12 februari 2019

Xeyala azadîyê û serxwebûnê...



Mamosteyê edebiyatê vatinîyek wek dersa malê da xwendevanê xwe yê dibistana navîn yê sinifa duduyan, xwest li ser tiştekî kompozîsyonekê binivîsîne.  

Xwendevan lawê seyisekî bi nav û deng bû, wek bavê xwe, wî jî ji hespan pir hez dikir. Li ser hespan gelek xeyalên wî hebûn. 


Li mal heta derengê şevê li ser dersa xwe xebitî. Ji ber ku ji hespan pir hez dikir, li ser avakirina çewligeka(çîftligeka) hespan kompozîsyoneke heft rûpelî nivîsî. Wek xeyaleke xwe ya rojên pêş, got gava ew mezin bû, ewê ji xwe ra çewligeke hespan ava bike û hespan tê da xwedî bike.
Hemû xeyalên xwe yên li ser vê yekê bi berfirehî, bi detay(teferûat) nivîsî. 

Heta bigihîje krokîya çewlika xwe ya 200 donimî jî xêz kir, yanî çewlika wî ewê çiqasî mezin be, ew jî çê kir. 

Mala wî ewê li ku be. 

Axurê hespan ewê li ku be û çawa be. 

Afirên wan ewê çawa bin. 

Hespan ewê li ku bigerînin, li ku bibezînin. 

Hemû projeya xwe hûr û kûr, bi cî û war nîşan da, îzah kir. 

Bi kurtî tiştê hazir kiribû û sibe ewê bida mamostê xwe tam li gorî dilê wî bû, bi karê xwe pir kêfxweş bû.

Û roja din tiştê hazir kiribû bi heyecan bir da mamostê xwe.

Du roj di ser ra derbas bûn mamoste  ban kirê û tiştê hazir kiribû paş da dayê. Li ser kaxetê bi qelema sor ”0” û ”piştî dersê were ba min” nivîsî bû.

Xwendevan matbayî mabû, sebir nedikir ders biqede. Piştî dersê bi heyecan çû ba mamoste û bi meraq jê pirsî:

”Mamoste, ji bo çi min ”0” girtiye?

Mamoste got:

-Ji bo zarokekî di umrê ta da tiştê te nivîsîye ne xeyaleke realîst e. Perê te tuneye. Malbata te feqîr e.
Serweteke we tuneye. Ji bo avakirina çewlikek(çiftligek) hespan pereyekî pir lazim e. Dibê tu berê erd bikirî. Hespên fehl bikirî. Her hespek pêşek pere ye. Yanî ne mimkûn e tu karekî wiha bibî serî. Loma jî ez vê xeyala te realîst nabînim. 

Û dû ra jî got:

-Lê heger tu wezîfeya, dersa xwe bi rengekî realîsttir ji nuh ve binivîsînî, wê demê ezê jî ji nuh ve notekî bidim te…

Lêwik kaxetên xwe xist çentê xwe çû mal û dûr û dirêj fikirî. Dû ra rabû çû mesele ji bavê xwe ra got, bi bavê xwe şêwirî. 

Bavê wî baş lê guhdarî kir û dû ra jê ra got:

-Lawê min, dibê biryara xwe tu bi xwe bidî. Ev ji bo te, ji bo jiyana te hilbijartineke pir muhîm e. Loma jî dibê biryara xwe tu ne li gorî xelkê, bi xwe bidî, xeyal ya te ye, ne ya mamoste ye…

Lawik çend rojan fikirî û bêyî ku di tiştê nivîsî da tu guherînekê bike bir da mamosteyê xwe. Û ji mamoste ra got:

-Mamoste, tu nota te daye min neguherîne û ez jî xeyalên xwe…

Gava em qala azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê dikin hin kes, di nava wan da yên berê serok û xwedî îdîayên mezin bûn û Kurdistaneke yekbûyî diparastin, ji me ra dibêjin ”ev xeyalperestî ye”, dibê meriv ne xeyalperest be, dibê meriv realîst be..."

Yanî dev ji xeyala azadiya kurdan û Kurdistaneke serbixwe berdin.

Em jî ji wan kesan ra dibêjin, hûn çi difikirin bifikirin, bêhêvî dibin ya jî teslîm dibin, hûn bi kêfa xwe ne, lê emê tu carî dev ji xeyala xwe ya azadiyê û serxwebûnê bernedin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE