18 maj 2020

Li ser skandala Îbrahîm Guçlu û rojnameya Kurdistan 24ê


Du roj berê di rûpela Remzî Kerîm ya Facebookê da ez rastî nivîseke wî ya li ser Îbraahîm Guçlu û rojnameya Kurdistan 24ê hatim.

Îbrahîm Guçlu di Facebooka xwe da li ser gelşa xwe û Kurdistan 24 Turkçe yê nivîsek belav kiriye. Di nivîsa xwe da dibêje êdî ewê di rojnameya Kurdistan 24ê da nenivîse. 


Sebebê wê jî, mesûlên rojnameyê jê xwestine ew peyvên ”dewleta tirk ya kolonyalîst” ji nivîsa xwe derxîne, yanî dibê ji Tirkiyê ra nebêje dewleta dagirker. Îbrahîm Guçlu jî ev daxwaza Kurdistan 24ê red kiriye û li ser vê gelşê desr pê kiriye.

Li gorî Îbrahîm Guçlu nivîsîye, nivîsa wî ya dawî li ser jenosîda Dêrsimê bûye û di wê nivîsa xwe da gotiye ”dewleta kolonyalîsta ya tirk”, lê Kurdistan 24ê xwestiye ew vê gotinê ji nivîsa xwe derxîne. Çimkî gotinên wiha kanin ji wan ra bi Tirkiyê ra gelşê peyda bike.

Guçlu ev daxwaza Kurdistan 24ê red kiriye, li ser vê meselê ji hev ra çend caran nivîsîne, lê di dawiyê da Kurdistan 24ê bersîv nedaye sê nameyên wî. Li ser vê, Îbrahîm Guçlu ev mesele di rûpela xwe ya Facebookê da eşkere kiriye û gotiye ”ez di rojnameya Kurdistan 24ê da hew dinivîsim.”

Di e-maîleke xwe da berpirsê Kurdistan 24ê ji Îbrahîm Guçlu ra wiha nivîsîye:

"Kek Ibrahim eger te maila min xwendibe, bi zelalî min gotiye ku pirs pirsa sazîyekê ye. Di karên sazîyan de cihê takekesîyê tuneye.”

Yanî kesê berpirs ji Îbrahîm Guçlu ra eşkere gotiye daxwaza guhertina nivîsê ne ya şexsekî ye, ya Kurdistan 24ê ye, Kurdistan 24 naxwaze ji Tirkiyê ra bibêje dewlta kolonyalîst, dagirker.

Li ser vê Israra Kurdistan 24ê, Îbrahîm Guçlu gotiye madem wiha ye, ji bo ku ew ji wan ra gelşê, serêşiyê çê neke, ew dev ji nivîskariya Kurdistan 24ê ber dide.

Lê eynî Îro Îbrahîm Guçlu do, yanî rojekê piştî vê nivîsa xwe çerx kiriye û di rûpela xwe da nivîseke nuh belav kiriye. 

Di vê nivîsa xwe ya nuh da dibêje wî û berpirsê Kurdistan 24ê li hev kirine, ji nuha û pê da jî ewê di rojnameya Kurdistan 24ê da binivîsîne...

Tiştê rojnameya Kurdistan 24ê ji Îbrîham Guçlu xwestiye ne tiştekî biçûk e ku dibê meriv mezin neke. Kurdistan 24ê xwestiye Îbrahîm Guçlu ji Tirkiyê ra nebêje dagirker, ev daxwaz ne tiştekî wiha biçûke ku meriv guh nedê û mezin neke.

Gava xwediyê vê daxwazê ne şexsek, dezgeheke mezin ya medyayê be û hêzeke siyasî li pişt vê dezgehê be, wê demê mesele pir û pir cidîtir e.

Dibê kurdên welatparêz, kurdên serxwebûnxwaz, kurdê li fijî dagirkeriyê li hemberî vê şêl û daxwaza rojnameya Kurdistan 24ê bêdeng nemînin. 

Heger rojnameyeke apociyan eynî tişt ji nivîskarekî xwe bikira kesên nuha bêdeng in ewê qiyamet rakirana. 

Lê ji bo ku yê gotiye rojnameya hêzeke dostê wan e gelek kes xwe kerr û lal dikin. Ev bêdengî nîşan dide kî çi ye, xwedî kîjan şexsîyetê ye. Ev bêexlaqî ye.

Di herdu nivîsên Îbarhîm Guçlu da şelafiya wî pir bala min kişand. Di nivîsa xwe ya pêşî da dibêje wî sê caran ji Kurdistan 24ê ra nivîsîye, lê bersîv nedanê. 

Berpirsên Kurdistan 24ê jê xwestine nivîsa xwe sansor bike, ji Tikriyê ra nebêje ”dewleta kolonyalîst”. 

Lê di nama xwe ya veqetandinê da dîsa dûr û dirêj şalûziyan dike, pesnê Kurdistan 24ê û nizanim çi û çi dide. Tiştê meriv jê napê dibêje, bi rengekî şalûzane xweş dike.

Piştî meseleyeke hewqasî cidî û vê bêhurmetiya li hemberî meriv, ew kes kî be jî, ew dezgeh çi be jî meriv jê ra hewqasî şalûziyan nake. Lê Îbrahîm Guçlu pir zêde kiriye.

Di nivîsa xwe ya vegerê da jî dîsa eynî şalûzî kiriye, dîsa berpirsên Kurdistan 24ê baş zeyt kiriye.
Kêfa min ji hin fikir û siyaseta Îbrahîm Guçlu ra nayê û min ev yek tu carî veneşartiye. Lê dîsa jî hurmeta min ji cesareta wî ra, dobretiya wî ra hebû. 

Feqet piştî van nivîsên wî, bi carê da ji çavê min da ket, diyar bû merivekî ne bi îstîkrar e, şexsîyeteke wî ya saxlem tuneye. Min hewqasî jî texmîn nedikir. 

Ninîsên wî bixwînin, hûnê bibînin çi şalûzî kiriye.

Min gelkî dixwest lînkên nivîsên wî hemûyan bidim. Lê ji ber ez nivîsên bi tirkî naweşînim wan lînkan jî nadim. 

Lê yê bixwaze kane wan nivîssan gişan di rûpela wî ya Facebookê da bibîne.
Eynî nivîs di rûpela Remzî Kerîm da jî hene. 

Dibê ez Remzî Kerîm teqdîr bikim. Li ser vê meselê kesê cara pêşî reaksiyoneke kurdperwer û camêrane nîşan da ew e. Him Şêla Kurdistan 24ê bi tundî rexne kir û him jî şiklê vegera Îbrahîm Guçlu. Herdu rexneyên Rezmî Kerîm jî hêjayî xwendinê ne.

2 kommentarer:

  1. Sipas, ya te jî. Tiştê Kurdistan 24ê kiriye pir cidî ye, dibê meriv bêdeng nemîne. Îbarhîm Guçlu jî ne tu meriv e, merivekî ji texmîna min jî gelkî xerabtir bûye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE