11 juli 2018

Nuha jî modeya parsa duaxwestinê derketiye



Ev çend sal in di nava kurdên Kurdistana Bakur da adetek nuh û pir balkêş peyda bûye. 

 Kî nexweş be, kî têkeve nexweşxanê ya jî mahkimeya kê hebe, di medyaya sosyal da îlanekê belav dike, ji xelkê ra dibêje ” xêra xwe ji min ra dua bikin, ez li bende duayên we me…”


Berê tiştekî wiha tunebû, ji bo ku xelk ji meriv ra dua bike, meriv anons nedida, ji xelkê ra nedigot xêra xwe ji min ra dua bikin,  ji bo ku ez baş bibim ya jî nekevim hefsê…

Û kesên bi îlanan ji xelkê rica duakirinê dikin ne zarok marok in, ne cahil ya jî kesên zêde dîndar û îslamîstên  fanatîk in. 

Merivên xwenda, întellektuel in. 

Hinekên wan belkî nimêjê jî nakin…

Dîndar ne dîndar, xort, kal, navsale, zana, întellektuel kî dikeve tengasiyê, kî nexweş dikve, mahkimeya kê hebe di medyaya sosyal da derdikeve parasa duakirinê; "sibe emelîyat dibim, sibe makima min heye, hela xêra xwe ji min ra dua bikin..."

Li hemberî vê adeta nuh ez matmayî mame. 

Ev adeta îslamî-ereb ya nuh jî nîşan dide dîn û kultura  ereban di nava kurdan da şax berda ye, pir berfireh bûye.
Kesên meriv qet bawer nake ji duakirinê bawer bikin, hêviyê bikin, bi îlanan ji xelkê duakirinê dixwazin; ji bo ku emelîyata wan baş derbas bibe ya jî nekevin hefsê…

Îktîdara AKPê ya 16 salan û cimata Fetulah Gulenê neyarê kurdan struktûra civata kurd, kultura kurdan xera kirine, kurd jî êdî bûne wek erebên suûdî û Yemenê û somalî û afganan, ew jî dixwazin bi duakirinê  ji nexweşiyan xelas bibin û nekevin zindanan…
Tobe, tobe, me yê ev tiştî jî bidîta…

XXX
Sal bi sal, xwezî bi par.
Her ku ez mezin bûm,
derd û kulên dilê min zêde bûn.
Nizanim ez zêde biaqil bûm
ya jî ev xemxurî ji ber kêmaqiliya min e


XXX
-Heger tu ji firînê hez dikî, dibê tu ketinê jî bizanibî.
Heger tu bi tirsonkî dijî, tu yê tenê li jiyanê temaşe bikî


XXX
-Mezinbûna(bilindbûna)merivê biçûk, dişibe hilperikandina meymûnê ya bi darê ve, her ku bi jor da hildiperike qûna wê pirtir xuya dike…
///Gotina çîniyan
Tu dibêje belkî çîniyan ev gotina xweş ji bo Tirkiyeya nuha gotiye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE