28 februari 2020

Heta ewrûpî ev tirsonek bin tirk ewê bela xwe ji wan venekin



Tirkan dîsa dest bi şantajê kirin. Ji do êvarî da ye bi hezaran xerîbên (afgan, îranî, pakîstanî, bengalî, erebên) li Tiriyê kom kirine dişînin ser Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê, dixwazin bi darê zorê welatên xelkê dagir bikin, kaosê lê peyda bikin.

Kultur û felsefa tirkan şantaj e. Sûriye dagir kirine, ew û Sûriye şer dikin, xelkê dişînin ser Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê û ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dixwazin, dixwazin bi vê riyê welatên xelkê, dûzana xelkê, civata xelkê tarûmar bikin.


Zorbatiyeke dûrî aqil e, metodên mafyayê ye, zor, şantaj…

Êdî her kesî fam kiriye heta tirk li vê herêmê xwedî dewlet bin ne ji cîranên wan ra, ne jî ji Ewrûpayê ra rehetî tuneye. Ji bo ku cîranên tirkan, Ewrûpa rehet bike dibê ya tirkan ji vê herêma dagir kirine derxin ya jî bi kêmasî wan basko bikin, bixesînin.


Gerek ev şantaj û zorbatî ji tirkan ra nemîne, gerek bedelekî giran bidin, ji bo ku careke din nekin.
Heger Yekîtiya Ewrûpayê bersîveke pir sert nede vê şantaj û zorbatiya Tirkiyê ya çetewarî tirk ewê bêtir har bibin û bi milyonan kesên din bişînin ser Ewrûpayê.

Çimkî hedefa wan û îslamîstan dagirkirin û xerakirina  dûzana Ewrûpayê ye, li Ewrûpayê peydakirina kaosê ye.

Nuha, bi vê teşebusê diceribînin, heger ewrûpî bersîveke sert nedin Tirkiyê, ewê çend milyonên din bişînin ser wan. Çimkî çeteyên wan ji Asyayayê,  ji Afrîqayê her roj bi hezaran însan tînin Tirkiyê, dewlet tîcareta vî îşî dike. Ya na hewqas afgan, pakîstanî, bengal, îranî, afrîqî nikanin werin Tirkiyê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE