19 januari 2020

Heger tu nizanî ji yekî zane bipirse


Hin însanan her tim hin gotinên xweş û biaqil kirine; gotinên meriv didin fikirandin, gotinên meriv ji wan aqil digre. Ez bi çend numûneyên din dom dikim.
-Bîranîn darên bin çengên mejiyê kalbûyî ye.
-Çaxa bawerî nemîne, şerf jî bimre, însan jî namîne.
Çêyî zincîreke zêrîn e însên bi hev ve girê dide.
Geothe

-Ba bi kîjan alî da bixwaze wê da divizîne.
-Birçîbûn însên teşwîqî xerabiyê dike.
Vergîlîus
-Dilê însên tu carî ne bêalî ye.
Shaftesbury
-Dûrî, bi qasî melhema eşqê be jî, hêrsê jî, kînê jî kêmtir dike.
La Fontaîne
-Dilşewatî qiralîçeya fazîletan hemûyan e.
Balzac
-Darên dereng digihên darên herî dereng fêkî didin.
Molîere
-Yê zikê wî biçî be roj jê ra pir dirêj tê.
Aleksîs Kivî
-Bîranîna wext wê nede jibîrkirin, êşa mirin wê xelas neke tuneye.
Cervantes
-Hûn zanin bavê herê xerab kî ne? Yên ku tiştên di xortaniya xwe da kirine ji bîr dikin.
Dîderot
-Heger hûn dixwazin ji çêyiya we were bawerkirin qet qala wê nekin.
Pascal
Jin, dilê wan qet bi kesê ji wan hez neke naşewite
-Wêrekî(cesaret) li hemberî tahlûkeyê bikaranîna aqil û zekayê ye.
Eflatûn
-Wêrekiya rastîn şahid naxwaze.
-Însan kanin çewtiyan bikin, tenê însanên mezin çewtiyên xwe fêm dikin.
-Zimanê çav dipeyive li her derê yek e.
Herbert
-Çêyîkirin wesfê mirovahiyê yê herî baş e.
Longfellew
-Wêrekî di ser hemû sîlehan ra ye.
Ovîdeus
-Heta însan rastî tahlûkeyê neyê, nizane ka cesûr e ya na.
-L.Rochefocauld
-Pîvana wêrekiyê(cesûriyê) ne mirin e, jiyan e.
-Yê wêrek li her welatî sitarekê dibîne.
Ovîdîus
-Wêrekî nayê fêrbûn.
Stendhal
-Însan qîmeta dilşadiya xwe ancax piştî wê wenda dikin fahm dikin.
-Derew tîreke wiha ye carnan ne hedefa xwe, yê davêje birîndar dike.
-Du riyên dilşadbûnê hene, ya emê daxwazên xwe kêm bikin, ya jî emê îmkanên xwe zêde bikin.
-Ji ker ra gotin were tu jî bilîze, zîtik avêtin.
-Heger tu nizanî ji yekî zane bipirse



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE