06 november 2018

Dibê meriv dil carnan azad bike




Tenêtî îşekî zor û zahmet e,
jiynake bi meşaqet e.
Bi taybetî jî gava meriv serxweş e
Meriv kane bi xwe ra bipeyive
lê bersîv dan zahmet e.


Ev şûşa Gînê heger şaş di bîra min da nemabe, belkî ev 20 sal-25 sal in li mal e. Wê rojê min ji hevalan ra vekir kesî venexwar.
Ket hustuyê min. Bû cilo, ket milo...
Ev du, sê şev in ez vidixwim.
Vexwarin sansora li ser dil radike, dil serbest û azad dike...
Ez bavê Azad im, min îşev qedand.
Min şûşeyek gazoza Grappo jî kirîbû, min ew tevê kir.
Vexwarina bi tenê ne xweş e, dibê nuha çend heval ya jî xanim li ba min bûya. Minê dilê xwe wek sifreyekê raxista ber wan...
Ez sohbetê hez dikim...
Ya jî xwezî ez nuha li Wêranşarê bûma.
Esas di Wêranşarê da jî nuha tu jahr nemaye, ez ji Wêranşara salên 1970î hez dikim, ez wê xeyal dikim...
2018-11-05

Emin Eren Nosi can be.,.

Sores Bladhede Noşî can be! Ew demek dirêj e ku ez venaxim! Di mala min de çend şûşe şareb û nîv şîşe votqa Abslût heye.Lê, kes nîne noşî can bikin!

Zinarê Xamo Rojekêl ez hatim Uppsalayê emê bi hev ra vexwin...

Sores Bladhede Zinarê Xamo Fermo û bixêr bê!

Ehmedê Meymo Wey noşîcan be

Behzad Pirmusa Wey noșî rih û giyan be¡

Fahri Kaya War ew waraye, sal ne ew sal'a ye...jiyan bı hékullengi dıdome.

Jamal Kazemi Ma ne wisa ye kurd her tim xeyal dikin warê xwe yê xweş.
Xemê te birevîn e noşî can be

Ilias Arian Shaddadi Noshî can be! Rast dibêjî, ne bihar biharê berê ne, ne jî war warê berê. Çend hevalên min pishtî 35 salan vegerîn Silêmanî û Kerkukê. Lê mixabin pishtî salekê disa vegerîn Ewropa.

Abdulğani Bakir noşî canbe mamoste

İshak Gündüz‏: Hinik tonîk û leymûn jî heba tê kêf bikira :)

Zinarê Xamo‏: Tonîk tuneye, lê grappe heye, ew jî îdare dike... Ji xwe in qedand û serê min

İshak Gündüz‏ : Nuha li Wêransaarê baranek pir hêdî û xwes heyi, xeyal biki tu nuha li entînê li ber tenekek êr rûniştîye û çip û çipê baranê gûhdarî dike. Çend hevalên dilsoz û qala rojên berê dikin.

Zinarê Xamo‏: Îshaq, ez nuha li wir im, li parka Belediyê me. Xort li dora min in, li min guhdarê dikin û pirsan ji min dikin. Hin xort min nas nakin, ez hinekan nas nakim. Ez li malbatên wan dipirsim. Zarokên hevalên min derdikven. Min bavên wan kiribû şoreşger...

İshak Gündüz‏: Ne hewceyi laş li vira bi, hiş her dem azad e. Bigeri kûçeyên welêt, zarokên hevalên te, bûne qwasî kera:)

Mustafa BALBAL: Noşi can be. Kek Zınar, rojé waha gran da gazi mın bıke, ez méré rojé gıranım.

Zinarê Xamo‏: Ser serê min, kerem bike, ezê pir kêfxweş bibim.

 Cîwanê Derikî‏: Nursican bê kek Zinar.

Jêhat Dilovan‏: Erê Wêranşar ti jahr tê nemaye, lê Qerejdax hîn Qerejdaxa berê yê, hîn jî piştî baranê keskesorên xwezayî pirekê navbera çiyayê mazî û Qerejdaxê de çêdike .

Filito: İmana te heye xaloo

XXX
Dûriya ji welêt, xerîbî, surgûn û bêwelatî û bindestî ji kesê zane û fahm dike ra zor e.
Kurdê welatê wî hatiye dagirkirin,
kurdê zimanê wî, ala wî, navê welatê wî hatiye qedexekirin çawa kane bibe xulamê dijimin ?
Ji êvar da ye ez li wê difirkirim...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE