11 april 2010

Dadgeheke tirk tembûr û erbane jî li kurdan qedexe kir

Ji alîkî da serokwezîr Erdogan di çarçeweya ”vebûna demokratîk” û ”pakêta kurd” da bi hunermendan ra civînan li dar dixe, xwedêgiravî bi wan dişêwire, bîr û raya wan dipirse, lê li alîkî din jî dadgehên wan, îcrakirina hunerê li hunermend û sinetkaran qedexe dike.
Koma şanoya ”Navenda Çanda Biharê” ya Batmanê, ji ber ku di Mîhrîcana Çand û Hûnerê û pîrozbahiyên Newrozê da, bi amûrên xwe yên muzîkê bêşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûne, dadgehê 5 salan hunermendî li hemûyan qedexe kir.
Li gor biryara Dadgeha Cezayê Giran ya 4-mîn ya Amedê, 13 şanoger û muzîkjen, 5 salan ewê nikanibin bêşdarî tu çalakiyên civakî û hunêrî bibin û hunera xwe îcra bikin.
Endamê koma şanoya kurdî Abdullah Tarhan, gotiye, ”cezayê dane wan, cezayekî trajîkomîk e û ewê vê qedexeyê jî bikin mijara lîstikeke xwe û pêşkêşî gel bikin.”
Bêyî vî cezayê ”qedexeya 5 salan” ya karê hunernendiyê, 70 dozên din jî hîn berdewam in.
Kes nizane ji van dozan jî dadgehên Tirkiyê ewê cezayên çawa bidin hunermendên kurd.
Dibe ku dadgeh di dozeke din da jî temaşekirina muzîkê û tiyatroyê li wan qedexe bikin.
Ji ber ku di cezayê pêşî da huner li wan qedexe kirine, careke din jî ewê dor were temaşekirinê, dibê wê jî qedexe bikin.
Ji endamên grûbê, solîstê Koma Muzîka Grava Rojê Mahfûz Arslan jî weke Abdullah Tarahan matmayî maye û gotiye:
”Di ahangên civakî da 5 salan stranbêjî li min qedexe kirine. Hevalên min jî 5 salan ewê nikanibin amûrên xwe bikar bînin. Ev cezayekî çawa ye? Aqilê min nagre?”Ne hewceye aqilê te bigre, ji xwe tiştê dewleta tirk aniye serê miletê kurd ne karê însanên biaqil, bi însaf û merhamet e, ew karê dînan û zaliman e.
Dewletê heta nuha axaftin û strana bi kurdî li kurdan qedexe kiribû, bi vê biryara wa ye lêdana tumbelekê, tembûr û erbanê jî lê zêde kirin.
Meriv qedexe kir, dibê xweş qedexe bike, ne ku axaftin tenê, dibê nehêlin kurd li erbaneyê jî xin...
Zulma zalimên zirzop dûrî aqilan e.
Lê ez hêvî dikim ku hinek kurd vê biryara dadgehê bike bi îngilîzî jî biweşîne, ji bo dinya jî ji vê sosiretê û zulma dûrî aqilan haydar bibe…

Û bersîva xortekî kurdGelek sipas ji bo bersîv û kurmanciya te.
Piştî ku tu ji Hewlêrê yî bi îhtîmaleke mezin tu soran î lê wa ye tu bi kurmancî jî baş dizanî.
Maneya xwe ew e ku tu kurdekî temam î...:)
Xortê delal, ez kurdekî ji bakurê Kurdistanê, ji wîlayeta Ruhayê me.
Ez nuha li Stockholê dimînim û 60 salî me.
Derd û kula dilê min ya sereke ew e ku weke her miletî kurd jî rojekê bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Lê ez dixwazim ev yek berî mirina min bi rast bigere, yanî di saxiya min da pêk were.
Ji bo ku ez bibim xwedî pasaporta Kurdistanê, bi pasaporta Kurdistanê carê herim li cîhanê bigerim lê bi taybetî jî herim Îranê, Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê.
Piştî van herçar dewletan jî mohra xwe li pasaporta min xistin, êdî mirin pir ne girîng e, kînga tê ser seran û ser çavan.
Ez hêvî dikim ku min hinekî xwe bi te da nasîn...
Xorto, min ji bîr kir bipirsim, ev paşnavê te çima bi tirkî ye?
Altuntop gotineke bi tirkî ye.
Paşnavên kurdên Tirkiyê bi tirkî ye, ez fêm dikim, lê yê te çawa dibe tirkî?

E-meyla Reshat Altuntop bêyî rastkirin li jêr e.”ez kurdim xelke bajere hewlere me 24 salime hem mamoste me li dibistane zarokan hemji niha xwendevanim li uneversteye salahedin li hewlere li bese ziman u edebyate kurdi.ez kefxwesim bi naskirine te.dixazim tu ji hineke tiste ji alye xwe re binvisini mamoste delal
emanete xwede bi
Reshat Altuntop”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE