29 januari 2020

Tiştê tu ji bo filistîniyan dixwazî çima tu ji bo kurdan naxwazî?

Serokê Huda-Parê Îshak Saglam


Serokê Huda-Parê Îhsan Saglam li dijî pêşniyara serokê Amerîkayê Donald Trump ya ji bo aştiya Îsraîl û filistîniyan rabûye, pilan rexne kiriye, gotiye tiştekî wiha nayê qebûlkirin, ”Quds paytexta musilmanan e, Filistîn welatê flistîniyan e, kes nikane vê rastiyê biguhere.”

Huda-Par û hin kurdên îslamî xwe wek berdevk û leşkerên filistîniyan dibînin, ji filistîniyan, ji ereban bêtir neyartiya Îsraîl û Amerêkayê dikin.


Serokê Huda-Parê tiştê ji filistîniyan ra dixwaze ji bo xwe ji Tirkiyê naxwaze. Tiştê ji bo filistîniyan ji Îsraîl û ji Amsrîkayê ra dibêje, ji bo kurdan ji Tikriyê ra, ji Erdogan ra nabêje.

Çimkî Îshak Saglam filistîniyan layiqî dewletê dibîne, lê kurdan layiq nabîne. Heger kurd jî layiqî dewletê bidîta ewê ji bo kurdan jî eynî tişt bixwesta.

Kurdên îslamî tim xwe mecbûr dibînin şûrê filistîniyan bikşînin û neyartiya Îsraîl bikin. Lê we qet dîtiye partiyeke filistîniyan, serokekî filistînî ji kurdan ra dewleteke serbixwe xwestibe û ji bo kurdan Tirkiye rexne kiribe?

Tirkiyê 10 bajarên kurdan wêran kirin, bi sedan kurd kuştin, bi hezaran bi çolan xistin, rojekê jî serokekî filistînî ranebû û Tirkiye rexne nekir, ji tirkan ra negot çima hûn vê zulmê li kurdan dikin. Lê kurdên me yên îslamî xwe berdevkê filistîniyan dibînin û ji wan bêtir dijminatiya Îsraîl dikin.

XXX
Tirkiye li hemberî pilana Donald Trump ya ji bo aştiya Îsraîl û Filistîn rabûye û gotiye, ”pilana Amerîka ya xwedêgiravî ji bo aştiyê hatiye amadekirin mirî çê bû, emê destûrê nedin meşrûkirina zulm û dagirkeriya Îsraîl.”

Ev beyana Tirkiyê ji ya Mahmûd Ebas serttir e, lê ji bo me baş e. Tirkiye çiqasî neyartiya Îsraîl û Amerîkayê bike di lehê me da ye.
Trump ewê careke din jî bibîne Tirkiye ne mitefikê Amerîkayê ye, bi qasî hêzên îslamî neyarê Îsraîl û Amerîkayê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE