03 maj 2019

Ne ji dagerkerên welatê xwe ra, ji Amerîkayê û Îsraîl ra dibêje terorîst



Filistînî, Hibulah û Îxwanî Muslimîn tu carî piştgiriya kurdan nakin û ji bo kurdan yek peyveke tahl jî ji Îranê û Tirkiyê ra nabêjin.

Lê nûnerê HUDA-PARê yê Hewlêrê Abdulsamed Yalçin di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra ji bo filistîniyan, Hizbulahê û Îxwanî Muslîmîn xwe dikuje û ji bo wan neyartiya Amerîkayê û Îsraîl dike, ji wan ra dibêje terorîst.


Amerîkayê û Îsraîl welatê me dagir nekirine û em ne di bin destê wan da ne. Yên welatê me dagir kirine Îran û Tirkiye ye.
 
Amerîka û Îsraîl zulmê li me nakin û em ji hemû mafên me yên netewî bêpar hîştine. Yên zulmê li me dikin û mafê me nadin Tirkiye û Îran e.

Lê Huda-Par dijminatiya Tirkiyê û Îranê nake, ji Tirkiyê û Îranê ra nabêje terrorist, ji Amerîkayê û Îsraîl ra dibêje terrorist.

Partiya miletekî bindest, miletekî mezlûm ji bo ereban dijminatiya dewleteke wek Amerîkayê û Îsraîl nake. Aqilê meriv ne kîsê xelkê be, wek kurd meriv ji Amerîkayê û Îsraîl ra nabêje ew dewletên terorîst in.

Filistînî bi xwe li hemberî Amerîkayê zimanekî hewqasî giran bi kar naynin.

Amerîka û Îsraîl zimanê me, ala me, navê welatê me yasax nekirine, di zindanên Amerîka û û Îsraîlê da bi hezaran kurd tune ne.

Amerîka û Îsraîl her roj kurdan îdam nakin, li meydanên bajaran bi vîncan ve li ba nakin.

Yên van tişta hemûyan dikin  Îran e û Tirkiye ye. 

Lê Huda-Par dîsa jî dostê Îranê û Tirkiye ye û dijminatiya Amarîkayê û Îsraîl dike; ji Tirkiyê û Îsraîl ra nabêje terrorist, ji Îsraîl û Amerîkayê ra dibêje terrorist.

Heger ne Amerîka bûya nuha ji zû da Îraqê, Îranê û Tirkiyê kurdên başûr û rojava baqij kiribûn.
 
Heger îro li Îraqê Kurdistana Federe heye û Tirkiyê hemû rojavayê Kurdistanê wek Efrînê dagir nekiriye û kurd qir nekirine xêra piştgirî û stara Amerîkayê ye. 

Ne Amerîka bûya Tirkiyê zû da rojava vala kiribû û bi milyonan kurd bi çolan xistibûn.

Lê Huda-Par dîsa jî dijminatiya Tirkiyê û Îranê nake, dijminatiya Amerîkayê û Îsraî dike.

Piçek aqil di sere meriv da hebe, meriv hêzeke netewî be, meriv ne zilam û maşika destê neyarê xwe be wiha nake, meriv nabe dost û heyranê neyarê xwe, nabe mitefikê dagirkerê welatê xwe.

Huda-Par dostê neyarê xwe ye, heval û piştgirê dewletên Kurdistan dagir kirine û zulmê li kurdan dikin.

Huda-Par ne ji bo kurdan, ji bo filistîniyan, ji bo Îxwanî Muslîmîn û Hizbulahê neyartiya Amerîkayê û Îsraîlê dike. Ji bo wan xwe diçirîne û ji Amerîkayê û Îsraîl ra dibêje “ew terrorist in.”

Ma we qet dîtiye partiyeke filistînî, Îxwan Muslîmîn û Hizbilah ji bo kurdan Tirkiyê û Îran rexne kiribin û ji wan ra bibêjin hûn terrorist in? Çimkî we welatê kurdan dagir kiriye û hûn zulmê li kurdan lema jî hûn terrorist in.

Ma we qet dîtiye siyasetmedarekî filistînî li dijî îdamkirina kurdan derketibe û Îran rexne kiribe?

Ma we qet bihîstiye Hizbilahê û Îxwanî Mislimînn carekê piştgirî daba micadela kurdan û Tirkiye û Îran raxne kiribe?

Tiştekî wiha qet ne mimkûn e, van hêzan heta nuha tu carî ne piştgirî dane kurdan û ne jî ji bo kurdan Îran û Tirkiye rexne kirine.

Û tu carî nakin. Çimkî ew li berjewendiyên xwe û welatê xwe difikirin... 

Lê Huda-Par dîsa jî ji bo filistîniyan, ji bo Hizbilahê û Îxwanî Mislîmîn neyartiya Amerîkayê û Îsraîl dike.

Meriv hêzeke netewî be, meriv ne xulamê xelkê be wiha nake, ji bo kes û hêzên biyanî dijminatiya dost û mitefikên xwe nake.

Berê tevgerên îslamî, alim û şêxên kurd wek Huda-Parê ne zilamên neyarên xwe bûn, pêşengiya azadî û serxwebûna gelê xwe dikirin, hêzên netwewî bûn.

Heta orta sedsala 20a hema hema hemû serîhildanên kurdan di pêşengiya şêx û alimên dînî, mîr û axayên bawermend da hatin kirin.

Lê nuha îslîmîstên kurd, tevgerên îslamî bûne hevalbendên hêzên dagirker. 

Numûneya vê ye herî berbiçav Huda-Par e. Huda-Par her çiqas dibêje ew partiyeke kurd e jî lê ne rast e, di praktîkê da tiştê eksê wê dike. Ew wek partiyeke tirk ya îslamî  li dijî kurd û Kurdistanê û antî Amerîka û antî Îsraîl hereket dike, ji kurdan bêtir ji filistîniyan û ji îslamîstên ereb ra dixebite.  

Lînka hevpeyvîna Abdulsamed Yalçin ya bi Rûdawê ra

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE