03 september 2019

Êdî hecî me...



Jinikê her tim bi hezkirineke mezin xîtabî mêrê xwe dikir, jê ra tim digot “dilê min, ruhê min, kezeba min”, bi van îltîfat û gotinên şîrîn mêrik ji hiş da xistibû, kiribû heyranê xwe. 

Mêrik di dilê xwe da got, madem xanima min hewqasî ji min hez dike, wek mikafat(xelat) ezê wê bişînim hecê û rabû jinik şand hecê... 


Piştî jinik ji hecê vegeriya lê êdî wek berê ji mêrik ra îltîfat nekir, êdî jê ra ne got dilê min û ne jî ruhê min, ji bin da dawî li îltîfatên xwe anî. 

Roj û hefte derbas bûn mêrik yek gotineke şîrîn û dilxweşkir ji devê jinikê nebihîst. Rojekê êdî hew tehamul kir û jê pirsî, got:

-Xanim, berî tu herî hecê bi gotinên xweş te dilê min tim şa dikir. Lê cergî tu ji hecê hatiye min yek gotinek xweş jî ji te nebihîstiye.

Jinikê got:
-Berê min digot çimkî ez ne hecî bûm, êdî ez hecî me, nabe wek berê derewan bikim…

Rojek rocî

Rojekê li Konyayê di meha remezanê da îmamekî azan 5 deqîqeyan zû xwend. Roja din muftî beyanek da, got:

- Do bi şaşî azan 5 deqîqeyan zû hat xwendin û ev jî bû sebebê milet 5 deqîqeyan fitara xwe zû vekir. Piştî remezanê dibê her kes rojekê rociyê bigre. 

Ji Almanyayê tirkekî telefonî muftîtiyê Konyayê kir û got:

-Muftî beg, ez jî ji Konyayê me, lê belê ez li Almanyayê dijîm. Ma gerek ez jî rojekê rociyê bigrim?

Hênikayiya danê êvarê

Profesorekî û emerîkî, alman, fransiz û tirk sohbet dikirin. Yê emerîkî got:

-Emê herin Marsê.

Yê alman got:

-Emê otomobîla bê benzîn dixebite çê bikin.

Yê fransiz got:

-Emê bomba atomê bêtesîr bikin, em li ser vê dixebitin.

Yê tirk got:

-Di demeke nêz da emê jî herin rojê, em li ser vê dixebitin.

Yên din gotin:

-Hûn nikanin herin rojê, roj dişewitîne.

Tirk mizicî, got:

-Bêguman em hewqasî jî ne ehmeq in nava rojê herin. Emê di hênikayiya danê êvarê da herin….


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE