11 september 2019

Ji zargotina Wêranşarê -2-


Beşê yekê min di 9ê mehê da belav kiribû. Ev beşê duyemîn e. Ez bawer dikim hîn du sê nivîsên din jî hene. 

Lînka beşê pêşî


-Wele texsî yi, bile texsî yi
pêşiya wê sor e, dawî spî yi
lawik zavakî ne wek tu kesî yi


XXX
-Malwêrîn* bi xiltil e
avê di bin da xulexul e
bavê bûkê wek qertelekî pişt bi cil e

*Malwêrîn navê gundê min e.

XXX
-Gîha heft guhera
min çinî û kir cuhera
de wele bûk û zava bi çaxa hev ra


XXX
-Porê hevala min sor e,
şuştina xelkê jor e
porê hevala min reş e
şuştina dayikê çiqas xweş e


XXX
-Kozika bavê bûkê sor û zer e
bûkê megrî zava ker e


XXX
-Koçek tê wer direvî
de min dî dismalek wer jê dikevî
de ez vê dismal bîn dikim
bîna xelkê xerîb gelkî jê didefî


XXX
-De min dî koçek tê wer dikoçîne
zeyak li dawiya koçê dimîne
bala xwe didimê, va xerîba keçika xwe dimijîne

XXX
-De min go qurba xerîbî wergî cetin e
kerasekî tengî wergî hesin e
de min go bira xelkê xerîb li xwe ke
li diyarê welatê Çûva bira kes xwe nepesine e.


XXX
-Xerîba li riya avê
Qamîş bilind bûye daye navê
Dîndariya xweying û bira xweş e ji tamê dê û bavê

XXX
-Suwaro tu suwarê dundulê
tu bajo ber şetê Mûsilê
tu yê rojekê ji rojên çele, bi roj bi û li dayika xwe hilê.

Suwaro suwaran girtî ser te
çavê nîşanê, milê mertalê xistî ber te

XXX


-Li hîba heta hîba
nexşê hûr î, dor heqîba
di ser Cemîlê ra em jinên xwe nadin xerîba

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE