05 mars 2018

Xisletê kûçik û hin însanan dişibin hev



Adar Baran, di bloga ”kurt û kurmancî” da li ser kitêba Mihemed Ronahî ”Kûçikistanê” analîzeke xweş û çend tespîtên balkêş kirine. 

Tespîteke wî bala min kişand. Li ser çîrokek Kûçikistanê gotiye:

”hin xisletên kurdan û kûçikan dişibin hev. Wek sedaqat, kûçik bi xwedîyê xwe re sadiq e. Kurd jî evdên Xwedê yên Sadiq in. Ji îslamê re umeteke sadiq e, ji komunîzmê re soreşgerên sadiq in, ji dewletê re niştecîhên (hemwelatiyên) sadiq in…”


Analogiyeke balkêş e, bi rastî neyarên kurdan, dostên kurdan, hevalên kurdan hezar û yek îxanetê li wan bikin, kurd dîsa jî dev ji sedaqeta xwe bernadin û bi wan ra ebeden îxanetê nakin. 

Ev xisleta kurdan ya sedaqetê, ya sadiqmayinê bi rastî jî dişibe ya kûçik. 

Xwediyê kûçik merivekî çiqasî pîs, rezîl û nemerd be jî, kûçik dev jê bernade û pê ra xayintiyê nake. 

Xwediyê kûçik viya baş zane û lema jî bêtirs kane her zulmê li kûçik bike û dike jî. Hin kurtêl û hestiyan davêje ji ber da. Zikekî têr e, yekî birçî ye. Di kormê da nan didê.

Û ji xwe ji ber vî qerekterê kûçik yê sedaqeyê ye însên baweriya xwe sedîsed bi wî anîye û pê ra bûye hevalê herî nêz û sadiq.

Bi qasî însan baweriya xwe bi kûçik tîne, bi tu heywanekî din nayne. 

Çimkî însên fêm kiriye di nava hemû heywanan da heywanê herî sadiq kûçik e. Ew çi zulmê li bike jî dîsa jî ewê wî can û ruh û heta mirinê biparêze. 

Xwediyê kûçik baş zane ew çi zulmê, çi neheqiyê li kûçik bike jî, ew wî tî û birçî bihêle jî kûçik terka wî  nake, li hemberî wî ranabe, pê ra îxanetê nake. 

Ewê tim li ber deriyê wî be û tim wî biparêze.
Rewşa kurdên li Tirkiyê bûne hevalên dewletê eynî ev e, ew jî eynî sedaqetê nîşanî dewletê û tirkan didin.

Dewlet, tirk çi zulmê û neheqiyê li gelê wan bikin jî tu carî xwe ji dewletê û tirkan aciz nakin, tu carî dev ji sedaqata xwe bernadin.

Tirkiye dibêje ne li Tirkiyê tenê, ez qebûl nakim li Îraqê û li Sûriyê jî  kurd ji bin destiyê derkevin û bigihîjin azadiya. 

Tirkiye dibêje hûnê ne ji me tenê ra, ji farisan û ereban ra jî kole bimînin. 

Kurdên li hemberî vê siyaseta Tirkiyê radibin, Tirkiye bi welatên din ra dibe yek û li hustiyên wan siwar dibin û şerê wan dikin.

Li Sûriyê kurd dikin ji bindestiyê xelas bibin, Sûriye, Rûsya, Amerîka qebû dike, lê Tirkiye qebûl nake. Ji bo kurd li Sûriyê nebin xwedî maf ev serê meh û nîvekê ye ew û çeteyên îslaMî agir bi ser gelê Efrînê da dibarînin.

Çima ji ber ku kurd in.
Ev meh û nîveke Tirkiye bi terorîst û çeteyên îslamî ra êrîşê dibe ser Efrînê, gund û bajarên kurdan bombebaran û topbaran dike. Heta nuha bi sedan kurd kuştine.

Sûcê wan ji ber ku kurd in vê zulmê li wan dikin.

Tirkiye ji kurdên Kurdistana Rojava ra dibêje ezê we ji gund û bajarên we derxim, ezê ereb û tirkan bînim li wan deran bi cî bikim. 

Heger hûn bi rehetî dernekevin ezê bi zor we derxim.
Ji ber ku hûn kurd in gerek hûn vî welatî biterikînin.
Çimkî em tirk ji we nefret dikin.
Lema jî gerek hûn ji welatên xwe koç bikin.

Û bi hezaran kurd, him jî ne bi dizî, eşkere piştgiriyê didin vê zulm û terora û zorbatiya Tirkiyê ya dûrî aqila.

Kurdên hevalên dewletê û AKPê ne ji Tirkiyê ra, ji hukûmetê ra nabêjin kesî ji Efrînê kevirek jî navêtîtiye ji we da, kesî êrîşî we nekiriye, çima hûn vê zulma nedîtî li vî miletê mezlûm dikin?

Hûn ji cîrantiya Şah, Xumeynî, Sedam, Esed, Daîşê, bi kurtî ji cîrantiya tu kesî, ji cîrantiya tu rejîmê, tu miletekî din ne aciz in, bêyî kurdan hûn ne  li dijî dewtbûna tu miletekî din in.

Li vê dinyayê hûn tenê li dijî kurdan in, hûn dibêjin li vê dinyayê gerek kurd li tu derê nebin xwedî maf û xwedî dewlet.

Û heta nuha yek kurdê dewletê tenê jî ji hukûmetê ra negotiye ji ber hûn hewqasî neyartiya me dikin, em jî edî hevaltiya we nakin…

Ev meh û nîveke Tirkiye jahrê bi ser serê gelê Efrînê da dibarîne, lê heta nuha yek kurdekî  jî ji AKPê îstîfa nekiriye.

Hîn jî di telewîzyona TRTê û TVyên din da ji faşîstên tirk bêtir destegê didin êrîşa Tirkiyê û neyartiya qewmê xwe dikin.

Ji ber qerekter û xisletê ”sedaqeta kûçikatiyê” kurdên dewletê, kurdên hevalên hukûmeta AKPê tu carî xwe ji hukûmetê, ji Erdogan û tirkan aciz nakin. Erdogan çi bîne sere kurdan jî ew dîsa jî dev ji xulamtiya wî û dewletê bernadin.

Ev qerekter bi rastî jî dişibe qerekterê ” sedaqeta kûçik…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE