27 december 2017

Ne erd min nas dike ne ezman

“Ne Şev Têra Xewnên Min Dike
Ne Roj Têra Xemên Min.”
Ne erd min nas dike
ne jî ezman...

Xwediyê van gotinên trajediya kurdan radixe ber çavan, şairê dilzîz û welatparêz Mueyed Teyib bi kitêbeke nuh silav da xwendevanên xwe.


Berhemeke Mueyed Teyib ya nuh ji alî waşanxaneya Avestayê ve hat weşandin.
Navê kitêbê “Ne Şev Têra Xewnên Min Dike,
Ne Roj Têra Xemên Min"
Mueyed Teyib şairekî mezin û pir hêja ye. Ez ji Şi’rên wî gelkî hez dikim.
Metafor û taswîr û rismên di Şi’rên Mueyid Teyib da pir bi tesîr in, dilê her kurdî radikin pêdarê.
Gava meriv ş´îrên Mueyid Teyib dixwîne meriv xwe nas dike, bêtir dibe kurd û bi bindestî û perîşaniya xwe dihese, ferq dike bindestî, bêwelatî çiqasî pîs e.
Bi derketina vê berhema wî ya nuh ez pir kêfxweş bûm.
Di sala 2014a da jî berhemeke Mueyed Teyib ya bi navê “Ne ba min siwar dike, ne ax min peya dike” di nava weşanên Avestayê da derketibû.
Gelek spas ji bo Avestayê jî ev berhema hêja weşandiye.

“Ez çi me?
Ne ez im
Ne ew im
Ne tu
Efsaneyeka seyr û
Bûnewerekê nîvero
Herdem mirîdê celladê xwe me û
Têhniyê xwîna xo
Ne erd min nas dike
Ne esman
Ne mirinê ez divêm
Ne min jiyan”
Ne Şev Têra Xewnên Min Dike
Ne Roj Têra Xemên Min

XXX
Buharvano
Buharvano.. çi buhar e
Ger buhar bît.. çi hewar e?
Çi şînî û çi zêmar e?
Binefş û nêrgiz çirmisîn..
Ka buharvan lê nepirsîn?
Perî û zerî j’ warî dizîn
Ka buharvan lê nepirsîn
Gerdenêt law,
di xilfa sêdarê da rizîn..
ka buharvan lê nepirsîn?
Buharvano
Buhar nîne.
Me ya dîtî buhar şîn e..
Ne ya sor e tijî xwîn e!


///Mueyed Teyib

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE