19 juni 2018

Ez raya xwe paş da dixwazim



Li gundekî Kurdistanê gavanê gund piştî raya da paş da vegeriya, ji berpirsiyarên ser sindoqê ra got:

-Ez raya xwe paş da dixwazim!
Jê ra gotin:
-Ray paş da nayê dayin, te carê raya xwe daye çû ye. Tu ji bo çi paş da dixwazî?

Got:
-Ezê navê xwe li ser binivîsim.
Jê ra gotin:
-Xwedê ji te razî, ma nav li ser rayê tê nivîsîn?
Got:
-Wele di hilbijartina berê da min navê xwe li ser nenivîsî bû raya min çû ji partiyeke din ra. Ez ditirsim dîsa eynî tişt dubare bibe…


Qet meraq nekin, di 24ê hezîranê da eynî tişt ewê dubare bibe, bi milyonan rayên li dijî Erdogan û AKPê ewê herin ji Erdogan û AKPê ra. 

Û ji xwe bi milyonan rayên sextet û miriyan jî hazir bûne, miriyên ji gorran rabin û rayê bidin Erdogan.

-Ez nediçûm guhera
ketim cuhera.

-Êvarî min dibir nava deva
sibê li nav guhuka bû.

-Gayê xerab tim golik e
mêrê xerab tim lawiki.

-Tiştê ne ji min ra
bayê di ser min ra.

-Go, guro te bi şivan kim
go, wele ji suûda xwe bawer nakim.

-Birîna qûnê ne zer dibe,
me der dibe.

-Dilê mîvanan nehêlin, tim ên çûnê ne.

-Dijminataî nerm bi nerm, dostayî germ bi germ.

-Kor korên Xwedê ne, nîvkor belayên dinê ne.

-Mîvanê bi tişt balîfê bide pişt, mîvanê destvala ne bi xêr û ne bi ahla.

-Ava bîra bi tivdîra.

-Konê bê pez, gundê bê rez, merivê tim bibêje ez û ez ne tu tişt in.

-Anî ji derî ya da xêra mirî ya.
-Aqil siviko bar girano.
-Aqilê sivik barê giran.
-Benîştê dîna ji lîtirê ye.
-Sitî kera qut î

Jinikê mêrê xwe di xewna xwe da dît.Rabû çû ba şêx, got weleh şevê çûnî rahmetî hat xewna min, tu dibê ji bo çi ye?
Şêx got, ”te xêra rahmetî nedaye…” 
Xwest jinik xêrata rahmetî bide wî…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE