30 januari 2024

Wî ez nas nekirim, lê ez zanim ew kî ye !



Ev du sal in min bihîstibû Seydo(Seydo Aslandag)nexweş e, nexweşiya Alzheimerê lê peyda bûye.

Salê çûnê li nexweşxanê ez carê pê ra peyivîm, lê me tiştek ji hev fêm nekir. Nexwşî êdî lê giran bûbû. Tiştek nedihat bîrê. Rewşa wî ez pir êşand im.

Min carnan telefonî pîreka wî Sultan xanimê dikir, rewşa wî jê dipirsî. Tim digot roj bi roj xerabtir dibe.

Em hevalê hevî zaroktiyê ne. Wek wacibekî hevaltiyê min dixwest herim Parîsê wî bibînim. Di vî halê wî yê xerab da wezîfa xwe ya hevaltiyê binîm cî.


Min zanîbû dîtina Seydo di wî halî da ewê min bihejîne, ewê min pir xemgîn bike.

Lê çi tesîr li min bikira jî min dixwest herim wî bibînim. Min ev yek wek wacibekî wefadariya hevaltiyê didît.

Xanima wî digot kesî nas nake. Min digot bira min nas neke, ez wî nas dikim.


Dema min bihîst Keya Îzol û Mahmûd Lewendî ji bo nasandina kitêba Keya Îzol diherin Parîsê, min ji Keya ra got:

-Heger ji bo we ne problem be, ez jî dixwazim bi we ra werim, herim Seydo bibînim.

Keya got, ser çavan, were em bi hev ra herin, em jî dixwazin Seydo bibînin. Emê bi hev ra herin ba wî.


Min telefonî Sultan xanimê kir, min 26´ê mehê ezê li Parîsê bim, were me bibe ba Seydo.

Di 26´ê mehê da, danê nîvro texsîyek hat otêla em lê diman(ex Panorama) ez, Sultan Aslandag, Keya Îzol û Mahmmûd Lewendî birin nexweşxana ”Alquier Debrouss paris 20 em”.

Bi rê da li ser rewşa Seydo min pirs li ser pirsê ji Sultanê dikir.
Min pir meraq dikir, gelo ewê me nas bike?


Gelo ewê çi reaksîyonê nîşan bide?
Em gihîştin nexweşxanê. Sultanê got hûn li vir, li salona payinê rûnin, ezê herim wî bînim.

Ji dîtina wî ra êdî çend deqe mabûn, bêsebrî û heyecana min tebatî nedida min. Çavê me li asansorê, li hatina wan bû.

Piştî çend deqîqeyan asansor hat, Seydo û Sultanê berê xwe dan me. Em rabûn, çûn pêrgî wan. Berê min Seydo himêz kir, min ew maçî kir. Lê ew wek robotekî bû.


Hevalên din jî bi dor hew himêz kirin, wan got ew kî ne. Wan jî tiştek jê fêm nekir.

Li me dinêrî, lê bêlibat, bêhereket bû. Carnan dimizicî, hin tişt, bi kurmancî
 û tirkî digot, lê nedihat fêmkirin.
Min got:
-Ez Zinarê Xamo me, te ez nas kirim?
Bû pilepila wî, xwest hin tiştan bibêje, lê tu tişt ji gotinên wî nedihat fêmkirin.

Ez bawer dikim ez nasnekirim, germayiyek, nêzîkayiyek nîşan neda. Bêhereket û bêpertav bû. Fena bedena wî felc bûbe.

Em rûniştin, med est bi sohbetê kir. Lê fena ku ne li ba me, fena ji pesn bipeyive, fena ku di xew da bipeyive.

Me jê ra qala hin serpêhatiyên xwe yên pê ra kir, me xwest hin tiştan bînin bîrê.
Lê me fêm nekir ji me fêm dike ya na?


Seydoyê wek şêrekî bû, bûbû wek zarokekî lalûte, tu tişt ji gotinên wî nedihat fêmkirin.


Navê me kesî negot, tenê digot Sultan. Vê yekê pir bala min kişand.

Bala wî, guhê wî tim li ser Sultanê bû. Dema Sultan dipeyivî, bi dîqet bala xwe didayê, lê gudarî dikir. Lê nikanîbû tiştek bigota.

Ez şok bûbûm, hevalên min jî di eynî rewşê da bûn. Me zanîbû rewşa wî wiha ye, lê dema meriv rû bi rû, bi çavên xwe dibîne tesîreke din li meriv dike.

Seydo, li kêleka min rûniştibû, sax bû, lê me tiştek jê fêm nedikir.
Em nîvseetekê, belkî hîn zêde rûniştin. Dûra em rabûn herin. Me xwest em xatir jê bixwazin, me got emê herin. Qebûl nekir, got na, na. Derva îşaret kir.

Fena ku bibêje ez qebûl nakim hûn herin, em herin bi hev ra xwarinekê bixun.


Sultanê got dibêje em herin derve, em herin li derekê rûnin.

Em rabûn çûn aşxaneyekê, em li wir jî bîstekê rûniştin. Ez û wî dîsa li kêlek hev rûniştin, lê fena ku ew ne li wir be. Fizîkî li ba me bû, lê tunebû. Pir bêlebat bû, wek robotek li kêleka min be.

Min nexweşiyeke wiha nedîtibû, erê fizîkî sax bû, li ba me bû, lê bûbû wek zarokekî devê wî nagere.
Em bîstekê li aşxanê rûniştin, dûra çûn nexweşxanê.

Dema em çûn nexweşxanê, grûbek nexweş li salonê top kiribûn, bi wan ra dipeyivîn. Sultanê got tim wiha dikin, wan tînin ba hev, hin tiştan bi hev ra dikin. Got gerek Seydo jî here ba wan.

Me dîsa hevdu himêz kir, bi nîvkelogirî, bi dilekî xembar me xatir jê xwest. Em hersê jî di şoqeke mezin da bûn.
   
Min jê ra got tu yê baş bibî, dîsa werî Stockholmê.
Sultanê jê ra got, ewê herin, dixwazin xatir ji te bixwazin. Bi destê wî girt, bir ba grûba li wir kom bûbûn. Di nava wan da da rûniştandin û hat.

Tiştê ecêb, qet îtîrazî Sultanê nedikir. Me telefonî texaiyekê kir, li salonê em li bende texsiyê bûn.

Me hew dît hat ba me. Sultanê got nabe, dibê tu herî wir.

Nedixwest ji me veqete, dixwest ew jî bi me ra were. Hin tişt digot lê me jê fêm nedikir. Kezeba min şewitî, min jî nedixwest wî li wir bihêlim û herim, lê ev ne mimkûn bû.

Montê wî li ser milê wî bû, nikanîbû li xwe kira. Sultanê piyê wî tê ra kir û bi zor, wek zarokekî tu

Bi zorê ji diya wî veqetîne, ji me dûr xist, bir nava hevalên wî yên di halê wî da.


Bi xemgîniyeke mezin min dît nas, dost û hevalên wî yên wir kes neçûye ser. Min ji çend kesan pirsî, gişan gotin, em naxwazin herin wî di wî halî da bibînin.


Ev argument qet neket serê min. Di girtîxanê da, di nexweşxanê da meriv dixwaze hevalên xwe bibîne, çavê meriv wer li wan digere.

Dost û hevalên Seydo li Fransayê pir bûn. Dema Seydo sax bû, halê wî xweş bû, aşxaneya wî Dîlan hebû, hevalên wî pir bûn, her roj li dorê bûn.

Lê ev saleke di nexweşxaneyê da ye, kes neçûye ser.
Heger di rojeke wiha da meriv neçe saxtiya hevalê neke, ma merivê kînga here?

Ma diya meriv, bavê meriv Alzheimer bibe, qey merivê neçe ser?
Seydo ez nas nekirim, lê ez wî nas dikim, ez zanim ew kî ye.

Min wacibê xwe yê hevaltiyê anî cî. Ji bo ku min ew di wî halî da dît ez pir û pir xemgîn im, ew dîmen hîn jî ji ber çavên min naçin.

Lê li alî wîjdanî min rehet kir, min bêwefayî nekir, min çû jê ra got, va ye ez hatim saxtiya te bikim. Min bi destê eî girt, min ew himêz kir. 

Min jê ra qala gelek serpêhatiyên me kirin. Belkî jê hinek fêm kirin. Fêm nekiribe jî, ez nas nekiribim jî ji bo min ne muhîm e. Ya muhîm min çû ew dît û xatir jê xwest…

Ez û Seydo tu carî nebûn hevalên hev ên siyasî. Ji destpêkê da fikrên min û wî cihê bû, ew di nav tevgereke çepên tirk da bû, ez jî di nav tegereke kurd, hevalê hereketa Dr. Şivan bûm. Lê nabêna me qet xera nebû, em cîranên hev, hevalên hev ê zaroktiyê bûn. Têkiliya me, dostiya me tu carî qut nebû.


4 kommentarer:

  1. Saeta xweş xalo te baş kiriye

    SvaraRadera
    Svar
    1. Min wezîfa xwe ya hevaltiyê anî cî.Ji destpêkê da fikrên min û wî cihê bû, ew di nav tevgereke çepên tirk da bû, lê em hevalên hev ê zaroktiyê bûn. Têkiliya me, dostiya me tu carî qut nebû.

      Radera
  2. Ez gelek xemgînim, mixabin pêşerojê wê çi bê serême,em qet nizanin,😢

    SvaraRadera
  3. Dibê meriv wefadar be, hevalê hevalê xwe be. Min zanîbû ewê min nas neke, emê nikanibin sohbet bikin. Lê ev ji bo min ne muhîm bû, ji bo min ya muhîm ez herim wî bibînim, wezîfa xwe ya hevaltiyê bînim cî.

    SvaraRadera

PARVE BIKE