04 februari 2020

Li ser birinca nêrmo

Birinca Qerejdaxê


Kurdên soran di reqlamekê da birinc kirine “nêr”, gotine “birincê azad.” Yanî birinc bi ”Ê” tewandine.  Abdula Keskîn bi reqlama ji bo birincê hinekî matmayî mabû û lema jî reqlam rt kiribû.

Min jî li ser tewanga nêr got li ba ma birinc jî û riz jî mê ye, em dibêjin birinca Qerejdaxê, riza Qerejdaxê, birinca azad... 

Lê soranan birinc kirine nêr, gotine “birincê azad.” Gelo li Nisêbînê jî birinc nêr e, dibêjin birincÊ Qerejdaxê?


Abdullah Keskîn got weleh li ba me birinc ”nêrmo ye. Bêhenek, hem mê ye, hem nêr e. Herdu jî tên bikaranîn.”

Nisêbîniyekî din jî xwe tevî meselê kir, mesele xweştir zelal kir û got, ”li ba me nisêbînîyan birinca xav nêr e, gava go dikele, pê re dibe mê.”

Aqilê min sekinî, devê min ji hev çû…

Birinca me li Nisêbînê bûye nêrmo, gava ”xav e nêr e, dema dikele nêrîtiya xwe wenda dike, îcar dibe mê.

Birinca Qerejdaxê
Birnca Çiyayê Reş

Hin tişt, navdêr li herêmekê bi tewanga nêr, li herêmeke din bi tewanga mê tên tewandin, min ev zanîbû. Wek ”porê min” û ”pora min”, ”erdê min” û ”erda min”. 

Lê birinca nêrmo min ne bihîst bû. Ev cara pêşîye bi xêra nisêbîniyan haya min ji vê dewlemendiya kurmancî çê dibe.

Kê bîra xwe û birinc gava bikele mê ye û gava nekele, hişk be nêr e !

Li ba me birinca kelandî, nekelandî û dema çeltûke, yanî hîn nehatiye kutan, mê ye.

Gelo li Nisêbînî bulxur-savar û hemû zadên din jî wek birincê nêrmo ne, him nêr, him mê ne? 

Yanî nisêbînî ji bulxurê heb, nekelandî ra dibêjin bulxurÊ me û ji yê kelandî ra jî dibêjin bulxurA me?

Dibêjin yekî gotiye xwendina zêde kane meriv dîn bike. Ez jî dibêjim zêde naskirina devokên kurdan jî kane hiş ji sere meriv bibe, mejuyê meriv biçeilqîne. 

Yê dixwaze sere wî zêde tevlihev nebe dibê bi devoka xwe, bi kurmancîya herêma xwe were serî û xwe zêde tevî devokên herêmên din neke. 

Kî zane, belkî li herêmeka din birinc ne nêr e, ne mê ye û ne jî nêrmo ye, tew xwedî cinsîyeteke din e, bi tewangeke hîn me nebihîstiye tê tewandin.

Zimanê kurdî pir zengîn e, hiş û aqil di serê meriv da diçelqîne…




2 kommentarer:

  1. Mesela li ba me, ez torîya Kerboran im, savar jî nêremo ye. Wextê xav e nêr e “savarê gir”, “ savarê hûr” û hwd. lê wextê dikelê dibê mê “savara kelandî” “savara bi goşt”. Niha ji ber meseleyê û ji ber sîroveyên cûda cûda mêjîyê min jî sekinî, nikarim bifikirim nayê bîra min lê dibêm meseleya birincê jî wilo ye. :)

    SvaraRadera
    Svar
    1. Heta em bê dewlet bin halê me ewê ev hal be. Li herêmên kozmopolît hin tevlihevî zêde ne. Kî çawa dipeyive bira wer biptive.

      Radera

PARVE BIKE