27 juni 2019

Çav derewan nake


Zalim ne tenê bi zulma xwe, bi kirinên xwe tên naskirin, ji çavên wan jî, ji awirên wan jî diyar e ew zalim in, bêûjdan û bêmerhamet in.

Çav derewan nake...

Di wext û zemanekî pir kevn da mîrekî pir zalim hebûye, çavekî wî cînciq(taxme) bûye. Lê çavê wî yê cînciq eynî wek yê saxlem, rastîn xuya kiriye, kesî nikanîbû ji hev bigeranda kîjan çavê rastî ye, kîjan yê cînciq e.

Rojekê ji şelafê xwe ra gotiye:


-Heger tu bizanibî kîjan çavê min cînciq e (taxme ye) ezê sed zêrî bidim te.

Şelêf bala xwe daye çavên wî û gotiye:

-Çavê te yê rastê mîrê min.

Mîr matmayî maye, gotiye:

-Te çawa zanîbû, te çawa tê derxist?

Şelêf bi husturxwarî serê xwe kiriye ber xwe û gotiye:

-Ew çavê te dilovantir dinêre mîrê min…

XXX
Mewlana Celaledîn gotiye, ”dildarî wek desmêjê ye, tu jê têkevî şikê xera dibe.”

Erê bi navê Xwedê, camêr pir rast gotiye, meriv dildar bû, gerek sedîsed ji dil û can dildar be, tu carî jê şikê neke û xumamiyê neyne ser.

Dildariya şik ketê dibe wek neynika terk lêkeve, cebara wê ne mimkûn e.

Hevaltî jî werganî ye, ew jî gava dilsarî ketê hew dibe weke berê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE