06 september 2008

Rexneyeke bêwate û bersîva min

Do min rexneyek li gurûbeke bi navê ”komun-hareketî- girt. Min texmîn dikir ku ev gurûb çepên tirk e, lê Bedixan Badilî gotiye ”moderatorê” vê grûbê kurd e. Kurd be jî ferq nake, piştî ku xizmetê ji zimanê tirkî ra dike…

Bedirxan badilî jî nivîsa min çewt fêm kiriye û rabûye ez rexne kirime. Min bersîva rexneya wî do bi şev da. Li jêr, ez bersîva ku min daye Bedirxan Badilî, rexneya wî, nivîsa ku min ji komun-însîyatîfî ra şandiye û mesaja wan, yanî hemû nivîsan diweşînim.

Çawa be îro tehtîl e û gelek kes li malên xwe ne. Yanî wexta gelek hevalan heye ku bîstekê jî tiştên ”vala” û minaqeşeyên ”pela-pûçî” bixwîne.

Çawa ku bûk bi dilê zavê ye,helbet xwendin û nexwendin jî bi dilê we ye, hûn dixwînin jî, naxwînin jî hûn bi kêfa xwe ne.

”Merheba birayê Bedirxan Badilî!

Birayê delal, min rexneya te bi matmayiyeke mezin xwend.

Te rexne li bersîva ku min dabû Kayhan Kirac girtiye û ez "ji dil û can jî şermezar kirime." Tu bi vê jî nehatiye serî, te gotiye "di Dîwanxaneyê da kes weke gotina min tiştekî beradayî naxwaze."
Birayê delal, ez fêm nakim tu ji bi çi "ji dil û can" min "şermezar" dikî? Û kîjan gotina min beradayî ye?


Berî hertiştî te ya nivîsa min nexwendiye ya jî te xwendiye lê tiştek jê fêm nekiriye. Ez îzah bikim.

Ev çand car in biraderekî bi navê Kayhan Kirac ji min ra meylan dişîne û dibêje mesajên xwe bi tirkî jî binivîsin. Min digot belkî ew çepên tirk in.

Ez ji kompîtorê zêde tiştekî fêm nakim, min got belkî ew ji hemû endamên Dîwanxaneyê ra dişînin. Yanî dixwaze ku endamên Dîwanxaneyê mesajên xwe bi tirkî jî îzah bikin, yanî kurtiya wan binivîsin.

Vê daxwaza wan ez gelkî aciz kirim û min jî rabû bersîvek da wan, min bersîv nedaye Dîwanxanê, ji Dîwanxaneyê ra tiştek negotiye.

Min gotiye ”ev çend cara in hûn ji endamên Dîwanxaneyê dixwazin ku ew tirkî jî li bin mesajên xwe binivîsînin, ji bo kesên kurdî nezan fêm bikin.” Ji ber ku di rexneya xwa da gotibû hin endamên me bi kurdî nizanin.

Li ser vê rexneya wî, min jî gotiye heger emê li bin her mesaja xwe tirkî jî binivîsin, berî hertiştî divê hûn(yanîkomun-inisiyatifi@googlegroups.com)dest pê bikin. Yanî divê hûn berê li bin mesajên xwe kurdî binivîsînin, dû ra emê jî li we binêrin û bersîva we bidin.

Min gotiye di nava endamên Dîwanxaneyê da jî kesên bi tirkî nizanin hene, lê me tu carî netgotiye kurtiya nivîsên xwe bi kurdî jî binivîsin, çima hûn wek ”komun-însîyatîfî” vê daxwazê ji me dikin?

Min hinekî bi ”kibarî” henekê xwe bi wan kiriye û gotiye , ma hûn ji bo nivîsên bi îngilîzî, fransizî û almanî jî eynî tiştî dibêjin?

Yanî hûn ji wan jî dixwazin ku ew jî bi tirkî binivîsin?

Heger hûn ji kesên din tiştekî wiha naxwazin ji bo çi hûn ji kurdan vê daxwazê dikin?

Yanî minaqaşeya min bi ”komun.însîyatîfî” ra ye û min gotiye belkî ew vê daxwazê ji endamên Dîwanxaneyê dikin. Lomajî min rexne li wan girtiye.

Ji ber ku min digot belkî ew çepên tirk in loma jî min bi tirkî bersîva wan daye. Min ji Dîwanxaneyê ra bi tirkî nenivîsandiye. Min bersîva yekî tirk bi tirkî daye.

Ji kereme xwe ra nivîsa min careke din bixwîne, baş fêm bike û dû ra ”ji dil û can” rexne li min bigre û min ”şermezar” bike.

Diyar e tirkiya te ji ya min jî xerabtir e, tu jî baş fêm nakî.

Belkî tu nizane lê gelek kesên din dizanin, tirkiya min tenê ji bo tirkan heye, bi çend gotinên xwe ez yekcarnan dilê xwe li wan rehet dikim. Yanî ez tirkiya xwe li hember dijmin wek sîlehê bikar tînim, dema lazim be ez li hember dijmin bikar tînim.

Tiştê herî bêtir ez pê êşiyam, te gotiye ” Di Diwanxanê de kes wekî gotina te tiştekî weha bereday nexwaze.”
Te bi vê gotina xwe gelkî eyb kiriye. Diyar e tu li min û maneyan digerî, tu li pey hin heyfa yî.

Dîsa te gotiye, ”Ew çi hal e mamoste? Te hê berê çend hefteyê ji Latîf Epozdemîrê re hêrs nedibû? Tu bo çi wî sûcdar dikir, nayê bîra te?”
Birayê hêja, tu hin tiştan tevhev dikî. Min ew rexne li kurdekî ku bi kurdî dizane lê di platformeke kurdan da bi tirkî dinivîse kir, min got divê em kurd bi hev ra bi tirkî nepeyivin û nenivîsin. Min tu carî negotiye emê bi tirkekî ra bi tirkî nepeyivin, ya jî di rojname û platformeke tirkan da bi tirkî nenivîsin.

Ma yekî tirk bi tirkî ji min ra xeberan bide qey ezê bersîva wî nedim?

Erê ez te fêm dikim, tu dixwazî ”tepekê” li min xî û heyfa ji min bigrî, lê ne bi vî hawî. Te li ciyê rehetiyê û bêseb gotinên nexweş ji min ra kirine.

Lê tişt nabe. Heta nuha dijmin gelek neheqî li min kiriye, bira ev neheqî jî ya kurdekî be. Tiştek ji min kêm nabe.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo”



Bersîva ku Bedirxan Badilî daye nivîsa min
Date: Fri, 5 Sep 2008 22:07:34 +0300From: bedo.kurd@gmail.comTo: diwanxane@googlegroups.comSubject: {Diwanxane} Re: KÜRTÇE MESAJLAR”

Mamosteyê min ê delal,
Çima hûn dibêjin ku endamên Dîwanxane ji bona fêm kirina nivîsên Kurdî wergerên Tirkî dixwazin? Tu şaş î birêz nivîskar.

Em binêrin ka kî ji kî re mail avêtiye:

Date: Thu, 4 Sep 2008 14:49:00 -0700Subject: KÜRTÇE MESAJLARFrom: kayhankrac@gmail.comTo: komun-inisiyatifi@googlegroups.com
Kayhan Kiraç endamê Diwanxane nîne. Ew moderatorê koma komun-insiyatifi ye. Ew însanekî Kurd e, lê bawer dike ku gelê Kurd bi Kurdperweriyê na, tenê bi komûnîzmê xwe ji bindestiyê xelas bikin. Di Diwanxanê de kes wekî gotina te tiştekî weha bereday nexwaze. Wekî din, ji bona nivîsa te yê bi Tirkî, ji dil û can ez te şermezar dikim.

Ew çi hal e mamoste? Te hê berê çend hefteyê ji Latîf Epozdemîrê re hêrs nedibû? Tu bo çi wî sûcdar dikir, nayê bîra te?
Bedirxan Badilî”

Bersîva ku min daye ”komun-însîyatîfî” yê
Ev bersîv min bi tirkî nivîsand lê ji bo ku xwendevan û hemû endamên Dîwanxaneyê jî jê fêm bikin min ew wergerand kurdî.

Bedirxan Badilî ji ber vê nivîsa min ”ji dil û can ez şermezar kirime” û bersîva min ya ji komun-însîyatîfê ra wek gotinên ”berradayî bi nav kirye, gotiye ”Di Diwanxanê de kes wekî gotina te tiştekî weha bereday nexwaze.”

Ji bo ku navê ”gur” dîsa bi harî neyê nitirandin, di bersîva xwe da min zêde tiştek ji Badilî ra negot.

Wek tê dîtin, nivîsa min rexneyeke ji komun-însîyatîfî ra, min şêla wan rexne kiriye û gotiye çima hûn ji me ra dibêjin ”li bin mesajên xwe yên bi kurdî tirkiya wan jî binivîsin.”

Bedirxan Badilî ji min ra gotiye, ”Çima hûn dibêjin ku endamên Dîwanxane ji bona fêm kirina nivîsên Kurdî wergerên Tirkî dixwazin? Tu şaş î birêz nivîskar.”


Ji bo ku hemû endamên Dîwanxanyeyê bikanibin nivîsa min bixwînin, min ew kir kurdî. Wek tê dîtin min tiştekî wiha negotiye, bi vacayî min gotiye gelek endamên Dîwanxaneyê hene ku bi tirkî nizanin lê dîsa jî ”nehatiye bîra ksî ku tiştekî wiha ji we bixwaze.”

Min ne tiştekî wiha gotiye û ne jî nivîs ji Dîwanxaneyê ra nenivîsîye, min negotiye ”endamên Dîwanxaneyê ji bona fêmkirina nivîsên kurdî tirkî dixwazin,”, ez nizanim Badilî ev gotin ji ku derxistiye?

Di nivîsa xwe da gotineke wiha min nedît, lê heger Badilî nîşanî min bide ew baş e.

Bersîva ku min daye ”komun-însîyatîfî”
”05 îlon 2008 roja înîyê 12:57 zinare xamo
Dostno, ev çend car in hûn ji me endamên Dîwanxaneyê dixwazin ku ”li binê mesajên xwe yên bi kurdî tirkiya wan jî binivîsin.”

Wek sebeb jî we gotiye ku, ” Di vî warî da ji gelek dostên me yên ku bi kurdî nizanin û loma jî ji mesajên kurdî tiştekî fêm nakin gelek gazin tên.”

”Gazinên” we ez fêm nakim. Heger emê li bin her mesajeke bi kurdî tirkiya wê jî binivîsin, divê vê yekê berê hûn dest pê bikin. Yanî divê berê hûn li binê mesajên xwe yên bi tirkî kurdiya wan binivîsin da em jî li we binêrin û eynî tiştî bikin.

Dibe ku qet nehatibe bîra we lê bawer bikin ku di nava endamên Dîwanxaneyê da jî gelek kes eynî wek ku hûn kurdî nizanin, ew jî tirkî nizanin. Li gel vê jî tu kes nefikiriye ku daxwazeke wiha ji we bike. Lê her çi hîkmet e hûn difikirin.

Balkêş e...

Di vê nabênê da pirsek jî hat bîra min, dema bi îngilîzî, fransizî, almanî ya jî bi zimanekeî din jî ji we ra mesaj tê, gelo hûn ji xwediyên van mesajan jî eynî daxwazê dikin?

Ez wisa bawer dikim ku hemû endamên we bi îngilîzî, fransizî û almanî nizanin. Heger di paltforma we da herkes divê bikanibe her nivîsê bixwîne û fêm bike, wê demê divê ji kesên ku bi îngilîzî, fransizî û almanî dinivîsin jî eynî tiştê hûn ji me kurdan dixwazin ji wan jî bixwazin. Ne wisa?

Ez pirsa xwe dubare dikim: Bêyî kurdî, hûn ji kesên bi zimanên din jî dinivîsin eynî daxwazê dikin?

Heger hûn nakin çima?

Bi vê minasebetê min zanîna çend gotinên xwe yên tirkî jî îfşa kir.
Bi hurmetên min
Zinarê Xamo”

Mesaja ”komun-însîyatîfî” yê
Ev agahdarî bi tirkî bû min kir kurdî
”Dostno,
Ji kerema xwe ra li binê mesajên xwe yên bi kurdî tirkiya wan jî binivîsin. Di vî warî da ji gelek dostên me yên ku bi kurdî nizanin û loma jî ji mesajên kurdî tiştekî fêm nakin gelek gazin tên.”
Bi dostanî
Date: Thu, 4 Sep 2008 14:49:00 -0700
Subject: KÜRTÇE MESAJLARFrom: kayhankrac@gmail.comTo: komun-inisiyatifi@googlegroups.com

Belê, "çîroka" min li diyaran rahme li dê û bavên guhdaran bêyî fesad, gelac û nerindên ber dîwaran

1 kommentar:

  1. Birez Zinare Xemo!
    Te gelek baş u rast kiriye/gotiye.Jixwe kurde ku "sere govende dikşenin" mala kurdan u kurdistan xerakirin.Heta ku kurd bi zimane tirki xabata siyasi bikin, em kurd u kurdistan ji divi halidebin.Jibo ku kurd xwe bi tirkan bidin qabul kirin dive kurd bi zimane xwe e kurdixabat u siyasete bikin.
    Silav u rez.
    Merdini

    SvaraRadera

PARVE BIKE