15 februari 2018

Pirsa Konfuçyus û bersîva jina digrîya




Rojekê Konfuçyus dema li çolê bi şagirdên (xwendevanên) xwe ra digeriye rastî jinekê hat. Bala xwe dayê jinik digrî. 

Konuçyus ji jinikê pirsî, got tu çima digrî?


Jinikê got:


-Li vê herêmê pilingek heye. Hemû malbata min kuşt. Lema ez digrîm.


Konfuçyus got:


-Wê demê çima tu naçî dereke din?


Jinikê got:


-Çimkî li vir dewleteke zulmê li însanan dike tuneye.



A hemû mesele ev e. 


A ferqa Tirkiyê, Îranê û dewletên Asya û Afrîka û Ewrûpa û Amerîka û Japonyayê ev e.


Însan ji Tirkiyê, ji Îranê, ji welatên ereb, ji Çînê û ji dewletên Afrîka û Asyayê ne ji ber feqîriyê tenê, ji ber zulmê, ji ber tunebûna azadî û demokrasîyê jî direvin.


Li Swêd yek însan jî ji ber zulma dewletê nareve.


Ji Almanyayê yek alman jî ji ber zulma dewletê nereviyaye Tirkiyê.


Lê ji Tirkiyê û Kurdistanê bi milyonan kurd û tirk ji ber zulma dewletê reviyane Almanyayê Ewrûpayê. Li dinyayê welatê ereb, tirk û kurd lê tunebin tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE