05 mars 2018

Li Îraqê kurd û ereb êdî nikanin bi hev ra bimînin



Parlamentoya Iraqê 45 maddeyên butçeya 2018a qebûl kir. Fraksyonên Kurdistanî civîn boykot kirin û ji salona civînê derketin.

Bi vê biyarê hukûmeta Abadî kurdan tune dihesibîne, wek miletê kurd û KuRrdistan tunebe. Maneya vê biryara hukûmetê û meclîsa Îraqê ev e.

Piştî dagirkirina Kerkûkê û hin herêmên din hukûmeta Abadî dixwaze hemû mafên kurdan yek bi yek ji dest wan bigre û di praktîkê da statuya federasyonê jî rake.

Bi qasî xuya dike tu tiştekî Bexdayê û Hewlêrê bi hev ra nemaye. 

Li Tirkiyê çawa hemû tirk li hemberî kurdan yek in, li Îraqê jî eynî tişt e, hemû grûbên ereb, şîî jî û sunî jî li hemberî kurdan bi hev ra hereket dikin.

Sê roj berê serekerkanê Tirkiyê Hulusî Akar jî ji nişkave çû Îraqê. Mesele çi bû û çi biyar girtin em nizanin. Lê tiştê meriv texmîn dike li dijî kurdan hin biyar girtin.

Tiştê kurd bikin yekîtî ye, dibê hemû hêzên kurd di zûtirîn wextê da bibin yek û li hemberî Bexdayê bi yekdengî hereket bikin. Perçebûna kurdan cesaretê dide ereban. Kurd cepheyeke netewî ava nekin ewê perîşan bibin.

Li gorî medyaya kurd dinivîse ji bo yekîtiyê û avakirina cepheyeke netewî hin hewildanên baş hene. Hêvî dikim zû li hev bikin.

XXX
Hemû bahaneyên Tirkiyê yên wek PKKê, "terorê" vir e, bê bingeh e. Tirkiye dibêje li tu derê gerek kurd ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet, dixwaze dewleteke îslamî be jî...

Dijayetiya Tirkiyê ya referandûma Kurdistana Başûr siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd baş eşkkere kir.

Kesê hîn jî bi van virên Tirkiyê û AKPê dixape ya jî wer nîşîan dide bextê xwe reş dike, her kes zane Tirkiye li dijî her babet desthilata kurd e, şexs û partî ji bo Tirkiyê qet ferq nake. 

Erdogan bi qasî li dijî PKKê ye, hewqasî li dijî serwebûna kurdên başûr e jî.

Erdogan çend caran eşkere got, "şaşiya me li bakurê Îraqê kir, emê li bakurê Sûriyê nekin."

Yanî ji ber ku wan hîşt Kurdistana Federe çê bibe, wan şaşiyeke mezin kir û ewê li Sûriyê vê şaşiyê nekin.
Êrîşa ser Efrînê ji bo vê yekê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE