11 juni 2017

Girtiya zindana Diyarbekrê îro li Stockholmê qala wahşeta Qawişa 5a kir

Rahîme Kesîcî Karakaş, îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî him qala wahşeta zindana Diyarbekrê kir û him jî kitêba xwe ya bi navê  ”Di Qawişa 5a da jin. 5 Noluda Kadin Olmak” da nasîn û îmze kir.
Rahîme Kesîcî Karakaş, yek ji jinên kadir û endamên DDKADê bû û di sala 1981ê da hat girtin û salekê di zindana Diyarbekrê da him gelek zulm û îşkence dît û him jî bû şahidê gelek wahşetên derî îndaniyetê.
Rahîme Kesîcî, di semînera xwe da bi kurtî, carnan bi dilzîzî û carnan jî bi espirî qala jiyana xwe û serpêhatiya xwe ya girtinê, îşkencê û zindana Diyarbekrê Qawişa 5a kir.
Dema wê qala nemirovî û wahşeta zindana Diyarbekrê dikir kela dilê meriv radibû û bêhemdî û girî di gewriya meriv da dibû wek girêkekê.
Li ser wahşeta zindana Diyarbekrê Qawişa 5a ya nabêna salên 1980-1986a heta nuha gelek nivîs û kitêb hatine nivîsîn, hin fîlmên dokumenter û roportaj hatine çêkirin.
Lê ev cara pêşî ye jineke bûye mexdûr û şahidên wê wahşeta dewleta tirk ya zindana Diyarbekrê li ser hovîtiyên dîtine kitêbekê dinivîse û ji tarîxa kurdan û însaniyetê ra dike belgeyeke nemir.
Bi hezaran kurd ji wê çerxa wahşeta dewleta tirk derbas bûn, lê kêm kesî serpêhatiyên xwe, muşahadeyên xwe, zulm û îşkenceyên dîtine nivîsîn û ji bo dîrokê kirin belge û wesîqe.
Tiştên heta nuha hatine nivîsîn pir hindik in.
Ji kurdan ra berhemên wiha pir muhîm in.
Dibê wahşetên wiha, ev barbariya dewleta tirk aniye serê kurdan bi kesî ra neçin gorê, miheqeq bibin belge û fîlm. Dibê zarokên Rahîmê, neviyên wê û miletê kurd vê zulma dewleta tirk bizanibin.
Ev wahşet perçeyekî tarîxa me ye û dibê wenda nebe û bibe malê tarîxê.
Bi qasî wahşeta li hundur anîn serêe girtiyan, li derve jî anîn serê malbatên girtiyan.
Serdana girtiyan bi serê xwe îşkence bû. Dê û bavên bi tirkî nizanîbûn nikanîbûn bi zarokên xwe ra bipeyivin.
Yanî  ne li hundur tenê, li der jî  zulmeke mezin li malbatên girtiyan dikirin, ew zulm jî bi qasî ya hundur barbar, irqçî û faşîzan bû, sadîzim bû.
Heta nuha li ser wahşet hundurê zindana Diyarbekê ne zêde be jî çend tişt hatine nivîsîn.
Lê belê li ser zulma li ber zindanê li malbatên girtiyan dihat kirin qet nehatiye nivîsîn.
Dibê rojekê ew jî bibe belge, dibê li ser wê jî were nivîsîn. Dibê hin kes dest bavê jin wê jî.
Rahîme Kesîcî Karakaş, yek ji jinên kurd yên têkoşer û qehreman e.
Di Îlona 1980î da di zindana Diyarbekrê da wek şepalan li ber xwe da û teslîmî faşîstên hov nebû û bi serbilindî ji zindanê derket.
Û nuha jî wahşeta di zindana Diyarbekrê di Qawişa 5a da dîtiye kiriye belgeyeke tarîxî.
Rahîme Kesîcî Karakaş gava ketiye hefsê qet bi kurdî nizanîbûye.
Lê di zindanê da, di bin îşkenceyan da biryara xwe daye kurdî fêr bibe.
Û piştî ji zindanê derketiye çûye gundan, palî kiriye û soza xwe aniye cî, yanî kurmancî fêr bûye.
Û dema zewicîye zarokên xwe jî bi kurmancî mezin kiriye.
Heta 5 saliya wan bi wan ra bi kurmancî peyivîye.
Dû ra ew û peyê xwe biryarê didin, ew bi tirkî û bavê wan jî bi kurmancî bi zarokan ra dipeyivin.
Û hersê zarokên wan jî kurmanciyeke pir baş fêr dibin.

Min kitêb nexwendiye, lema jî nikanim li ser naveroka wê tiştekî bibêjim. Lê wek ji navê wê jî diyar e û di civînê da jî piçekî qal kir, naveroka wê li ser zulm, îşkence û wahşeta di zindana Diyarbekrê da anîne serê girtiyên kurd. Kesîcî bi çav û hestên jinekê wahşeta marûz bûye û dîtiye radixe ber çavên xwendevanan.
Kitêb bi tirkî ye. Lê hêvî dikim di demek nêz da hin kes wê wergerînin kurmancî, ji bo ku kurdên tirkî nizanin jî kanibin vê belgeya wahşeta dewleta tirk ya di zindana Diyarbekrê da anîne serê kurdan bixwînin.

Inga kommentarer: