16 mars 2024

Em îro li pêşangeha resamekî nuh bûn

Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî pêşangeha(sergîya)resam, nivîskar, muzîkjen Dorpêç Kobane hebû. Resamê hêja çend tabloyên xwe yên bijare pêşkêşî beşdaran kir.

Dorpêç Kobane tabloyên xwe wek ”kubîzma modern” bi nav dike.
Mamostê sinet(hunerê)Zaher Husseini û Dorpêç Kobane li ser sinetê wî sohbeteke xweş kirin.

Di tabloyên Dorpêç da reng wek baxçeyekî kulîlkên rengîn e, meriv ji temaşa wan têr namebe.


Gelek kurd û swêdiyên hunerhez hatibûn pêşangehê.

XXX

Di serê min da hin xeyal û planên xweş hene. Lê nikanim bicî bînim. Dil heye, îmkan û hêz tune ye. Ev yek meriv xemgîn dike.

Li dinyayê karê herî zor, tiştê meriv dixwaze bike, lê nikane, tenê wek xeyal di serê meriv da dimîne.

Ew jî xweş e, meriv sebra xwe pê tîne.

XXX

Di siyasetê da dibê meriv nebêje bira ji min be, bira ya min be çi dibe bira bibe; bira nezan be, bira ji heqê karê xwe derneyê.

Nîvhekîm meriv ji can, nîvmele meriv ji îmanê dike. Di siyasetê da jî kesên nezan, neerbabên karên xwe jî zira didin welat û miletê meriv.

XXX

Kî wefadar e, kî bêwefa ye meriv nizane. Çimkî wefa jî wek hezkirin û nefretê di dil da ye, meriv nizane di dilê kê da çi heye.

Lê rojek tê, bi minasebetekê rastiya di dil da xwe dide der, wê demê meriv însên nas dike.

3 kommentarer:

  1. Spas kek Zınar.🙏🌹🌹🌹🌹

    SvaraRadera
  2. Tu herhebi mamoste héja❤️🙏❤️

    SvaraRadera
    Svar
    1. Te pîroz dikim, em bi te û bi karê te serbilind in. Me bi hev hev ra demek xweş derbas kir.

      Radera

PARVE BIKE