27 maj 2020

Ez nexweş im min nale nal e


-Min sebra dilê xwe dîtibû li ber dîwêr e
Min dî serê wî serberjê e
Ez nizanim vê sibê ne mitala qelingê min dike
û ne jî ji pismamê min newêr e.


-Bira Xwedê xira bike mala xizaniyê
Lawkê min rahîşt darê şivaniyê
Rişka û sipîyan avêtin ji ber stukurê,
heya bi hafa temelîyê
Min rahîşt teyşt û sîtilan,
min xwe berda kaniya binya mala kerasşiyê
Minê cilên lawikê xwe bişuştana bi hinira piyê xwe zeriyê
Ezê sê ramîsana bidim lawkê mala xwe ji taximê sîng û bera, ji hinarê ruya, ji deqên li eniyê.

-Tivinga lawkê min nisranî
Bi milê rastê hilanî
Li kefa destê çepê danî
Ji xêra Xwedê, mîrê mezin ra
Ez bibûma cotek xezalê werdî
Ez biketima pêşiya wî segmanî

-Ez nexweş im min megerînin
Min li pişta keçka bi kezî kin,
di neqebekê ra bibin, di yekê ra bînin
Heger hewîniya min nehat,
şevê nîvê şevê û paş da min berê bi kofîsorekê, bûkek salê binivînin
Heger hewîniya min nehat,
bi nigê min bigrin, serê min li dîwarekî xînin,
mejiyê min di çavê min ra derînin.

-Ez nexwş im, min nale nal e
Şekir didine min, ber devê min tahl e
Zebeşê sor didin min, ber devê min kundurekî kal e
Hingiv û gezo didin min,
li ber devê min çorê mirinê, wek jahr e
Keçikek di gundê me da ye, bişînin pê,
bira were ser min,
destê xwe di cane min bide,
ewaya derman e û derhal e.

-Ez nexwş im min hebe hebe
Bêjin bavê keçikê bira mala xwe ji cîraniya mala me nebe
Heger ez bi hal çûm, bi heftê û du belan çûm
Xûna min li ser bavê keçikê ye, qîza wan sebeb e.
-
Ez nexweş im ta digirim
Roj bi roj xerabtir im
Ketim ser darê saetê
Saet bi saet pîstir im
Ketim ser darê deqîqê
Deqîq bi deqîq xerabtir im
Meytê min li darbestê kirin
Berê min dan gorristanê
Di ber derê mala bavê xelkê delal ra ez birim
Çavê min li bejna xelkê minî delal ket
Min dî xelkê delal hêsirên çavan paqij kirin
Min ban heval, hogirên xwe kirin, min go: ”ez îro ji donepêr çêtir im."

-Ez nexweş im were ser min
Kujê lihêfê bilind ke bikeve ber min
Heger dak û bavê min gotin "keçê ew kî ye?"
Ezê bibêjim "viya tixtorekî ji tixtorê ecnebî ye hatiye ser min."

Ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê
Berhevkar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE