14 maj 2020

Min sebra dila dî li sûka hedada


-Ezê bi rêka Menderê ketim, rêke bi tirso
Hingulîska destê Ferhanê Nûrkê zîvê qurso
herçî derdê dila nedîtiye, bira here Mendera şewitî,
cem Ferhanê Nûrkê, lawê metka min ji xwe ra bipirso.


-Delalo mi bêrî kir, te bêrî kir
Rîya Mendera* şewitî li newalê me li hev nîvî kir
Bişkoka mi rebena xwedê filitî, sînga gewr sipî kir.
*Mender, li alî Nisêbînê navê gundekî nêzî Qamîşloyê ye.

-Ezîzê ber vî dilî, kela Mêrdînê bilind e, bi ser dinyê ket
Berf û ba û bahoz ji Şerfdînê dayim lê ket
Dilketina xelk û alimê hema ji dil bû
Dilketina min û bazê dilê min bû qebhet û bi dinyê ket
Topek ji ezmanê hefta, belak lê ket.

-Şewitiyê gundê me bişewite, wa di taxê
Alîk den e, yek sebaxê
Îro çar ro ne nêrîna min û bazê dilê min li hev bûye qaçax e.


-Deriyê mala bavê min êtîmê wa bi toz û mijê
Tu yê devê xwe têxe xan û manê gerdenê
Cotê memikan wa ji xwe ra têr bimijê.

-Rê ji dila naçe dila
Heger Xwedê Teala nekir miradê herdu dila
Ezê bi çepilê te bîlmezê bigrim,
bavêjim Midyata şewitî taxa Fila.

-Mi sebra dila dî li sûka hedada
Mi dî cixare vexwar, simêl ba da
Heçî di neqeba herdu dilên şîrîn da xeber bide
Rebî, negîhê tu meqseda, tu mirada
Li ber deriyê xwe nebîne tu qiçika, tu ewleda.


///Ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê
Berhevka Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE