11 november 2018

Emê çawa ji vê bela mezin xelas bibin ez nizanim...



Erdogan dîsa gotiye di demek nêz da ewê ”rojhilatê Ferêt ji bin destê rêxistineke terorîst derxin û aramiyê bînin wir”, yanî ewê rojavayê Kurdistanê, Serêkaniyê, Amûdê û Qamîşloyê jî di demek nêz da wek Efrînê dagir bikin.



Erdogan ji zû da ye vê gefa xwe dubare dike. Diyar e ewê êrîş bikin, lê hîn Amerîka qebûl nake...


Emê çawa ji vê belayê xelas bibin nizanim. Tiştekî ecêb e, mêrik dibêje ez nahêlim kurd li welatekî din jî azad bibin û bibin xwedîmaf û deshilat.

Dijminatiyeke bi vîrengî, zorbatî ş çavsoriyeke bi vî rengî nehatiye dîtin. 20-25 milyon kurd ji xwe ra kirine kole, bi viya qîma xwe naynin, dibêjin gerek kurdên din jî wek kurdên me bindest bin.

Ev e zora zaliman. Mesela gur û berx e, mêrikan gur in û em jî berx, lema jî dixwazin me bixwun...

Belayeke pir mezin e û heta pozê wan neyê firikandin ebeden dev ji me bernadin. 

Çavê wan me dibire û piştgirî ji pûşt û namerdên Pûtîn jî girtine. Lema jî Erdogan bi vê çavsoriyê dipeyive.

Hêvî dikim Amerîka me bi tenê nehêle…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE