14 januari 2008

Hedefa AKP-ê îmhakirina tevgere kurd ya netewî ye

Divê kurd qet xwe nexapînin û tu hêviyên vala ji AKP-ê nekin. Di sala 2008-an da hedefa AKP-ê bi tevayî îmhakirina tevgera kurd ya netewî û demokratîk e. Kurdistana Federe jî di nava vê hedefa Erdogan û Gul da ye.

Dema meriv bi baldarî bala xwe bide îcraat, siyaseta wan ya der û hundur û beyanên Erdogan û Gul, meriv pir vekirî dibîne ku di sala 2008-an da dewleta tirk ewê êrîşên pir mezin bibin ser kurdan, Sala 2008-an ji bo kurdan ewê bibe saleke gelkî zor û bi êş.

AKP û artêş, li hember kurdên bakur û başûr amadeyiya êrîşeke pir berfireh dikin. Erddogan û Gul ji nuha da sinyala vê êrîşê didin.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, vê sibehê li Îspanyayê di civîna Ajansa Europoa Pressê da peyvî û pir eşkere got ku ewê dev ji kurdan bernedin û ewê êrîşên xwe bidomînin. Erdogan, li ser pirsa “bombebaranên we yên li Iraqê qediyan an na? We encameke çawa bi dest xist? “, wiha peyivî:

”Hesassiyeta me ya di mijara operasyonên li derveyî sinor da didome. Li gor netîceyên ji îstîxbaratê werin operasyon dikanin her gav werin kirin. Nuha ne mimkûn e ku em tiştekî bibêjin. Heta ku ev micadele dom bike ne mimkûn e ku em bibêjin di vê tarîxê da ewê biqede. Meclîsê ji bo salekê destûr daye me. Heger me di salekê da ev îş qedand ji xwe qedand. Me neqedand, emê careke din destûrê bixwazin.”
Divê em baş bizanibin ku qesta erdogan ji ”qedandina vî îşî ”ne belavkirina hêzên PKK-ê yên çekdar e tenê ye, li bakur qedandin û tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye. Û li gor destûra Emerîka, êrîşa ser Kurrdistana Federe jî di nav hedefên AKP-ê û artêşê da ye.

Yanî ji bo kurdên Tirkiyê dana hin mafên netewî, avîtina hin gavên demokratîk, derxistina efûyeke giştî, sistkirina girtin, îşkence û terora li ser milet divê em ji bîr bikin, heta ji wan bê, ewê teror û çewisandinê zêdetir bikin.

Ewê terorê zêde bikin, îşê DTP-ê jî biqedînin û nehêlin tu alternatîfên din jî çê bibin; ji bo ku di hilbijartinên 2009-an da hemû belediyên Kurdistanê bigrin destên xwe. Û dûra jî ewê bibêjin, me mesela kurd hel kir. Çimkî nûnerên kurdan him di meclîsê da û him jî di belediyan da hemû bi me ra ne. Û kurd tiştekî naxwazin, heger bixwestana rayên xwe nedidan me.

Abdullah Gul jî wek Erdogan, defa şer lêdixe û ew jî dibêje, heta ku em PKK-ê biqedînin ewê şer bidome.

Gul jî wiha gotiye:
” Mesele heta dawiyê li dijî PKK-ê şerkirin e, li hember rêxistineke wiha şerkirin û jinavbirina vê ye. Heta ku em bikanibin emê PKK-ê ji navê rakin, emê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.”

Wek tê dîtin, di gotinên Gul da jî biryardariyeke serttiyê û şer heye. Loma jî divê em gotinên wan ciddî bigrin û tu hêviyên vala ji wan nekin.


Divê em baş îqna bin ku artêş û Buyukanit ji bo kurdan çi difikire û çi dixwaze, Erdogan û Gul jî eynî tiştî difikirin û eynî tiştî dixwazin. Siyaseta ji hilbijartinan û vir da meşandine îspata vê yekê ye.

Îşareta şerxwaziya AKP-ê yek jî ranekirina sîstema cerdevaniyê/korîcîtiyê ye. AKP sîstema cerdevaniyê(korîcîtî) tasfiye nake. Bi vacayî ewê xurttir bike.

Wek tê zanîn îsal gelek cerdevan teqawit dibin. Bi vê minasebetê dikanîbûn cerdevanên nuh negirtana û sîstem hêdî hêdî rakirana. Lê wiha nakin, ewê yên nuh bigrin dewsa wan.

Li gor xeberên hin rojnameyên îro, hukûmetê ji xortan 10 hezar cerdevanên nuh bigre. Berpirsiyarên hukûmetê dibêjin, "bi vî hawî ewê him rê li ber xortên bêkar bigrin ji bo ku dernekevin çiyê û him jî bi hêzeke hîn zinde li hember PKK-ê şerekî hîn xurttir bidin."

Ev jî nîşan dide ku AKP-ê jî wek artêşê û nîjadperestan xeta şer ji xwe ra hilbijartiye û ewê vê xeta xwe bidomîne.

Herçî meseleya Yekîtiya Ewrûpa ye bi baweriya min ji destpêkê da xapandin bû, tu nêteke wan û xweguherandinê tunebû. Bi vê siyaseta xapandinê , xwedêgiravî dixwazin têkevin YE milet xapandin û hatin ser hukim. Û nuha jî dibêjin Ewrûpî me qebûl nakin. Nabêjin helbet bi vî halî YE ewê me qebûl neke, wê demê divê rejîmên dîkator, yên leşkerî jî bibin endamên. Çimkî rejîma Trikiyê ya îro rejîmeke antî demokratîk û leşkerî ye, rejîmeke rasîst e. Her kes dizane ku rejîmeke wiha nikane bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Yanî bi kurtî serî li xwe gerandin û heta nuha anîn. Nuha êdî milet jî wek wan li dijî Yekîtiye Ewrûpayê ye. Çimkî li gor xwe şiklek dan milet.

Erdogan di civîna xwe ya li Madrîdê da li ser pirsên rojnamevanên biyanî li ser girêdana çefiyê jî rawestiya û wiha got:

Ma serîgirêdan wek sembeloke siyasî sûc e? Ma hûn dikanin remzan, sembolan qedexe bikin? Li ku dera dinyayê sûcekî wiha heye?"
Dema sembol yên wî bin, divê serbest bin, qedexekirin tiştekî derî dinyayê ye. Lê ew bi xwe hemû sembolên kurdan qedexe dike. Çi heyf tu rojnamevanî negot, heger wiha ye tu çima sembolên kurdan qedex fikî û nahêlî kurdek bi semboleke xwe hilde û pê şa bibe?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE