15 mars 2018

Tirkiye dibêje ewê Efrînê nede Sûriyê jî



Çavê kurdên xulam û dostên Erdogan ronîbe. Berdevkê Erdogan, Îbarhîm Kalin gotiye ewê Efrînê nedin Sûriyê, ewê bi Tirkiyê ve girê bidin. 

Yanî PYD nemîne jî Tirkiye ewê 200-300 hezar kurd ji Efrînê derxe û Efrînê bike bajarekî Tirkiyê. Û dû ra ewê hêdî hêdî dor were Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşlo û Dêrika Hemko. Yanî dagirkirina hemû Kurdistana Rojava. Heger bikane hedefa Tirkyê ev e.

Helbet li pişt vê plana Tirkiyê Pûtîn heye, wî bi namerdiyeke nedîtî Efrîn firot Tirkiyê.

Îbrahîm Kalin gotiye 15 hezar kes vegeriyane deverên Artêşa Tirkyeyê dagir kiriye. Dibistan û nexweşxane jî vedibin. 

Yanî mêrikan pir ecele dikin, dera dagir dikin tavilê malbata çeteyan lê bi cî dikin.

Kalin gotiye, piştî kontrolkirina Efrînê, emê herêmê radestî hikûmeta Sûriyeyê nakin.
Êdî her tişt li ber çava ye.




Muxalafeta li hemberî êrîşa Tirkiyê û çeteyên îslamî ya ser Efrînê roj bi roj zêde û berfireh dibe. Parêlamentoya Ewrûpayê(PE) îro li ser Efrînê pêşniyaqanûnekê dixe dengdanê. Di pêşniyara PE da tê xwestin Tirkiye şer rawesrîne û hêzên xwe ji Efrînê paşda vekişîne.

Bi derengî be jî ev hewildana YE gaveke baş e.
Liberxwedan ewê cepheya li hemberî Tirkiyê firehtir bike.

Êdî hemû dinya dibîne Tirkiye bi Daîşê ra ye û li ser kurdan ji erd heta bi ezman neheq e. Armanca Tirkiyê li ser masê Daîşê û hêzên îslamî xurt bike û heger bikanibe nehêle kurd li Sûriyê bibin xwedî maf. 

Li van hedefan, Tirkiye dixwaze demografiya hemû Kurdistana Rojava biguhere û kembereke ereb li wir çêke û heger mimkûn be Efrînê jî bi Tirkiyê ve girê bide.

Esas çavê Tirkiyê di Mûsil û Kerkûkê da jî heye, yanî heger bikanibe ewê hemû Kurdistana Rojava û Mûsil û Kerkûkê, bi kêmanê hin deran dagir bike. Tirk vê nêta xwe tim didin der...

XXX
Irqçîtî û îslamîyeta tirk du babet mîkrob in û di bedeneke krîmînel da hatine ba hev.

Herdu jî mîkrob in, lema jî di laşekî krîmînel da hatina wan ya ba hev normal e.

Herdu jî mîkrobên pir tahlûke ne û tedawîya wan ebeden tuneye. Dermanê van herdu mîkroban/vîrusan hîn nehatiye dîtin...

Praktîkê nîşan da îslamîstên tirk kêrtekê ji faşîstên tirk pîstir û namerdtir in. Çimkî ne tenê nasyonalîzmê, Xwedê û Mihemd jî îstîsmar dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE