04 januari 2019

Dinya di binê avê da bimîne jî ne xema werdegê ye



Dibê em baş bizanibin dinya di binê avê da bimîne jî ne xema werdegê ye.

Li Sûriyê, li Îraqê qiyamet jî rabe ne xema Trump û Amerîkayê ye, tiştek bi Amerîkayê nayê. Lê em kurd kanin di ber avê herin û bifetisin, bixeniqin. 

Lema jî dibê kurd bi dizî petrolê nefroşin Îranê û Tirkiyê, dibê em dirist bin û mêrikan nexapînin. Ya na di dawiyê da emê li zirarê derkevin. 


Li başpr û roja belhazir bêyî Amerîkayê tu kesê bikaribe bi ji gurên dora me biparêze tuneye. Ji Amerîkayê bêtir em motajî mitefîkî û piştgiriya Amerîkayê ne. Timayiya çend qurişan kane li ser me pir buha rûne.

Hûn çiqasî bi dizî bikin jî, çiqasî veşêrin û înkar bikin bikin jî Amerîka dibîne hûn li başûr û rojava çi dikin.

Gotina Trump hûn petrolê difroşin Îranê ne hewante ye, zarok jî zane li başûr hin kurd, hin hêz petrolê difroşin Îranê û hin jî difroşin Tirkiyê. Bi baweriyê min kirina tiştên, karên Amerîka li dij e ne li kara tu kurdî ye. Dibê kurd van rexneyên Trupm pir cidî bigrin.


 XXX
Dest pir bin bar sivik dibe. Heger kurd li başûr û li rojava bi tifaq bin ewê kanibin rehettir ji bin barê xwe rabin. 

Îro li başûr û rojavayê Kurdistanê yekîtiya kurdan şertê serketina wan e. 

Bêtifaqiya wan kane hin îmkanan bide dijmin.

 XXX
Ne zengîniya yekî din feydê digihîne te û ne jî dewlet û welatê xelkê dibe sitara te.
Ji bo tu motajî namerdan nebî dibê tu bixebitî, xwîdanê vemalî û ji bo tu nebî bindest, mahcir û pêsekiniyê xelkê, dibê tu bibî xwedî welat.

XXX

Abdulah Agarê neyarê kurdan, di rojnameya neyara kurdan Akîtê da gotiye, ”leşkerekî pir giran li ser sînorê rojava kom bûye. Heger operasyon dest pê bike di tarîxa Tirkiyê da ewê bibe operasyona herî mezin. Bêyî leşkerên tirk, 15 hezar Artêşa Azad(çeteyên îslamî)yên nuha çekdar in û 25 hezarên din jî îhtîyad in, li ser hev 40 hezar jî çekdarên Artêşa Azad ji bo şer amade ne.”

Heger bikanibin tiştê anîn serê ermeniyan ewê bînin serê me jî û ji sedî 99ê tirkan jî dixwazin dewleta wan kurdan li her derê qir bike, li ruyê dinyayê kurdekî jî nehêle…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE