Îbrahîm, birayê ezîz, teqrîben ev 30 sal in ku em hevûdu nas dikin. Em bi salan endamên eynî komelê û eynî partiyê bûn.
Piştî darbeya 12-ê Îlonê li Sûriyê demakê em li ba hev man û me hevûdu hinekî ji nêz va nas kir.
Ez berî te hatibûm Swêd, lê piştre tesadufan tu jî anî Swêd.
Li Swêd jî ne di warê rêxistinî û siyasî da be jî lê weke şexs dostaniya me tim dom kir, silava me tu carî ji ser hev qut nebû.
Weke ya her hevalekî me yê kevn, di warê siyasî da guherîn û pêşketinên di jiyana te da jî tim bala min kişandiye, carnan kêfa min aniye û carnan jî ez xemgîn kirime.
Çend sal berê, dema min dît tu bi kurdî dinivîsî gelkî kêfa min hat, min ji xwe ra got, çi baş, va ye qelemeke din jî li ziman, kultur û edebiyata kurdî zêde bû.
Û her cara ku li derekê ez li nivîseke te ya kurdî rast dihatim, min bi meraq dixwend û dixwest pêşketinên di ziman û nivîskariya te da bibînim.
Li gor ku destpêk bû, lê li gel vê jî uslûb û stîla te xweş û balkêş bû, hêviyek dida meriv.
Nivîsên te kin, zimanê te jî têra xwe serkeftî û baş bû.
Ji bo ku tu bibûya nivîskarekî hîn baştir tu asteng li pêşiya te tunebû, tiştê pêwîst tenê xwendin, nivîsandin û nivîsandin bû.
Lê ev demeke ez bala xwe didimê te dev ji nivîsandina kurdî berdaye û tu bûyî heyran û muptelayê tirkî.
Li gel ku li gor kurdî, tirkiya te gelkî xerab, lê dîsa jî ji nişka ve te xwe li tirkî kiriye bela û tu di nivîsîna tirkî da israr dikî.
Gelo ji bo çi?
Çima nivîsîna bi kurdî te tatmîn nake?
Çima tu hewce dibînî ku bi tirkî jî binivîsî?
Hinek kurd hene asîmîle bûne, ya kurdî ji binde nizanin ya jî kurdiya wan zeîf e, loma jî bi tirkî nivîsin. Heta dereceyekê meriv dikane mazereta wan fêm bike.
Lê ya te ne wisa ye, tu di maleke kurdîaxêv da mezin bûye, belkî dê û bavê te qet neçûne mektebê û bi tirkî jî nizanin.
Û tu jî dûra bi darê zorê li mektebê çend gotin tirkî fêr bûyî.
Lê dîsa jî kêfa te ji nivîsîna tirkî rat ê, gelo çima?
Çima tu hewce dibînî nîşan bidî ku tu bi tirkî jî dizanî û heta dikanî pê binivîsînî jî ?
Ev çi hest û hêze ku zimanê tirkî bi te hewqasî şîrîn dike û nahêle tu bi kurdî tenê qîma xwe bînî? Sebeb çi ye?
Nivîskarên her miletî bi zimanê xwe dinivîsin û bi zimanê xwe dibin nivîskar, şair, edîb, hunermend û hwd.
Çima tu jî naxwazî bibî nivîskarekî kurd?
Çima tu dixwazî îlem bi tirkî jî binivîsî?
Ma zimanê miletetê kurd tirkî ye?
Çima tu û hin kurdên din, hûn bi kurdî tenê nayên serî û tim xwe li tirkî radikşînin?
Sebebê vê heyraniya we ya zimanê tirkî ji ku tê?
Şoreşger, neteweparêz û ronakbîrên miletan hemû zanîn, huner, marîfet û sinetên xwe dixin xizmeta gelên xwe, ji muzîk, edebiyat, dîrok, zimanê yanî ji gelê xwe ra xizmetê dikin, ziman û edebiyata wî bi pêş dixin.
Lê piraniya ronakbîr û nivîskarên me kurdan ne ji ziman û edebiyata gelê xwe ra, ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmetê dikin û ji vê xizmeta xwe jî kêf, zewqek û hazeke pir mezin digirin, gelo ji bo çi?
Heger ronakbîr, edîb û hunermendên kurd bi kurdî nenivîsin, bi kurdî berheman nedin, kî ewê vî karî bike?
Edebiyat, ziman û muzîka kurdî ewê çawa bixuluqe û bi pêş keve?
Ma ne ev karê min û te ye...
Dante, ji ziman û edebiyata îtalî ra, Shakespeare, ji ziman, edebiyat û drama îngilîz ra, Goethe, ji edebiyata alman ra, Montaigne, ji edebiyata fransis ra, Puşkîn, Gogol û Çehov ji edebiyata rûs û Namik Kemnal, Orhan Kemal, Nazim Hîkmet jî ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmet kirine. Bêyî berhemên van nivîskaran edebiyata van miletan îro ewê ne di vê nuxteyê da bûya.
Ev tişt ji bo edebiyata kurdî jî wisa ye.
Ma çima em bi Elî Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî hewqasî serbilid in û pesnê wan didin?
Ji ber ku bi kurdî nivîsîne.
Ji ber ku ji ziman û edebiyata gelê xwe ra xizmet kirine.
Ji ber ku wan jî wek gelek kesên hemdemên xwe bi erebî, farisî û osmanî nenivîsîne û ji wan ziman û edebiyatan ra xizmet nekirine.
Sebeb tenê ev e.
Wekî din tu mezinayiyeke wan tuneye.
Heger Elî Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Ehemedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û Erebê Şemo bi kurdî nenivîsîbûna ma îro me dikanîbû qala hebûna edebiyata kurdî bikira?
Ji ber kun van camêran do bi kurdî nivîsîn, loma jî îro em dikanin qala edebiyata kurdî ya klasîk, qala romana kurdî bikin.
Heger em jî îro bi kurdî ninivîsin, zimanê xwe bi pêş nexin, sibe ewê kes nikanibe qala edebiyateke kurdî ya modern bike.
Hîcrî Ozgoren kurd e lê bi tirkî dinivîse. Ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, loma jî ew ji edebiyta tirkî ra xizmetê dike.
Lê Ahmed Husênî û Şêrko Bêkes jî ji ber ku bi kurdî dinivîsin ji ziman û edebita kurdî ra xizmetê dikin.
Ez hin nivîskar û ronakbîrên kurd dişibînim kesên xwedî kompleks, kesên bi xwe ra ne li hev, ji şikil û şema xwe ne razî.
Kesên wiha tim dixwazin bibin tiştekî din, bişibin hin kesên din. Loma jî kesên wiha di hundurê xwe da nerehet in.
Bi baweriya min, kesê ku dikane bi kurdî binivîse lê nanivîse, ya jî tim rast û çep lêdixe, tirkî jî di bera û sera dike, di esasê xwe da bi kurdbûna xwe ra ne li hev e, nasnameya kurdbûnê wî tatmîn nake, nivîsîna bi tirkî agirê dilê wî vedimirîne, kêmasiyeke wî ya rûhî tatmîn dike.
Heger ne wisa be, çima emê rabin çirt û virt bi tirkî binivîsin?
Em kurd in û emê jî weke her kesî bi zimanê xwe binivîsin û xelas...
Em dizanin ku dewlet jî dixwaze em kurdî nenivîsin, bi tirkî binivîsin û bibin tirk.
Ji bo ku zimanê kurdî wenda bibe, bihele û kurd werin asîmîle kirin dewlet zulmeke mezin li me dike, her roj çend heban ji me dikuje, dixe hefasan.
Bera me dide, me bi çolan dixe.
Ji bo ku ev ziman bi pêş nekeve.
Ji bo ku ev milet bihele...
Û em jî him bi vê siayseta dewletê dizanin û him jî radibin bi tirkî dinivîsin, di zimanê xwe da israr nakin.
Îbrahîm, wek min li jor jî got, hin kes hene ji ber ku nikanin meriv loma jê nake, lê yên weke te, tu sebeb tuneye ku bi tirkî binivîse.
Ji ber ku dê bavên me, bi tirkî nizanîbûn bi mehan, belkî jî bi salan nehîştine di zindanan da bi zarokên xwe ra bipeyivin.
Digotin ya hûnê bi tirkî bipeyin ya jî hevdîtin tuneye.
Hema ji ber vê zulmê û vê wahşetê be jî dibê meriv di malperke kurdî da ji kurdan ra bi tirkî nanivîsîne.
Belkî tu jî weke hinekan bibêjî, ji ber ku hin kurd bi kurdî nizanin loma ez bi tirkî dinivîsim.
Ev sebebekî vala û xapandin e.
Heger em li gor daxwaz û hewcedariya ”hinekan” hereket bikin, wê demê divê em dev ji bawerî û hedefên xwe jî berdin.
Ji ber ku milet gelek tiştên ne li rê, ne rast jî ji me dixwaze.
Carê piraniya gelê me bawermend e, dixwaze em jî weke wan dîndar bin. Dema me dest bi xebatê kir gel Kurdistaneke serbixwe, dewleteke kurd jî nedixwest, belkî hîn jî naxwaze.
Lê me guh neda gel, me riya xwe domand.
Gelekên me merivên ”ataîst” in û em Kurdistanane serbixwe dixwazin. Yanî em li gor daxwaza piraniyê, milet hereket nakin û me nekiriye.
Em dixwazin milet şiyar bikin, bînin ser fikrên xwe.
Ji ber ku hin kes bi kurdî nizanin, ne rast e ku em jî rabin dev ji kurdî berdin û bibin weke wan.
Wê demê maneya têkoşîna me namîne?
Ya rast ew e ku em kurdî fêrî wan bikin, ne ku em jî dev ji kurdî berdin.
Bi baweriya min, kesên ku ji bo nivîsîna bi tirkî bahaneyên wisa dibînin him xwe û him jî milet dixapînin, mesele ne milet û daxwaz e, problem ew bi xwe ne, destê wan ji tirkî nabe, ew di meju û hestên xwe da asîmîle bûne û loma jî ji zimanê kurdî hez nakin.
Ez hêvî dikim ku ev rexneya min ya dostane ewê tesîreke pozîtîv li te bike û te ji tirkî dûr xe û bike nivîskarekî kurdî yê baş.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar