13 januari 2008

Mêraniyek dîrokî

Altan Tan, îro mêraniyeke pir di cî da û dîrokî kir. Ji bi bo vê mêranî û rexneya wî ya dîrokî ez wî pîroz dikim.

Lêkolîner û nivîskarê kurd Altan Tan, îro li Ruhayê beşdarî panêleke li ser “Mafê Mirovan û Qanûna Esaî ya Svîl” bû û di vî warî da axaftinek kir.

Panêlê li Merkeza Kulturê ya Şaîr Nabîyê kurd bi deqîqeyeke rawestîna ji bo şehîdan û xwendina Marşa Îstîklala tirkan(marşa netewî) dest pê kir.

Altan Tan, ji vê destpêka panelê ya bi “giramî û bi marş” aciziya xwe nîşan da û di axaftina xwe da ev yek bi cesareteke medenî rexne kir.

Tan got, ji dema wî ya unîversîteyê û vir da ye ew beşdarî civîn û panêlan dibe, lê ew di civînên wiha da tu carî xwendina “Marşa Îstîklalê” rast nabîne.

Min bixwe heta nuha nebihîstiye ne kurd û ne jî tirk, tu kesî bi mêranî reaksiyoneke wiha nîşan daye. Ev cara pêşî ye ku ez dibînim camêrekî bi xîret bi rengekî medenî û mêrane li dijî vê zor û emirwaqiyeta nîjadperest û kemalîstên tirk derdikeve. Li Tirkiyê hemû kes û hêzên çep û îslamîst di vî warî da takiyê dikin. Gelekên wan wek Altan Tan li dij in, lê ya newêrin ya jî ji bo berjewendiyên xwe serê xwe ji nîjadperestan ra ditewînin.

Li gor tiştên ku çapemeniya tirk weşandiye(dibe ku Tan gelek tiştên din jî gotibe)Altan Tan xwendina “Marşa Îstîklalê” wiha rexne kiriye:

“Min tiştekî wiha nedît. Ji bo çi hewceyî tiştekî wiha dîtin ez viya jî nizanim. Em dixebitin ku îdeolojiya resmî biguherînin, çewtiya wê nîşan bidin. Ez naxwazim zêde jî dirêj bikim, mijareke ji minaqeşeyê ra vekirîye. Tenê dixwazim nerehetiya xwe bînim zimên. “Marşa Îstîklalê” jî li ser serê me û çavê me ciyê wê heye. Nivîskarê wê, mutefekirê(teorîsyenê) Îslamê yê Meşhûr Mehmet Akîf Ersoy e. Em bi rahmet wî bi bîr tînin. Lê belê kirinên bi vî rengî gelkî şaş in. Min xwe ji nişkave wek dema 12-ê Îlonê di Hefsa Diyarbekrê ya Leşkerî da his kir. Min nikanîbû çewtiya wê negota, kê nerehet dike bila bike. Ez nerehet kirim”

Li hember van gotinên Altan Tan, panelîstekî kurd yê din Mehmet Metîner, li dijî van gotinên Altan Tan derketiye û gotiye:

Ez ji samîmîyeta Altan Tan şikê nakim, lê belê ez ji xwendina Marşa Îstîklalê nerehet nabim. Bi bêtehamuliya ji qudsîyetên hev ra ez bawer nakim ku em bikanibin zimanekî çareseriyê bi pêş xin.”

Ez jî bawer dikim ku Tan, di rexne û aciziya xwe da samîmî ye, çimkî ew ne merivekî tirsonek e. Loma jî diwêre bi mêranî fikrên xwe bibêje.

Lê yê ne samîmî û ne direst Metîner e, ew rastiya dilê xwe nabêje. Çimkî merivekî tirsonek e. Û merivê tirsonek jî tu carî nikane bibe merivekî bi namûs û rastgo. Nikane bibe bawermendekî rastîn û temam jî.

Metîner bi rengekî demagojîk dibêje, “divê em tehamulî qudsîyetên hev bikin.”

Baş e ma tim emê tehamulî “qudsîyetên” tirkan bikin?

Ma qudsîyetên me kurdan jî tunene?

Ma tirk tehamulî qutsîyetên me dikin?

Hurmetê nîşanî şehîd û marşa me ya netewî(Ey Raqîb)didin?

Ala me qebûl dikin, hurmetê nîşanî qudsiyeta wê didin?

Bê guman na.

Metîner jî wek navê xwe dizane ku tirk, pênc pereyên xwe di qutsiyetên me nadin. Û ne tenê hurmetê nîşan nadin, di ser da gav û seetê jî heqaretê lê dikin. Ji bo tirkan ne şehîdên me şehîd in, ne marşa me marşeke netewî ye, ne ala me al e. Li ba tirkan tu qîmeteke van sembolên me yên netewî tunene. Û tu carî hurmetê jî nîşan nadin.

Ê piştî ku rewş ev e, çima emê tim bi rengekî yekalî hurmetê nîşanî “qutsiyetên” wan bidin?

Tiştê Metîner ji Altan Tan ra dibêje nikane û newêre ji yekî tirk ra bibêje. Dema ji tirkan ra jî got:

“Ey tirkno, divê hûn jî tehamulî qudsiyetên kurdan bikin, hurmetê nîşanî al û marşa wan ya netewî bidin. Dema hûn viya nekin em nikanin zimanekî çareseriyê bi pêş xin.”!, wê çaxê emê qedir û qîmetekê bidin van gotinên wî.

Roja me dît ku Metîner ji Erdogan, Cemîl Çîçek û Mehmet Alî Şahîn ra jî eynî tişt got, wê demê em kurd jî divê tehamulî “qudsiyetên” tirkan bikin.

Lê dinya jî xera bibe newêre viya ji tirkan û hevlên xwe yên AKP-ê ra bibêje.

Rexnekirin û lêdana kesên berê li erdê, kesên mazlûm û bindest(kurd)hêsan e, lê ne camêrî ye, marîfet û camêrî ew e ku meriv biwêribe zalim û çavsoran, kesên hukumdar rexne bike.

3 kommentarer:

  1. Ji bo agahdakırınê;
    Di proğrama panelê da tiştekî usa tinebu.
    Proğram li salona belediyê dahat çêkirin.(Şair Nabi Kültür Merkezi)
    Ustayê dengdayî nê li xebatkarê beledîyebun. Çaxa ku ev tiştê ne di proğramêda di serida dest pêkır. Her çiqas sira peyîvandinê a Av. Sebri ÇEPİK bu jî, Kekê Altan TAN lêborîn xwest u yekemîn dest bi axaftina xwe kır u, ew tiştê ku dervada tevli panêlê kirî re ne razîbuna xwe hanî ziman u rexne kir. Li gohdarên salonê hemîyan jî bi çepikne hêz alîkarî dît. Ew panelvanê din jî destur dane TAN. Lê belê METÎNER tenê got mira pır ferq nake. U ez pê rehetsiz nebum... Nerazîbuna TAN di teref gohdarê solonê hemîyan da ji hat qebulkirin.

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas ji vo van agahdariyên te yên giranbuha.
    Ez gelkî kêfxwes bûm ku guhdaran pistgiriya Altan Tan kirine.

    SvaraRadera
  3. Spas birez Zinare Xemo!
    Birasti ez gelek bi cesurbuna bires Altan Tan kefxweş bum.
    Mirov dive ha wiko xabat u siyasete bike.Biji birez Altan.
    Desti xweşbe Zinare Xemo

    SvaraRadera

PARVE BIKE