13 maj 2018

Tenêtî...


Tenêtî ne tenêbûna di malekê da, di hucreya zîndanekê da bûyine. Gelek babetên tenêtiyê hene.
Meriv kane di mala xwe da jî, nava însanan da jî, di nava nas û ehbaban da jî bi tenê be, tenêtiyê bijî.
Tenêtiya herî zor û nayê kişandin mayina li welatekî xerîb e, jiyana di nava kesên bi zimanê te nizane, derdê te fêm nake, bi henekên te nakene, bixemgîniya te ra xemgîn nabe.

Û ji her tiştî muhîmtir jî derdê bindestiyê, bêwelatiyê nedîtiye, nekişandiye, nizane.

Di nava însanan da, di nava qelebalixan da jî meriv kane bi tenê be, xwe bi tenê û bêkes his bike.
Li welatê xwe jî, li bajarê xwe jî meriv kane bi tenê be, xwe bi tenê his bike.
Hisê tenêtiyê hisekî pir ecêb e, meriv xwe wek zarokekî dêya xwe wenda kiribe his dike.
Tu dê nakeve dewsa dêya meriv, tu tê dilê meriv aş nake. Tu dê bawerî û ewlehiya dêya meriv nade meriv.
Goethe gotiye, ”tenêtî tenê gotinek e. Feqet jiyana wê hewqasî zor e jê nayê gotin…”

Ez ji wera tiştekî bibêjim, tenêtiya nauê kişandin bêwelatî ye, bindestî ye.
Gava tu di nava însanên xwedî welat da bêwelat û bêkes bî, a ew tenêtî nayê kişandin.
Çimkî tu zanî tu kes nikane tenêtiya te ji ortê rake…
Tu xwe di orta Okyanûsa Mezin da tik û tenê his dikî, ne ins, ne cins, kes li dora te tuneye, tenê hîbe hîba derya reş tê guhên te…
Di mala xwe da, di nava zarokên xwe da, li welatekî heta hûn bibêjin xweş ez bi tenê me…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE