13 maj 2018

Li ser bîranîna roja dayikan



Dibê meriv dayika xwe ra bi tirkî bîrbîr neyne...

Îro gelek kes, gelek nas, dost û heval bi rismekî dayika xwe  ra ”roja dayikan” pîroz dikin. Dayikên gelekan bi cil û bergên kurdî ne, bi kofî ne, ji rismên wan kurdayetî difûre…

Bîranîna dayika xwe wefadariyeke baş e, dibê meriv dayika xwe ji bîr neke.

Lê bi tirkî bîranîna dayikeke kurd ya bi kofî, bi şar, bi kinc û bi girêdana kurdî ne xweş e.


Di roja dayikan da dibê meriv bi dayika xwe ra bi tirkî nepeyive, bi tirkî wê bibîr neyne, ne xweş e…

Di vê rojê da tiştê em li ser dayika xwe dibêjin here were çend gotin in, dibê meriv wê jî bi tirkî nebêje. Bi tirkî bîranîna dayika xwe ne xweş e.

Çanqelan bavêjin ji canê min da jî ez bi dêya xwe ra bi tirkî napeyivim û bi tirkî bibîr naynim. 

Ez tişekî wiha ebeden layiqî dayika xwe û bavê xwe nabînim.

Di roja dayikan da bi bîranîna dayika xwe em kitêbekê nanivîsin, lêkolîneke ilmî nakin, tiştê emê bibêjin çend gotin e, dibê em wê jî ji dayika ra bi tirkî nebêjin. 

Tirkî û kofiya dayika me, tirkî û kincên dayika me yên kurdî li hev nake.

Heger meriv nizanibe bi kurdî binivîse, meriv bi ”google translate” tercume dike, lê dîsa jî dayika xwe bi tirkî bibîr nayne.

Bira hemû nas, dost û heval min efû bikin û li qusûra min nenêzrin lê ezê fikrê xwe bibêjim.

Merivê him Kurdistanekê bixwaze, him ehemîyeta zimên bizane û him jî di roja dayikan da dayika xwe bi tirkî bibîr bîne, ev nabe, di vir da nakokiyek, anormaliyek heye…

Di roja dayikan da bi hurmet û bi hezkirineke kûr dayika xwe ya bi xîret û cefakar bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE