13 april 2009

Veqetandina Rojînê ji TRT6-ê xebereke xerab e

Rojnameya Tarafê bi rojnamevanekî îngilîz Andrew Finkel ra hevpeyvîneke dûr û dirêj kiriye, ji ziyareta Obama bigre heta bi bûyera Ergenekonê, rewşa Tirkiyê û li ser gelek mijarên din dîtinên Finkel pirsîne û wî jî weke ewrûpiyekî bersîvên pir balkêş dane.
Fînkel ev 20 sal in li Tirkiyê dimîne û loma jî tirkan, mentalîteya wan û halê ew têda pir baş dizane û ji ber vê yekê jî tiştên gelkî xweş gotine.
Hevpeyvîn pir dirêj e, ezê qala hemû naverokê nekim, bes bersîva wî ya li hember pirsa ”Jiyana li Tirkiyê tu çawa tarîf dikî?” gelkî kêfa min jê ra hat.
Fînkel wiha bersîva vê pirsê daye:
”Tirkiye welatekî zû diguhere, dîmenê rojekê hûn di pencereya xwe da dibînin roja din tuneye. Hûn fêrî vê guherînê dibin, ji bo ku hûn li Tirkiyê bimînin dibe sebebek. Hûn dibin muptelayê bêîstîkrariyê. Heger hûn aramiyê(sakîniyê) bixwazin hûnê li vir nejîn, hûnê herin welatê Rasmussen Danîmarkayê.”Tirkiye dişibe qumarxaneyeke Las Vegasê, di şevekê da meriv him dikane bibe milyoner û him jî rût û repal bibe.
Weke camêrê îngilîz jî gotiye, Tirkiye welatekî bêîstîkrar e, garantiye tu kesî û tu tiştî tunye.
Tu soz û peyman nikane tu tiştî ji meriv ra garantî bike.
Rojekê tu dikanî pir meşhûr bibî, roja din tu dikanî dakevî binê sifirê.
Gava min xebera veqetandina Rojînê xwend tiştên jorîn hatin bîra min.
Min dizanîbû ku di dema weşanê da ewê hin problem derkvin, lê min qet texmîn nedikir ku ewê hewqas zû derkeve.
Ji ber ku dewlet ne dewleteke cidî û rûniştî ye ku ji xwe fedî bike û rê li ber tiştên wiha bigre. Dewleteka cidî bûya nedihîşt di demeke hewqas kin da ev tişt were holê.
Welhasil çapemeniya kurd û tirk îro bi xebera îstîfaya Rojînê ya ji TRT6-ê matmayî ma.
Bi kurtî, hunermenda kurd ya dengxweş û zarşîrîn îro bi daxutaniyeke nivîskî diyar kir ku wê dev ji TRT6-ê berdeya.
Rojînê di beyana xwe da gotiye, ”di TRT6-ê da biryara destpêkirina min çiqasî zahmet bû, piştî serpêhatiyên min di vê qanalê da devjêberdana min jî hewqasî hêsan bû.”
"Pêşkêşkerekê bifikirin ku bêyî ku haya wê ji mijarê û mîvanan hebe têkeve programê. Bifikirin ku tu pêşniyareke min neyê qebûlkirin. Gelek tiştên ez di programê da dibêjim were birîn, midaxeleyî hertiştî were kirin. Ji programê ra muameleya sûcê potansiyel, li hember min jî muameleya sûcdara potansiyel weere kirin. Dera ku ez lê ne azad bim kes nikane min lê bigre. Ez naxwazim li dereke ku ne li gor şexsiyeta min ya hunermendiyê û şêla min e bimînim. Ez ketimê… min dît…derketim.”
Vana îthamên gelkî giran in, ku bi rastî jî atmosfera TRT6-ê wiha be pir û pir xerab e û kurdên welatparêz û xwedî şexsiyet divê midaxele û sansureke wiah qebûl nekin.
Lê tiştê balkêş, piştî beyana Rojînê bi çend saetan TRT6-ê beyaneke pir kurt da û got, ”ji ber ku Rojîn bi şiklekî bêmazeret beşdarî kişandina programî nebûye, program ji weşandinê hatiye rakirin.”
Di orta sebebên ku Rojînê di beyana xwe da rêz kirine û tiştên Mudûrê Giştî yê TRT-ê gotiye ferqeke pir mezin heye.
Rojînê gotiye, ji ber ku midaxele û sansoreke pir mezin heye ew îstîfa dike û mudûrê TRT-ê jî gotiye, ji ber ku nehatiya amadekirina programê me program ji weşanê derxistiye.
Bêgunan ev hevîr ewê hîn gelek av bikşîne, Rojînê hîn gelek caran bipeyive û ewê qala gelek tiştan bike.
Loma jî TRT, bi înkarê nikane ji vê yekê xelas bibe.
Heger bi rastî jî rewş û atmosfera TRT6-ê weke ku Rojînê aniye zimên hewqasî xerab be ewê derkeve ortê û bibe sebebê gelek îstîfayên din jî.
Bêguman hinek kesên weke mamûran ji emrê TRT-ê yanî ji emrê dewletê dernekevin ewê tim hebin. Çimkî kesên wisa berê jî hebûn û ewê nuha jî hebin. Ji van kesan ra tiştekî zêde em bibêjin tuneye.
Lê hinek kes hene welatparêz in û hîn xwedî îdîa ne, divê ew vê midaxeleya dewletê qebûl nekin.
Di rojên pêş da ewê diyar bibe hela ev problemeke tenê di nabêna Rojînê û hin berpirsên TRT-ê da ye ya jî siyaseta dewletê ya piştî hilbijartinan e, emê bibînin.
Heger dewletê TRT6 weke bertîleke demî û xapandinê hesabkiribe şaş fikiriye û ewê bêtir li zirarê derkeve, ewê rezîl û riswa bibe.
Tu tiştekî miletê kurd di vî warî da wenda bike tuneye, tenê ewê derkeve ortê ku dewleta tirk û AKP çi hêzên sextekar û basît in û divê meriv ji tu soz û peymana wan bawer neke.
Netîceyeke wiha ewê AKP-ê li di nava kurdan da hinekî din jî ji hêz da bixîne û tevgerra kurd ya netewî jî xurttir bike.
Lê ez çi bibêjim, li Tirkiyê her tişt mimkûn e.

5 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Ya rast Rojîn xanim ji binî heya serî lîstik e. Heger Rojîn xanim dixwaze TRT6ê ji bo kêfa xwe bi kar bîne, xwe dixapîne, hinên din ewê wê ji bo kêfa xwe bi kar tînin. Bila chîrokên din qet nebêje (ez heta vê gavê jî ji N. Akbal gelekî razî me, bi dilekî kurdperwer tevdigere).

    Va ye ez li jêr sê e-mailên ku min di nav sê mehan da jê ra rêkirine u gilî u gazincên xwe kirine, li vir jî diweshînim (bibore, hinekî direj e). Min ti bersiv jî jê negirt.

    Bi silavên hêja


    +++

    3.1.2009:

    Birêz Rojîn,

    Min doh êvarî di TRT-6'ê da li bernameya we ya bi navê "rojîname"yê temashe kir. Bêguman ez bi xwe jî wekî gelek kurdên kurdîhez bi vê bernameya we pirr kêfxwesh bum. Helbet hêvî u daxwaza min ew e ku hun di vî warî da kar û barê xwe pêshta biben u xizmeteke mezin pêshkeshî zimanê kurdî u chanda kurd bikin.

    Ya rast we di galaya vekirina TRT-6'ê da bi zimanê tirkî strana Hakki Bulut got. Bi fikra min kêfa min u ya mîletê kurd zêde bi vê yekê nehat u nayê jî. Gelo ji ber chi? Ma ti pêwîstî bi vê hebu? Îcar hun bi vê jî nesekinîn, we rabu di bernameya we da jî bi straneke tirkî dest bi weshanê kir. Helbet bi vê jî we qîma xwe neanî u bi zimanên din jî berdewam kir. Ez wekî shexs ne li dijî zimanên din im (ji derî tirkî, farsî u erebî). Lê rewsha îro ya zimanê kurdî di nav kambaxiyeke pirr mezin daye u mirov hew dikare pêsheroja wî li gorî nêzikbuneke, felsefeyeke rojane telafî bike. Bêshik daxwazên we yên hunermendî dikarin hebin. Di vê babetê da heta astekê mirov dikare we u helwesta we fahm bike jî. Lê belê divêt mirov asta netewî jî bizanibe, bi germahiyeke u baldariyeke nazik nêzîkî wê bibe. Bi mîlyonan kurd li ber televîzyonên xwe li benda hin tevgerên kurdewarîn e. Bi dêhna min ji vê erdê sar u rengîn heta ezmanê sayî xwedî maf u heq in jî. Bi kurt u kasî (kurtasî) ewqas qenalên bi zimanê tirkî hen in, ne hewce ye ku hun wekî kurd di qenala kurdî ya ku hê doh dest bi weshanê kiriye, stranên tirkî li me bidin guhdarî kirin. Heger daxwazeke wilo ji hêla me va hebe, em dikarên vê yekê bi navbera qenalên tirkan jî bînin shunê. Lê ev daxwaz jî aniha qet tun e. Dibe ku qet nebe jî.

    Li hêla din, we got Yilmaz Güney hunermendekî kurd e. Ma kîjan kurdî/ê nedixwast ku vê bi rehetî bîne zimên, kîjan kurdî/ê? Di dilê her kurdekî/ê da Yilmaz Güney shuna xwe ya abadîn girtiye u bawer nakim ku di pêsherojê da biguhere. Lê mixabin rastî u daxwazên dilê mirov carna ji hev pirr-pirr dur in. Dirêj nekim, Yilmaz Güney wekî derhêner, lîstikvan, nivîskar aîdî zimanê tirkî ye. Kesekî emerîkî yan jî efrîkî jî dikare di derbarê kurdan da fîlman bike, muzîkê chêbike, pirtukan binivîse, lê heta ku zimanê kurdî bi kar neyîne nikare bibe hunermend, muzîkjen, nivîskar u derhênerê kurd u kurdî...

    Bi hêviya ku min hun eciz nekiribe. Bi daxwaza ku ewê serkeftina kurdîhezî, kurdperwerî u kurdistanî ya we u ya me tevan bibe.

    Di gel silavên germ

    Bîrjen Jehr


    +++


    16.2.2009:

    Birêz Rojîn,

    Va ye demek e ku carina li bernameya "rojîname" dinêrim. Her chendî min di destpêka da ji niha zêdetir lê temashe kiribe jî, di van demên dawiyê da heftekê belkî carekê, ew jî tenê ji bo chend deqqeyan chêdibe (wekî ya îro). Bê guman ez bi weshana kurdî pir kêfxwesh bubum.

    Lê mixabin ku we hêdî hêdî berê xwe da tirkî. Gelo ew siyaseta TRT6-ê ye yan ya shexsê we bi xwe ye? Îcar we dest bi xwandina e-mailên bi tirkî kiriye ku mirov mebesta we hew dikare fam bike. Heger naveroka van e-mailan li gorî dilê we hatibin nivîsîn jî, heqqê we nîn e ku di programên kurdî da vê haletî ruhiyeta xwe bikin chavên temashevanan. Hun jî bash dizanin ku ev îmkanên ku îro chêbune, êsh u janên pir mezin dane xelkê kurd. Hêvîdar im ku hun ê di vê mijarê da tirkiya we u ya temeshavanên we li pash ekranan di navbera hevdu da chareser bikin u kêfa xwe bi mezinahiya we bînin. Lê divê hun programa bi zimanê kurdî nekin bazara qerechiyan.

    Gelo tenê bi zimanê kurdîbuna TRT6-ê ev e?!

    Bimînin di xweshiyê da

    Bîrjen Jehr

    Not: Ez jî hun jî bash dizanin ku hun ê vê e-maila di bernameya xwe nexwînin.


    +++


    3.3.2009:

    Birêz Rojîn,

    Min berî niha jî ji we ra chend caran e-mail shandin u gilî u gazincên xwe yên di derbarê zimanê we yê tirkî da anîbu zimên. Herweha min xwandina e-mail'ên bi zimanê tirkî jî di vê babetê da bi bîr anîbun. Bi rastî jî di nav bernameyên TRT6'ê da ya herî bê kalîte programa we ye. Her chiqas min di destpêkê da pishtgiriya we kiribe jî, aniha ez pol u poshman u xweziya xwe bi vê xeletiya xwe tînim.
    Diyar e hun ê "dev" ji zimanê tirkî bernedin u di bernameyên xwe da îllam tirkî bikin guhên xelkê kurd.

    Ez we u vê bêhurmetiya we ya li dijî ziman u chanda kurd u kurdî bi tundî rexne dikim u hêvîdar im ku dê xelkê kurd rojekê van bi bîra xwe bîne u ji we hêseba chend tishtan bipirse.

    Gelo kesê/a ku ji bavê xwe ra bibêje "fashîstekî kurd e" (bawer im hun mahneya vê peyvê jî bash nizanin) ewê chawa ji bo miletê kurd xizmeteke bash bike?! Divê hun ji bîr nekin, bi saya bavê xwe hun îro keda xwîna miletê kurd bi kurdiya we ya cheqilmast vedixwin u shuna xwe germ dikin. Ez chi bêjim, hun ne ew kes in ku têbigêjin jî.

    Bimînin di haletî ruhiyeta xwe da

    Bîrjen Jehr

    SvaraRadera
  2. Xalo,

    Ez dibêm Rojîn ewê seba berjewendiyên xwe ne tenê kurdî, Kurdistan-ê jî bifiroshe.

    Min carina bi kurtî be jî lê temashe kiriye. Xaltîkê heta ku jê dihat, shexsê xwe derdixist pêsh, zimanê tirkî bi zêdeyî derdixiste pêsh kurdî. Wellahî ez naxwazim îtîrefan lê bikim, lê dibe ku TRT6ê ew ji ber vê sedemê ji kar avêtibe (de were li vê îroniyê binêre!)

    Ez jî heta vê gavê sekena Nilüfer Akbal kurdistanî dibînim. Wekî Rojîn-ê vik u vala programên xwe chênake.

    Silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  3. Îcar Rojîn chi dixwaze? Dawiya cahilan heta ber deriyê sînorê ye. Ez qet u qet bawer nakim ku problema te bi TRT6ê ra kurdperweriya te bibe. Me programên te u tirkchîtiya te bash dît. Chima Nilüfer Akbal bi kurdistanî dikare hereket bike? De bajooooo! Me serê xwe bi torax u avê xwedî nekiriye, sayin Rojîn-ê.

    Hey xwedêyê mezin tu kompleksan nedî kesekî!

    Mêrdînî (u serda jî Omerî me!!!)

    SvaraRadera
  4. Ihtimale ew di analea taybet de dest b ar be

    SvaraRadera
  5. Xalo Zinar,
    Wellahî kek Bîrjen u hevalên din mebesta Rojînê kêm-zêde nirxandine u ez jî tevlî van hevalan dibim.

    Siavên germ

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera

PARVE BIKE