09 maj 2018

Ji hezkirinê netirsin




Di risim da, di fîlm da, di muzîkê da, di edebiyatê da evîn her tim bûye mewzûyeke populer. Evînê her tim însan feth kiriye, dil gava har bûye tim zora êqil(aqil) biriye.

Evîn tiştekî xweş e, lê di wexta xwe da, ne dereng û ne jî zû. 

Hin kes ji evînê bawer nakin, henekê xwe pê dikin, lê hin kes jî bi derdê wê dîn û har dibin û bi çolan dikevin.


Dema meriv dibe dildarê/dildara çavekî meriv tu çavê din nabîne. Ev dil e, nahêle tu çavekî din bibîne.

Şadî belaseb negotiye, ji bo ku tu kanibî xweşikiya Leylayê bibînî dibê tu bi çavê Mecnûn lê binêrî.

Tiştê xortaniyê yê herî xweş dil azad e, wek pinpinîkê ji ser kulîlkekê difire ser kulîlkek din, geh dibe mîvanê gulê, geh silavê dide nêrgizê. Ne şerm dike, ne diweste. Pir cesûr e, xwe Ristemê Zal dihesibîne

Bi kalbûn û pîrbûnê ra dil jî tirsonek dibe, xwe sansor dike, guh dide êqil, xwe rişme dike.
Xwezî xort bûma…

Lê bi xweziya dest nagihîje baqê keziya…
Ji hezkirinê netirsin, bidin dû dilê xwe.

Misao Okawa 

Em nikanin gelşên(problemên)îro bi fikrên do çareser bikin. Hin îstîsna mabin jî lê fikrên do ji bo do bûn, ji bo îro kevn bûne, dibin asteng.

Serok û siyasetmedarên kurdan hema hema hemû siyasetmedarên 40-50 sal berê nê. Gelekên wan bûne dînazor. Ev yek li her çar beşê Kurdistanê jî wiha ye.

Lema jî aqil û fikrê wan jî yê 40-50 sal berê ye. Bi van siyasetmedaran em nikanin tu havilê bikin.
Bi van kesan yekîtî mekîtî jî çê nabe. 

Çimkî aqilê wan, fikrê wan, kîn û qereza wan hîn wek ya 50 sal berê ye.

Ev serok û siyasetmedar êdî kevn bûne, mudeta wan ya siyasetê û serokatiyê ji zû da bihurîye.

Dibê kurd ji van kesan xelas bibin, wan derxin îskartayê û xortên vê serdemê dakevin qada siyasî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE