15 januari 2020

Ji nav kaxet û defterên kevn çend tişt-miştên xweş -1-


-Aqilê dereng hat, bi kêrî tiştekî nehat.
-Bi şev şêr e, bi roj bêkêr e.
-Bila erş be, bila ne li bin ferş be.
-Çeqelê ciwan ji şêrê pîr meydanê dixwaze.
-Deştê ji te ra dibêjim, newalê di ber te ra davêjim.
-Dijminê bêderew ji dostê bêşeref çêtir e.
-Diz mîr e, keleş wezîr e.


-Ez dibêjim diz bûye qadî, ew dibêje li ku ye dadî ?
-Însan du texlît in, hin melek in, hin kelek in.
-Ji merivê nezan ra ha serek, ha kerek.
-Ji ava bêdng û ji merivê bêreng bitirse.
-Ji dilekî sar gotineke germ dernakeve.
-Kerî bi serî.
-Kûçik jî bi yê feqîr da direyin.
-Mirîşk kor bû, rûvî tuxtor bû.
-Ne birayê xerab, ne hevalê bêzirav.
-Seg ku bixwîne dibe segbav.
-Silo bike serokm bibarîne teyrok.
-Xwarina tûj şîrîn e, gotina tûj birîn e.
-Parîkî xweş hêjayî gakî reş.
-Ne ya xwe ye, ne ya hevala ye, kebanîya bîstûpênc mala ye.
-Xwediyê kerîyan, çû devê derîyan, got ka piçek rûnê seriyan.
-Mîha xwe da bi bizinekê, bizina xwe da bi sosinekê, sosina   xwe da bi kevnejinekê.
-Ne pezê bi dorê, ne jina bi zorê.
-Yê hindik difikire pir dipeyive.
-Yê heya pê ra tunebe şeref jî pê ra tuneye.
-Qelem zimanê serî ye
-Yê baz nede nakeve.
-Tu bi fîl, ew mêş be jî ji yê ji te ditirse bitirse
-Kes baweriyê bi derewçînê rastiyê dibêje nayne.
-Gava îş baş here reqlam bi feyde ye, gava xerab here reqlam zerûrî ye.
 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE