Ev sê roj û sê şev in li Stockholmê berfê venekiriye, pûk e, tozan û bager e, çav çavan nabîne.
Ji sar û sermê çûk li hewa diqefilin
Rê hatine girtin, trafîk serobinî hev bûye, trên baş naxebitin, otoboz di wextên xwe da nayên.
Bi sedan qeza çêbûne, bi hezaran rêwî di riyan da mane.
Bi şev vizîn û guveguva ba û bahozê meriv ji guhan dike.
Serma çend dereceyan daketiye binê sifirê.
Bîska berê dema xanimê li xeberan temaşe dikir û wasiteyên seroqûnî hev bûbûn dît, di bin çavan ra li min nêrî û bi mane ji min ra got, te digot berf berf, a berfa te barî û malik li xelkê şewitand. Wa ye xelkê feqîr giş di riyan da maye…
Min mijar guherand.
Bi rastî jî ez ji berfê gelkî hez dikim, zaroktiya min weke xewnên şevan tîne bîra min.
Li Wêranşarê berf hersal nedibarî û heger bibariya jî hertim ne zêde nedibarî. Lê sala zêde bibariya û rê dirb bihatana girtin kêf kêfa me zarokan bû.
Loma jî hezkirina ji berfê weke bîranîneke zaroktiyê bi min ra maye.
Û bi taybetî jî di vê mehê da tarîtiya meha mijdarê (çirîya paşîn) diçirîne, dibe çira û find û lokiz û herderê ronî dike.
Do piştî nîvro me got ka em herin bîstekê ji xwe ra bigerin. Derve sar bû, berfeke xweş dibarî û bê(ba)digobiland.
Me xwe baş jidand û em birê ketin. Erd şematok bû û hîn qûm nekiribûn. Em nêzî kaşekî bûn. Xanim li milê min ê çepê dimeşiya, ez lê zîvirîm û min got, tu nekevî, erd şematok e...
Hîn min gotina xwe neqedandibû min hew dît ku ez li ser piştê li erdê me.
Weke kundurekî gurmînî ji min hat, ez li erdê bûm çît.
Ji şansê min ê xerab ra, hîn ez li ser piştê li erdê bûm, jinikeke swêdî ji hember da di me derket, ez di wî halî da dîtim.
Got, divê meriv bi semt bimeşe, erd pir şematok e.
Min dengê xwe nekir, xwîdan li xwe sar kir û rabûm ser xwe. Xanimê xêra xwe ez ji para dawşandim û ken got, “maşalê tu pir neêşiya?”
Min qala êşa boçika xwe nekir, min got na na, şikir ez bi selametî xelas bûm, min dereke xwe neşikand.
Çaxa xerab were li ser hev xerab tê.
Îro piştî kar min telefonî Yilmaz kir, min got, heger tu li aşxanê yî, ezê werim qahweyeke te vexwum.
Weke hertim got, ma ezê li ku bim, were ez li vir im.
Saet di 16.18-an da ez li trinê siwar bûm û min berê xwe da bajêr. Çimkî ciyê karê min hinekî derî bajêr e. Saet ji çarûnîvan çend deqîqe dibihurîn ez îstesyonê derketim ku herim ba Yilmaz. Lê min bala xwe dayê ku pûlisan rê girtine. Gelek însan kom bûne, dixwazin derbas bin lê pûlis rê nade.
Me got mesele çi ye, çima we rê girtiye?
Gotin banqeyek hatiye şêlandin, loma jî me rê girtiye. Min xwest xwe di bin ra kim û herim qeherî, qebûl nekir.
Ez li dora aşxaneyê nîv saetê doş bûm, li ciyekî du ciyan min xwe di bin şirîta qedexeyê ra kir lê pere nekir, ez çûm kîjan kuçe û kolanê girtiye, kesî bernadin.
Ya xerab êdî ez nikanîbûm bi paş da jî vegeriyama, ez mabûm di ortê da, ne dikanîbûm pêş da û ne jî paş da biçûyama.
Ji Îstasyonê dûr ketibûm, nêzî aşaneyê bûm, lê min nikanîbû xwe bigîhandayê.
Min telefonî Yilmaz kir, mesele jê ragot. Got heyran li vir jî wiha ye.
Welhasil min bala xwe dayê, heger ez li bende rakirina qedexeya pûlis bimînim ezê hîn gelkî li ber sar û sermê û berfê biricifim.
Pûlisê Swêd wek yên tirk naçe nigê xwe li pakêta bombeyê naxe û nabêje ”ez di qûna vê pakêtênim, ma ewê çi tê hebebe?” û nabe sebebê mirina xwe, bi derewa dînekî jî dikane 3 saetan bi dehan kuçe û kolanên Stockholmê bigre.
Ji ber ku ez bi viya dizanim, loma jî min hema bi lez xwe di bin şirîta yasaxê ra kir û baz da û berê xwe da aşxanê. Bêyî ku li pişt xwe binêrim min xwe avît hundur.
Li aşxanê çend mişteriyên ku di hundur da asê mabûn rûniştibûn û bîra vedixwarin, weke min ew jî li bende rizgarbûnê bûn.
Qahwa min ji xwe berê hazir bû, min bi ser xwe da kir û pê hundurê xwe germ kir.
Birêz Zarayê Kurdîzan, di nivîsa min ya do da gotina ”data” meraq kiriye û gotiye:
”Ma gelo ji bo wateya maman; dadîk; xaltî …yan jî tiştekî din hatiye bi kar anîn?”Heyran ji ber ku ez li Swêd dijîm loma jî gelek caran bêhay hin gotinên swêdî bikar tînim. Li Swêd ji kompîtorê ra bi zimanê rojane dibêjin ”data/n” ya jî dator.
Yanî dema xanimê ji min ra got here li ber ”data” xwe rûne, qesta wê ew bû ku here li ber kompîtora xwe, bi tirkî dibêjin ”bîlgîsayar” a xwe rûne, ne ku here li ber "xaltîka xwe" rûne.
Lê texmîna te ji bin da ne vala ye, ”xaltîk” jî lê tê, ji dêlî ”datayê” dikanîbû bigota here li ba "xaltîka xwe" rûne…
Û herçî mesela dirêjiya nivîsan e tu ji erd heta bi asîman bi heq î, nivîs çuqasî kin be hewqasî hêsantir û pirtir tê xwendin.
Lê ji wê ra jî hosteyî lazim e. Hêdî hêdî emê wê jî fêr bibin.
Ev aliyekî meselê ye.
Aliyê din jî bûyer pir in, gelek caran destê meriv ji yekê jî nabe, weke moza hingiv meriv dixwaze li ser hemûyan venîje û bi çend gotinan be jî qalê bike.
Axir tu kar bê qusûr nabe, lê bêguman qusûr çuqasî kêm bin hewqasî baş e, ew jî rast e û wesalam.
Em îro žî bi saya nivîsa te hînî buyerên li Swêd’ê bun!
SvaraRaderaBibore, min got, dibe ku ev peyva “data” peyveke kurdî ye u wekî mecazî hatiye bi kar anîn.
Ya rast, ži ber ku laqirdî di nav civata me da gelekî pêš ketiye, ez žî bêyî hemda xwe hatim ser vê fikra laqirdî :-). Lê dîsan žî xalê Zinar, ku xaltiya me hêrs ket, bila ži te ra bîbêže: Here ži xwe ra li ber čongên “xaltîka” xwe rûne!
De bila ševa te u we xweš be :-)))
Zarayê Kurdîžen