji me kir.
Min got hevalekî min e.
Li ser vê, me li ser nêrgizeke zer li hev kir.
Me çîçeka xwe kirî û me berê xwe da rawestgeha otoboza xwe.
Dinya ewr bû, asîman reş xeniqî bû, peşkên baranê dihatin.
Min ji xanimê ra got, te dît, min şemsiye bi xwe ra neanî, ez ditirsim em şil û pil bibin.
Xanimê destê xwe da kumê paltoyê xwe û got, ”wele yê min kumê min heye, dema barî ezê kumê xwe bikşînim serê xwe, tu li xwe bigrî…”
Em li otoboza xwe siwir bûn û li rawestgeha goristana te daketin.
Erê hîn dinya ewr bû, lê baran maran tunebû…
Me îcar gorra te rehettir dît. Nava goristanê û ser gorra te pir paqij bû, qey nuh paqijî kiribûn.
Wisa xuya bû berî me jî hinek bûbûn mîvanê te, 2 çîçek danîbûn ber serê te, lê pezkûzî ya kogiyan çîçek xwaribûn tenê qafik mabûn.
Me aliyê rastê yê kevirê ber serê te kola û nêrgiza xwe çand û hinek jî av lê kir.
Ji ber ku te ji caxarê gelkî hez dikir, min caxareyek vêxist û yek jî xist nav nêrgiza ber serê te, ji bo ku piştî em çûn tu bikşînî…
Li vê cîhanê tenê cixarê sebir û aramî dida te, tu bêyî nan û av dibûyî lê bêyî caxare nedibû…
Loma min tu bê cixare nehîşt.
Ez fikirîm, min ji xwe ra got, ez salê carekê têm ser gorra te, lê wiya jî nikanim
di wê rojê da werim, carnan ji bîr dikim...
tiştekî pir ecêb e, heta em li ba te bûn ji asîmanan yek peşka baranê jî nehat xwarê, lê piştî ku em çûn ketin otobozê û otoboz çendsedmîtruyan çû, ji nişka ve baraneke bi zirp dayê…
Min di dilê xwe da got, weleh tu ji min nexeyidî ye, ev baran nîşan dide ku te mazereta me qebûl kir û loma jî em ji şilbûnê xelas bûn…
Di vê nabênê da bi kurtî be jî ez ji te ra hikî jî qala halê kurdan û siyasetê bikim…
Li gor par îsal rewşa kurdan bi giştî piçekî baştir e…
Meha borî li başûr hilbijartin çêbûn, kurdan hêza xwe muhafeze kirin.
Esas dikanîbûn çend mebûsên din jî derxistana, lê ji ber berberî û bêtifaqiya di nabêna hêzan da çend mebûs kêm derxistin.
Hukûmet hîn ava nebûye, lê hemû hêz jî muhtacî kurdan e. Di pêşerojê da kurdê bi kê ra tifaqê bikin hîn ne diyar e.
Lê bi tevayî karwanê kurdan li başûr ketiye rê, êdî kes nikane wan rawestîne, zû dereng ewê dewleta xwe ava bikin.
Li ba me mesele geh baş dibe, geh xerab dibe.
Xwedêgiravî ev çend meh in hukûmeta AKP-ê “pakêteke kurd” hazir kiriye û gerek veke, lê venakin, dibin û tînin, navên nuh lê dikin bes hîn netçceyeke berbiçav tuneye.
Bi baweriya min li gel hemû teşxele û astengiyan li ba me jî ewê rewşa kurdan di rojên pêş da baştir bibe, kurdên hin mafan bidest xin.
Lê ev maf çi ne, ne çi ne, hîn ne diyar e, ev yek hinekî jî di destê îstîkrar û jîriya siyasetmedarên kurdan da ye.
Yanî di destê serok û berpirsiyarên PKK-ê da ye û belhazir ew jî hîn li destê Ocalan dinêrin.
Lê netîce dewlet çi bike û PKK jî siyaseteke çuqasî şaş bimeşîne dîsa jî pere nake, milet dev ji têkoşîna xwe bernade.
Daxwaza federesyon û Kurdistaneke serbixwe roj bi roj di nava kurdan da berfirehtir dibe.
Erê serxwebûna miletê te nebû qismetê te, lê ez wisa bawer dikim ewê bibe qismetê min û heger nebe ya min, herî dereng ewê bibe ya zarokên me.
Ez xebereke din bidim te, ez vê havînê, meha hezîranê diçim welêt...
Erê erê, te çewt nebihîst, piştî 31 sal sirgûn û hesret, ez, xanim û qismekî zarokan em diçin.
Ji nuha da heyecana çûnê ez girtime.
Ma tê bîra te, di orta salên 70-î da ez û tu li qahwexaneya Serayê, ya Şaban ya jî li ya Ahmet rûdiniştin û xort jî li dora me kom dibûn û em diketin “gewriya” hev ya jî gewriya hinekên din û wan jî li me guhdarî dikir...
Min gelkî dixwset nuha jî me li Wêranşarê dîsa eynî sohbet bikira...
Lê ez çi bikim, felekê bi me ra bêbextî kir, ev îmkan zû ji destê me girt.
Ji mecbûrî ezê te li vir bihêlim û bi tenê herim, ne li wan çayxaneyan be jî, lê îcar ne bi wan xortan ra, bi kalên rîsipî ra ezê sohbet û qala te bikim...
Soz, dema vegeriyam, ezê werim ji te ra qala rêwîtiya xwe bikim.
De nuha bi xatirê te...
*Mehmet(Aslan)Kaya
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar