05 mars 2019

Rêbera Rastnivîsînê



Gelek kesan fikrên xwe gotin, min got ka ez jî du sê gotinan li ser Rêbera Rastnivîsînê bibêjim.

Ev çend roj in di medyaya sosyal da li ser ”Rêbera Rastnivîsînê” ya ji alî Weqfa Mezopotomyayê ve hatiye weşandin minaqaşeyeke mezin heye. Li ser qaîdeyên Rêbera Rastnivîsînê pêşniyar dike gelek fikir û rexneyên cuda hene.


Lê rexne bi piranî negatîf in. Di rêberê da gelek kul û kêmasiyên, qaîdeyên hevûdu nagirin tên rêzkirin.

Heta nuha min tu kesê ji Rêbera Rastnivîsînê tam razîye nedît. Tiştên tên gotin hema hema hemû rexneyên negatîv in, destnîşankirina kêmasî, dubendî û tevliyevî ne.

Û qaîdeyên tên rexnekirin û tiştên li ser rêberê tên gotin jî cidî ne. Ev yek jî nîşan dide di rojên pêş da li ser rêberê ewê hîn pir were nivîsin û peyivîn.

Di sala 2012 da weşanxaneya Rûpelê bi  eynî navî (Rêbera Rastnivîsînê)kitêbeke Mistefa Aydogan weşand. Yanî meriv kane bibêje ev rêbera nuha ji alî Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye weşandin, çapa duyem ya rêbera Mistefa Aydogan e.

J
i xwe Mistefda Aydogan jî di hevpeyvînekê da dibêje bingeh berhema wî ye.

Lê mimkûn e di vê çapa nuh da hin guhertin û hin zêdahî lê kiribin.
  
Bi baweriya min navê rêbera komxebatê hazir kiriye û Weqfa Mezopotamyayê weşandiye dibê ne "Rêbera Rastnivîsînê" bûya. Çimkî bi eynî navî ya Mistefa Aydogan jî heye. Di navên wan da cudahiyeke hebûya ewê baştir bûya. Du rêberên bi eynî navî ewê bibin sebê tevliheviyê. Heger ne eynî rêber e dibê navê wê jî hinekî cihê bûya.

Min Rêber hîn nexwendiye, lema jî nikanim tiştekî li ser pêşniyarên wê û qaîdeyîn danîne bibêjim.

Feqet ez merivekî piçekî mihafezekar/konservatîv im. Lema jî heger tiştên min xwendin û rexneyên tên kirin rast bin, ji nuha da dilê min ji rêberê sar bû û ezê tu carî wan qaîdeyan qebûl nekim.

Lê dîsa jî ya rasttir dibê ez bixwînim û dû ra gotina xwe ya dawî bibêjim…

Ya dawî meriv kane di warê îmlayê da tiştên rast û baş qebûl bike û yên şaş û beloq jî red bike. Ez bi xwe tim wiha dikim. Van camêran kedek dane vê berhemê, çi kêmasî û şaşî hebin jî, lê miheqeq hin pêşniyarên rast û baş jî tê da hene, ewê bi kêrî meriv werin. Lema jî dibê meriv ji bin da reş neke. Lê fikrê xwe bibêje.

Nivîsa Înan Eroglu li ser Rêbera Rastnivîsînê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE