25 november 2008

Kurd êdî ne kurdên berê ne


Elhemdulîlah îro ez ne li ser berfê bûm çît û ne jî ketim nava çembera pûlisan.

Bi berbanga sibê ra bi semt ji malika xwe derketim, çûm li otoboza xwe siwar bûm û çûm karê xwe.

Wek yê devê wî ji şîr şewitîbe ji tirsan pifî mêst bike, ji bo ku careke din nekevim û dereke xwe seqet nekim pir bi dîqet dimeşiyam.

Berfê îro vekir û sir û serma kêm bû.

Swêd welatekî wiha ye, du saetên wî hevûdu nagre.

Rojekê dibe berf û tozan, serma 10-15 dereceyan dadikeve binê sifirê, roja din 10-15 dereceyan derdikeve ser sifirê.

Li gor rapora meteorologan/seqamasan ji sibe û pê va hewa ewê germtir bibe û bibe baran. Berfê li erdê nemîne, herderê bibe avzêm.

Yanî berfa me bû weke ”mêrik” bi meriv bikene, tenê sê roj bûn, hat û çû, me tiştek jê fêm nekir.

Dema meriv bi salên dûr û dirêj li xerîbiyê bimîne haya meriv ji pêşketin û guherandina welêt çênabe.

Herçiqas meriv hin tiştan dibihîze jî têr nake, çimkî dîtin û bihîstin ne weke hev e, divê meriv bi çavaên serê xwe bibîne.

Bîstik berê dema min xebera, ”Gewerê jî ronahiya lempeyên trafîkê dît” xwend, min ji çavên xwe bawer nekir, ez gelkî kêfxweş bûm.

Min ji xwe ra got hey dinyayê, Gewer li ku lempeyên trafîkê li ku?

Lê li vê dinyayê tu tiştekî statîk tuneye, hertişt diguhere û heta lempeyên trafîkê jî xwe digihînin Gewera şîrîn.

Belê, êdî weke li her bajarekî modern li Gewerê jî lempeyên trafîkê hene, însan û wasite li gor qaîdeyên trafîkê diçin û tên.

Xêraxwedê.
Ma ji viya çêtir ?

Dibe ku weke min gelek kesên din jî bawer nekin, lê rast e, dawiya dawî gelê Gewerê jî lempeya sosr dît.

Lê ya xerab ji ber ku nizanîbûne kîjan reng ji bo çi ye, loma jî destpêkê serê milet hinekî li hev ketiye, lê dû ra mesele nemaye.

Li gor çapemenî dinivîse li navçeya Gewerê ev cara pêşîye sîstema sînyalîzasyonê ya trafîkê dikeve fealiyetê.

Roja pêşî ne milet tenê, piraniya şofêran jî nizanîbûne ewê di kîjan rengî da rawestin û di kîjan rengîn da derbas bibin, loma jî tevlihevî û teşxele derketiye.

Ji ber ku kesî nexistiye serê kesî, li ser vê, milet mercbûr maye ku demekê dîsa li gor usûla berê ya bav û kalan herin û werin û wolta xwe bavêjin.

Lê ev yek jî bûye sebebê tevliheviyeke mezin.

Li ser dora çûyin û hatinê, di nabêna kesên peya û şofêran da teşxeleyeke mezin derketiye.

Li gor milet bi vêketina lempa sor divê wasite rawestin û însan derbas bibin, lê şofêr li dijî vê dîtina milet derketine û gotine, dema lempa sor vêkeve divê însan rawestin û wasite derbas bibin.

Çimkî li gor hin şofêran, divê di sor da meriv derbas bibe û di kesk da jî meriv raweste.

Di vî warî da milet û şofêran hîn nekiriye serê hev, lê minaqaşe berdewam in.

Li ser pirsa rojnamevanekî, ”dema lempa sor vêketîbe meriv çi dike?”, Îsmaîl Kayayê Gewerî gotiye:
 ”Di lempa sor da meriv ji mînîbusa sekinîye ya dadikeve ya jî lê siwar tê, ma wekî merivê çi bike?”


Gotina rast rast e.

Bi rastî jî kurd êdî ne kurdên berê ne…

Kakiriên Çapxaneya Meclîsa Tirkiyê karta mebûsê Sêrtê Osman Ozçelîk, ji ber ku li gel tirkî, bi kurdî jî gotiye ‘Cejna we ya Qurbanê pîroz dikim. Di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim.”, çapnekirine û paş da li Ozçelîk vegerandine.

Çapxaneyê gotiye, ji ber ku bi kurdî hatiye nivisandin em nikanin çap bikin.

Li ser vê sosiretê, Osman Ozçelîk gotiye:

“Tê îdîakirin xwedêgiravî li pêşîya kurdî tu astengî nîne, TRT xwe amade dike ku dest bi weşana kurdî bike, lê parlamenterek nikane cejnekê bi kurdî pîroz bike.”

Bi baweriya min tiştên wiha pir baş in, belkî kurd teseliya xwe ji tirkan bibirin û doza serxwebûna xwe bikin.

Derewa TRT-ê beşekî ji plan û taktîka xapandina kurdan û tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye.

Ez bawer nakim nêta tirkan û dayina tu mafan hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE