05 oktober 2019

Ez mecbûr im rastiyê bibêjim



Gelî wêranşariyan, weleh ev îş bi fortan nabe, ez mecbûr im rastiyê bibêjim,

Ji bo ku min pesnê mêrdîniyan, qoseriyan daye hemşerîyekî min(#Piling)xwe xeyidandiye, gotiye ma çi kêmasiya wêranşariyan ji mêrdîniyan û qoseriyan heye?

Kêmasiya wêranşariyan, li gorî qoserî, mêrdînî û dêrikiyan edîb û nivîskarên wan yên bi kurdî dinivîsin pir hindik in.

Nivîskarrên mêrdînî pir in, ma bi zorê dibe?


Xwezî nivîskarên me wêranşariyan jî bi qasî dêrikî, qoserî, nisêbîniyan hebûna. 

Ez bawer nakim ji wêranşariyan tu kes bi qasî min ji Wêranşarê hez dike û şûrê wêranşariyan dikşîne.
 
Min gelkî dixwest nivîskarên me ji qoseriyan, ji mêrdîniyan, ji dêrikiyan, ji nisêbîniyan zêde bin.
 
Lê ez çi bikim, mêrikan ji me pirtir in, ma bi fortan dibe ? 

Ez navên hemû nivîskarên qoserî û nisêbîniyan nizanim. Lê dêrikî jî ji wan ne kêmtir in. A ji we ra çen navên nivîskarên dêrikî yên hatin bîra min. Belkî ji van zêdetir jî hene nuha nehat bîra min û ez wan nas nakim.

Reşîdê Kurd, Qedrî Can, Edîp Karahan, Enwer Karahan, Osman Ozçelîk, Cemal Ozçelîk, Fûat Onen, Fewzî Bîlge, H Kovan Baqî, Loqman Ayabe, Bûbê Eser.

De îcar ka em wêranşarî çend hebin?

Belkî ez nas nakim, heger wêranşariyek navan binivîse ezê pir kêfxweş bibm. 

Erê em çend heb hene û em ji şûrê xwe jî tûjtir in, lê li gorî xelkê em pir hindik in.

XXX


Nivîsa min a li ser mêrdîniyan

Hin caran ez dibînim hin kes ji qoseriyan, ji mêrdîniyan gazinan dikin, dibêjin efendim tu kîjan kevirî radikî qoseriyek ji bin derdikve, efendim qoseriyan nivîskarî ji kesî ra nehîştine, filan û bîvan. 

Ez qurbana serê we, dev ji gazanin berdin, hûn pir mêr in hûn jî bajarên xwe bikin Qoser. 

Hûn pir mêr û jhjatî ne, hûn jî wek mêrdîniyan û qoseriyan binivîsin, kovaran derxin, bibin nivîskar û sergovendiyê ji wan bigrin. 

Him tiştek ji we û ji me(yanî wêranşariyan)nayê û him jî em gazinan ji xelkê dikin. Her bijî mêrdînî û qoserî û nisêbînî !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE