15 januari 2020

Li ser gotina ”berdarê”


Kekê Osman Aydin di nivîsa xwe ya li ser Hanîlî Salîh Bey(Salih Begê Hênî)da şiîreke Salih Beg jî weşandiye. Di misrayeka(risteyek, malikek)wê şiîrê da gotina ”berdar” heye.
Misra/riste bi tirkî wiha ye:
”Ehli hakkız, korkmayız idamdan, berdardan”
Yanî ”em ehlê heq in, natirsin ji îdamê, ji berdarê.”

Maneya ”berdarê” bi tirkî daragaci ye, yanî ”sêpê, sêdar”, dara însên pê da îdam dikin, darda dikin.
Ev cara pêşî ye ez li gotina ”berdar”ê rast têm; di ferhengan da jî di maneya ”sêpê, sêdarê” û ”dargaciya” tirkî da ”berdar” tuneye.
Bi dîtina min gotineke xweş e, ji ”sêpê û sêdarê” rasttir e, dibê ev gotin têkeve ferhengên kurdî.
Ev şiîr di sala 1925ê da hatiye nivîsîn û maneya xwe wê demê kurdan gotiye berdar.


Sores Bladhede Di stran û axaftina kurdî de pêyva berdar heye.Wiha dibêjin" Mêrxasên me birin berdarê ..."

Zinarê Xamo Sipas. Nayê bîra min. Bi baweriya min berdar ji sêpê û sêdarê rasttir e.


Sores Bladhede Zinarê Xamo Di strana Mîrê min û Mîro Mîro de wisa distrên.Ezê carek dîn strana Şaqiro a nivîskî binêr im.

Xiyas Hisên Sores Bladhede Dibe ku meqsed "ber darê" be, yanî li ber darê. Ji ber ku peyiva "ber" çi taybetiyê nade peyiva "dar". Wek tê zanîn peyiva "ber" bi van wateyan e: Ber = meywe, Ber = sing/pêşî dijbera pişt/paş, Ber = kevir/kuç. Piştî me ev wate naskirin, dema em "ber" û "dar" tînin ber hev gelo çi wate tê der?

Sores Bladhede Xiyas Hisên Ber-cem hemwateye li zaravê herêma Xarpêtê.Ezê li ferhenga Mamostê M.Emîn Bozarslan binîrim.

Xiyas Hisên Sores Bladhede Baş e, ji xwe min wusa, "li ber darê" ango "li cem darê" şirove kiriye. Meqsed "ber+dar"du peyiv in, dema em wan bikin yek peyiv çi têgehiştekê/konseptekê nadin

Hatip Özer Êvar baş kek Zinar. Ma ez karim nivîsana kek Osman ji ku bixwînim? Heger hun karibin ji kerema xwe ji min re navnîşana malperê bişînin dê baş be. Silavan dikim.

Zinarê Xamo Osman Aydin binivîse ewê derkeve. Ezê nivîsê ji te ra bişînim.

Ali Doughan Gotına "Ehli haqqız" mühüme.

Xiyas Hisên Dibe ku meqsed "ber darê" be, yanî li ber darê. Ji ber ku peyiva "ber" çi taybetiyê nade peyiva "dar". Wek tê zanîn peyiva "ber" bi van wateyan e: Ber = meywe, Ber = sing/pêşî dijbera pişt/paş, Ber = kevir/kuç. Piştî me ev wate naskirin, dema em "ber" û "dar" tînin ber hev gelo çi wate tê der?

Xiyas Hisên Peyiva "sêpê/sêpî" pirr kevnar e, li gor min bala xwe dayê, ji rojên beriya Islam were, ketibû zimanê ereban û ciyê xwe têde girtibû û di helbestên Cahilyan da bi rengê "esafî" bi wateya "sê kevirên bin agir" hatiye bikaranîn. Ez xwe dispêrim rêza ku dibêje, tîpa P li cem ereban nîne û wusa li şûna wê tîpa F bikartînin mîna peyiva Pîl ya Hindî bûye Fîl, Plato bûye eFlaton...

Arian Shaddadi Pîr Sultan Abdal jî di helbesteke xwe de dibêje, "Hızır Paşa bizi berdar etmeden".

Ango "Beri, ku Xizir Paşa me berdar (darda) bike" û bi wateya sêdar kirinê ye.

Zinarê Xamo Rast e, bi baweriya min ji peyva "sêpî, sêpê, sêdarê" rasttir e.
Sêpî, meşkê pê ve dikin, dew pê dikiyên, em ji wê ra dibêjin sêpî.

Osman Aydın Maneya berdarê ne sêpe an sêdare. Maneya berdarê daliqandine. Bi Tirki "asmak/asılmak". Pir Siltan Abdal ji vexta ku diçe sêdarê. Helbesta xwe da ewha dibêje: Hizir Paşa bizi berdar etmeden/Açılın kapılar Şaha gidelim.

Zinarê Xamo Pir baş e, wê demê îdam e, îdambûn e. Meriv kane ji dêl îdamê da bi kar bîne.
Em ji berdarê natirsin.
Şêx Seîd û 47 hevalên wî berdar kirin.

Ali Doughan Kes lı ser gotına mühüm nasekıni. Salih Beg "Ehli Hakız" dıbeji. Ehli Haq jı Kurde yarasanra te gotın. Demıki gişt Kurden Zaza Ehli Haq bun.

Zinarê Xamo Rast e, ew jî pir muhîm e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE