30 augusti 2018

Sêv û tiriyê hevalên PAKê vê payizê li ser min



Yê me bax û bexçê me tuneye, lê di hewşa me ya biçûk da sê darên me yên fêkî hene; mêwa tirî, dara giryazê(gêlazê, gilyazê) û dara sêvê.

Mêwa (dara) tirî ne ji bo ku em tirî jê bixwin,  me ji bo pelê wê çandiye. Li Swêd tirîyê ji bo xwarinê çê nabe. Xanim carnan ji me ra pelê teze çê dike, em ji pelê selamora xelas bûne. 

Salê çend gûşiyên biçûkên hebhûrik digirt. Lê ew jî qorix bû, nedihat xwarin.


Lê îsal him wê û him jî  dara sêwê pir girtine, guliyên herduyan jî dikin di bin tirî û sêvan da bişikên.
Bi taybetî jî dara sêvê wek gûşiyên tirî sêv girtine…


Sêvên dara me ne sêvên hûrik û bêtahm in, yên payiza dereng in, pir mezin dibin, bi avî ne û pir bi lezet in. Jê ra dibêjin sêvên ”Katja”.

Ji ber îsal Swêd pir germ bû dara me ya biçûk sêvne pir girtine, heger welat be mine hinek jê bifrota.

Lê dost û heval pir in, gava tam sor bûn, ezê xeberê belav bikim û bira heval werin ji xwe ra bibin. 

Yanî sêv û tiriyê hevalên PAKê îsal li ser min e, bira kes sêva nekire, dilê kîjan hevalê PAKî sêv xwest, bira berê xwe bide mala Zinarê Xamo û were seven xwe top bike.


Lê helbet zikat û fitre ewê ji bo hin dost û hevalên din jî hebe. Yanî yên bixwazin xêr kane bi serê wan jî keve.


Û sêvên min jî wek min li jor got, ne wek sêvên her kesî ne, sêvên sereke û yên herî baş in, ekolojîk in, derman e.


Bêyî sêvan wer xuya ye emê îsal têr tirîyê ekolojîk jî bixwin. Erê hebhûrik e, lê tiryakî  reş e, ewê bi tahm be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE